Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO Çalakiya Hefteyê

Jinên ciwan roja yekemîn a çalakiya xwe ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi dirûşmeya “Rêwîtiya ber bi azadiyê ve” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO destpê kirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
04/07/2024 - 21:21
di nav Çalakî, Ciwan, Enternasyonal, Ewropa, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Rêber APO, Video
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO Çalakiya Hefteyê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên TekoJIN û jinên ciwan ên enternasyonalîst di çarçoveya pêngava “Azadî ji Rêber APO re, Ji Pirsgirêka Kurd Çareserî” çalakiya “Rêwîtiya ber bi azadiyê” ve li dar xistin.
Jinên ciwan ên ji Elmanya, Fransa, Îtalya û Swîsreyê hatin gel hev, bi dirûşma “Rêwîtiye Azadiye” bi tîşortên ku li ser wêneyên Rêber APO li xwe kiribûn, dest bi çalakiya xwe kirin.

Jinên ciwan ên ku li Place de Clebert û Gara Trenê ya Navendî ya Strasboûrgê bi pirtûkên Rêber APO stand vekirin, ji nuqteya destpêkê ya çalakiyê meşiyan û hatin standa li Place de Clebert.

Jinên ciwan li vir daxuyaniya çapemeniyê dan.

Daxuyaniya çapemeniyê bi Kurdî û Îngilîzî hat dayîn. Li ser navê TekoJIN’ê Roj Azad, li ser navê jinên ciwan ên enternasyonalîst Elîsa Ginzburg daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Ji bo gelên azadîxwaz bû ronahî

Roj Azad destnîşan kir ku meha Tîrmehê meha berxwedanê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ye û got, “Di qonaxên herî hestiyar û krîtîk de, di demeke ku hêzên navneteweyî xwestin vîn û hêviyên gel bi temamî tine bikin, berxwedana zindana Amedê ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz ronahiyek e.”

Roj Azad diyar kir ku meha Hezîranê bû meha pêngavên li dijî hêzên qirker û wiha got: “Çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan şêwaza çalakiya hemû jinên cîhanê derxist jor.” Roj Azad got, “Ev pêngava nû. şêwaza çalakiyê bû sedem ku dîrok bi pêngava 1’ê Hezîranê ji nû ve dest pê bike.”

‘Tecrîd li dijî exlaqê civakî ye’

Roj Azad da zanîn ku hêzên komploger hewl didin hevsengiya cîhanê biguherînin û civakan ji bo armancên xwe feda bikin û wiha got: “Rêber APO xwediyê hêz û ramana bingehîn a ku dikare bibe sedema çareseriya ewqas alozî û qeyranan.” Roj Azad diyar kir ku “Rêber APO ku 40 meh e evîndarê azadiyê ye, azadîxwaz û hêviya hemû gelên bindest e, di bin tecrîdeke giran de ye” û destnîşan kir ku ev rewş ne hiqûqî ye û li dijî exlaqê civakî ye.

Roj Amed destnîşan kir ku weke rêxistinên jinên ciwan ên li Ewropayê dijîn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê her tim di nava çalakiyan de bin û got, “Bi çalakiya ku me îro daye destpêkirin, em diyar dikin ku em ê tevlî pêngava ‘Ji Rêber APO re APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bibin.

Daxuyanî bi îradeyeke bilind bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” bi dawî bû.

Piştî daxuyaniya Roj Amed, daxuyanî bi zimanê Îngilîzî ji aliyê Elisa Ginzburg ve hat xwendin.

Piştre jî jinên ciwan meşa xwe berdewam kirin û hatin standa li ber Gara Trenê ya Navendî ya Strasboûrgê.

Jinên ciwan ku di rêwîtiya xwe de bala derdora xwe dikişand, ji derdora xwe re qala Rêber APO kirin.

Di dirêjahiya rê de jinên ciwan gelek caran bê navber siloganên “Bijî Serok APO”, “Jin Jiyan Azadî” û “Zap Awaşîn Metîna-Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin.

Jinên Ciwan ên Têkoşer û jinên ciwan ên enternasyonalîst hatin Gara Trenê ya Navendî û bi govendê dawî li çalakiya xwe anîn.

Jinên ciwan ên bi dirûşma “Rêwîtiye Azadiye” dest bi çalakiyan kirin, diyar kirin ku ew ê heta 7’ê Tîrmehê çalakiya xwe li dar bixin.

 

1 Ji 12
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şoreşger: Çekdar Amed lehêngekî şoreşa Rojava ye

Nivîsa Pêş

60 saniyê de Nûçeyên Rojê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
60 saniyê de Nûçeyên Rojê

60 saniyê de Nûçeyên Rojê

Desteya Ciwan a Dêrazor semînerekî li ser tekoşîna jin da

Desteya Ciwan a Dêrazor semînerekî li ser tekoşîna jin da

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê Ji Îmraliyê Vegeriya

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.