Enter your email Address

Perşembe, Aralık 4, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
20/11/2024 - 10:54
di nav Giştî
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got, “Em car din dubare dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalên hevrêyê xwe Ezîz û di şexsê wî de em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe, bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Zarokê wêrek ê gelê me yê Ereb, milîtanê Apoyî yê hêja hevrê Ezîz Mûsil 28’ê Hezîrana 2024’an li herêma Metînayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû.

Li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê gelê me yê Ereb bi roja me Rêber Apo re ronî bû. Milîtanê hêja yê gelê me yê Ereb hevrê Ezîz gelê Kurd weke xwişk-bira dizanî û fêm kir ku azadiya gelê Kurd demokratîkbûn û azadiya hemû Rojhilata Navîn e. Hevrêyê me bi vê zanebûnê dema ku derfet dît, bêyî ku kêliyekî jî teredut bike, tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Ezîz xwezaya bêhempa ya çiyayên Kurdistanê heta hemû hucreyên xwe hîs kir û her roja borî bi çiyayan re bû yek, bû milîtanekî mînak. Projeya Netewa Demokratîk a Rêber Apo bi hemû hûrgiliyan di nava xwe de hewand û ji bo pêkhatina wê bênavber têkoşiya. Hevrêyê me bi kesayeta xwe ya sade, durist û xwezayî bû milîtanekî Apoyî û ji hemû ciwanên Ereb re bû mînak.

Weke hevrêyên wî di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Ezîz Mûsil, em ji gelên me yên Ereb û Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Ev her du gelên me alîgirê xwişk-biratiya gelan e. Heta ku em projeya Rojhilata Navîn a Konfederal a Demokratîk a ku xeyala hevrêyê me Ezîz e, pêk tînin, em soz didin ku têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Ezîz Mûsil, bi vî rengî ne:

Nasnav: Ezîz Mûsil
Nav û Paşnav: Rakan Casim Xidir
Cihê Jidayikbûnê: Mûsil
Navê Dayik – Bav: Necah – Casim
Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Hezîrana 2024’an / Metîna

Hevrêyê me Ezîz li Mûsilê weke ferdekî malbateke Ereb hate dinê. Hevrêyê me li bajarekî dîrokî ya mîna Mûsilê salên xwe yên zarokatiyê derbas kir û bi rengekî girêdayî çanda xwe mezin bû. Hevrêyê me demeke kurt xwend û di temenekî zû de ked nas kir. Ji bo ku di warê aborî de alîkariyê bide malbata xwe, xebitî û bû xwedî kesayeteke gihiştî. Hevrêyê me ji aliyê malbat û derdora xwe ve hate hezkirin û rêz jê re hate nîşandan. Hevrêyê me di pêvajoya êrîşên DAÎŞ’ê de Tevgera me mereq kir û tevî ku tenê navê milîtanên Apoyî yên ku bi rengekî fedayî şer dikin û ji bo parastina destkeftiyên gelan canê xwe didin, bihîstibû bû heyranê Partiya me. Hevrêyê me bi gotinên ji derdora xwe têr nebû û xwest Tevgera me hîn nêztir nas bike. Dewletan nedikarîn çeteyên DAÎŞ’ê têk bibin, lê gerîla têkçûneke mezin bi çeteyên DAÎŞ’ê da jiyankirin. Hevrêyê me her roja ku dibore li hemberî gerîla bû xwedî sempatiyeke hîn zêdetir. Projeya Rêbertiya me ya Netewa Demokratîk a ku yekîtiya gelan esas digire, li Rojava zindî bû. Ev yek ji bo hevrêyê me Ezîz bes bû ku bersiva lêgerînên xwe bibîne. Di vê pêvajoya şer de gerîlayên azadiyê bi gelê Ereb re di heman çeperî de û ji bo heman armancê şer kir. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me derfet dît ku gerîlayên azadiyê hîn nêztir nas bike. Hevrêyê me Ezîz jiyana xwe ya di nava sîstemê de di her warî de lêpirsîn kir û xwedî armancên mezin bû. Ji bo beşdarî partiya me PKK’ê bibe, lêgerînên xwe kûrtir kirin. Di pêvajoya Berxwedana Kobanê de, gerîlayên azadiyê berdêlên mezin dan, bi têkoşîneke destanî Kobanê azad kirin û navê xwe bi hemû cîhanê dan naskirin. Hevrêyê me di pêvajoyê de biryara tevlîbûnê da, lê ji ber hin sedeman neçar ma ku vê biryara xwe taloq bike. Li Şengalê qirkirina li gelê me yê Êzidî hatî ferzkirin û pêvajoya şoreşê ya li Rojava pêş dikeve, ji bo hevrêyê me beşdarî refên gerîla bibe bû bingeh.

