AMED – Di çarçoveya kampanyaya “Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, bi Rêbertiya azad re xwe birêxistin dikin” de, li Amed meşek û konserek dê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên Partiya DEM were lidarxistin. Çalakiya bi sernavê “Meşa ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” dê careke din daxwaza ciwanan ji bo aştî û jiyaneke demokratîk bîne ziman.
Berî çalakiyê, endamên Meclîsa Ciwanên Partiya DEM belavok li seranserê bajêr belav kirin û mirovan vexwendin meşe û konserê. Belavokên ku eleqeyeke mezin ji ciwanan kişandin.
Rayedarên Meclîsa Ciwanan diyar kirin ku armanca çalakiyê “parastina rêziknameyeke civakî ya aştiyane û demokratîk li dijî polîtîkayên şer û zilmê ye.”


