NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîla TV dîmenê îmhakirina wesayita zirxî ya artêşa Tirk a dagirker weşand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di pozîsyona êrişê de bû.
Daxuyanî wiha ye;
“27’ê Nîsanê saet di 16:36’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, wesayiteke zirxî ya dagirkeran a ku di pozîsyona êrîşê de bû ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneyeke kamîkaze hate îmhakirin.”