Hevrêyê me Ezîz di sala 2017’an de, tevlî nava refên têkoşînê bû û ji têkîliyên hevrêtiyê yên di nava Partiya me de û jiyana komunal pir bandor bû. Bi jiyana pûç û vala ya li nava sîstemê re anî berberî hev û dît ku biryara wergirtiye çiqasî di cih de ye. Têkoşîna ji bo cîhan û siberojeke azad kir armanca xwe ya esas. Tevî ku li çiyê û erdnîgariyeke zehmet mezin nebûye, di demeke kurt de fêrî jiyana gerîla û çiyê bû. Piştî ku perwerdeyên xwe bi rengekî serketî qedand, li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî xebatên pratîk bû. Hevrêyê me di pêvajoya şer de, xwest bi rengekî hîn aktîftir beşdar bibe û perwerdeyên pisporbûnê wergirt. Bendewariyên pêvajoyê dizanî û xwest xwe di her warî de amade bike. Li ser taktîkên demê serwer bû û weke gerîlayekî pispor pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê dijwar e. Hevrêyê me ji bo xwe di warê îdeolojîk de, hîn pisportir bike dewreyeke perwerdeyê dît. Di pêvajoya perwerdeyê de ji nirxandinên Rêbertiya me yên li ser gerîlabûn û Partîbûnê bandor bû û ev ji bo xwe kir bingehê pêşketinên nû. Hevrêyê me Ezîz nûneriya exlaqê Partiyê kir û li her qada ku lê ye, ji hêmanên Partiyê tawîz neda û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Bi jixwebaweriyeke mezin, perwerdeya xwe qedand. Hevrêyê me çû herêmên ku pratîkê lê bimeşîne. Li dijî operasyona ku dewleta Tirk a dagirker û mêtinger li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih anî û her xebata ku girtî ser xwe, bi cih anî. Bi hevrêtiya xwe ya samîmî, dilnizm û durist weke milîtanekî mînak cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt. Xwest perwerdeyên ku wergirtî, di her kêliya jiyanê de pêk bîne. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral, kelecan, dînamîk û ciwan re hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêyê me Ezîz li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, bi fedayiyane şer kir û tevlî artêşa nemiran bû. Di dîroka têkoşîna me de, şopên ku neyên jêbirin, hişt. Hevrêyê me Ezîz di 28’ê Hezîrana 2024’an de şehîd bû. Em dubare dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalên wî û di şexsê wî de li ber bîranîna hemû şehîdên xwe, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Em bi Ciwanên Kurdistanê piştrast in

Nivîsa Pêş

HPG: 3 drone hatin xistin, 2 mobesse û 3 teqemenî hatin îmhakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: 3 drone hatin xistin, 2 mobesse û 3 teqemenî hatin îmhakirin

HPG: 3 drone hatin xistin, 2 mobesse û 3 teqemenî hatin îmhakirin

Ji Jinên Ciwan ên Endama JXK’ê li Frankfurtê semînerek

Ji Jinên Ciwan ên Endama JXK'ê li Frankfurtê semînerek

Manşet

  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Berpirsyariya Me Girtiye Ser Milê Xwe Nîşaneya Armanca Me Ya Jiyana Hevpar e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Melankolî, Mirin û Paradîgma Li Şengalê Dahurandinek Zanistî û Dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.