Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Ciwanên ku dê cara ewil biçin ser sindoqan: Dengê me ji bo azadiyê ye

Jinên ciwan ên dê di hilbijartinên xwecihî yên nêz dibin de cara ewil dengê xwe bidin, diyar kirin ku dengê xwe bidin guhertin û veguhertinê û wiha gotin: "Ji bo pêşerojek hîn zêdetir azad û bi hêvî dengê me ji bo DEM Partî ye.”

Edîtor: Nucan Serdoz
27/03/2024 - 12:10
di nav Bakur, Giştî, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ciwanên ku dê cara ewil biçin ser sindoqan: Dengê me ji bo azadiyê ye
ParvekeTweet

AMED – Ji hilbijartinên xwecihî yên ku di 31’ê Adarê de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bên kirin pêkanîn re, çend roj man. Xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî bi lez didomîn, li bajarên Kurdistanê hilbijêr xwe amade dikin ku li dijî polîtîkayên qeyûm di sindoqan de bertekên xwe nîşan bidin. Tê payîn 61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêr biçin ser sindoqan. Ji van 1 milyon û 32 hezar û 610 ciwan dê cara ewil biçin ser sindoqan.

Di hilbijartinên ku wê 81 parêzgehan, 973 navçe û 390 bajerokan hevşaredar û 50 hezar û 336 mixdar bên diyar kirin de, wê hilbijartinên endamên meclîsa giştî yên parêzgehan û meclîsa şaredariyan jî bê pêkanîn. Li Amedê ku yek ji 30 bajarên mezin e, wê 1 milyon û 144 hezar û 533 hilbijêr biçin ser sindoqan.

Ciwanên dê cara ewil li Amedê ku yek ji bajarên di bin hedefa polîtîkayên şerê taybet de biçin ser sindoqan, balkişandin li ser zextên li dijî çandî û zimanê dayikê û diyar kirin ku dengê xwe bidin azadiyê.

‘Dengê me ji bo kesên çand û zimanê me didin jiyîn e’

Zîlan Çelîker, diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partî û wiha got: “Bi qeyûman re ewilî deskeftiyên jin û ciwanan hatin tunekirin. Ez dizanim partiya min û namzedên min wê di şaredariyan û xebatên xwe yên civakî de ji me re cih vebikin. Ji ber ku ez zanîn çand û nasnameya me jî bide jiyîn, dengê xwe didim DEM Partî. Hem jin û hem jî ciwan qeyûman nasnakin, em jî nasnakin. Em wek ciwan mîna ku di hemû hilbijartinan de dixebitin, wê di vê hilbijartinan de jî dixebitin. Em ê dengê xwe bidin xwe û bi DEM Partî re bi ser bikevin. Werim em wek jinên ciwan xwedî îradeya derbikevin û di 31’ê Adarê de di sindoqan de hev bicivin.”

‘Ez wek jinek pêşeroja azad dixwazim’

Yek ji jinên ciwan ên dê cara ewil dengê xwe bide Seval Coşkun jî wiha got: “Welatparêziyek ku ji malbata min tê heye. Ez wek jinek ciwan ji bo di şert û mercên hîn baştir de bijîm, dengê bidim partiya xwe. Wek ciwanan ji bo ku em cîhanek azad a hem ekolojî hem jin û hem jî çandî dixwazin, dengê bidin xwe. Ez ê dengê ji bo guhertin û veguhertinê û ji bo jiyanek hîn baştir bikarbînim. Em wek jin di bin zextên cidî de ne. Tu caran destûr nayê dayîn em azad bibin. Ji bo em vê azadiyê bidestbixin, di vê hilbijartinê de biçin ser sindoqan. Yê ku di vê xalê de herî zêde nirx dide deskeftiyên jinan û azadiya jinan û xebat dimeşîne DEM Partî ye. Dîsa li Tirkiyeyê di tu partiyek de hevserokatî nîne. Ev perspektîf ji bo me rolek pir girîng dilêyze. Ez wek ciwanek bajarekî kesk, şaredarivaniyek ku di aliyê civakî de xebat dimeşîne û gel bingeh digre dixwazim.”

‘Em ê wek ciwan ji vê talanê re bibêjin raweste’

Arjîn Atli jî diyar kir ku ew ê dengê xwe ji bo jiyana azad bidin û wiha axivî: “Beguman ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. Ji ber ku ez difikirim di xala azadiyê de herî zêde ew xebat dimeşînin. Em ê qeyûm bişînin û ji bo civakê xebatan bimeşînin. Divê partî zêdetir bê belavkirin û xebat bên zêde kirin. Em jî bi piştgiriyên xwe li gel partiya xwe bin. Ez wek jinek azadî dixwazim. Ez dixwazim bi zimanê xwe ya dayikê biaxivim. Lewra em ê bêyî tirs û fikar û bi fikirandina gelê xwe biçin ser sindoqan û ev pergala talanê biguherînin.”

‘Ez ê di her şert û mercan de li gel partiya xwe bim’

Hîkmet Taban jî da zanîn ku ew ê dengê xwe bide kesên daxwazên gel paşguh nakin û wiha axivî: “Ez 19 salî me û îsal cara ewil dengê xwe didim. Dema ez lê dinêrim, tu kelecanek jî nîn e. Ji ber ku ez bêyî înkarkirina eslê xwe biçim ser sindoqan û dengê xwe bidim. Dengê min ji bo DEM Partî ku bi gel re dimeşe û di vê xalê de xebat dimeşîne ye. Di vê xalê de ez herdem têkoşîna wan dişopînim. Ne tenê ez, ez bang li hemû kesên dixwazin di vê xalê de hîn tişt biguherin jî dikim ku dengê xwe bidin xwe. Êdî em ji van qeyûman re bibêjin raweste. Qeyûm hebe an jî nebe, ez ê di her şert û mercan de li gel partiya xwe bim.” Ez baş dizanim dema hevşaredarên me dest bi kar bikin, dikarin çi bikin. Hertim me guhdar dikin û di vê xalê de pêşniyaran dixwazin. Ez bawer dikin piştî hilbijartinê jî ev şêwaz û helwest berdewam bike. Wê ji bo me û ji bo gel xebat bimeşînin.”

‘Qeyûm ji bo ciwanan tu xebat nekir’

Zîlan Akdogan, diyar kir ku ciwan fikara pêşerojê dijîn û wiha got: “Ez ê dengê xwe bidim DEM Partî. Ez wek ciwanek nikarim ji bo xwe pêşerojek bibînim. Ji bo dawîanîna vê rewşê û zêdetir kêfxweş bibin, ez ê dengê xwe bidim xwe. Qeyûm ji bo ciwanan qet naxebite. Em ê wek ciwan di vê hilbijartinan de jî qeyûman bişînin. Ez dixwazim bi vê hilbijartinê re hertişt biguhere. Ez pir kêfxweş im ku dengê xwe ya ewil bidim xwe. Ez ji bo vê guhertinê di her xebatê de cih digrim. Em mal bi mal, tax bi tax digerin. Ji bo tişt ji bo guhertin û başbûnê ye. Ciwan nikarin kar bibînin, mirob ji rêveberiya xwecihî tu xizmet nabînin. Em ê bi vê hilbijartinê re van tiştan biguherînin. Em ji bo xwe û ji bo ciwanên mîna min bibin xwedî pêşerojek baş, biçin ser sindoqan. Em ê qeyûman bişînin û hem îradeya xwe û hem jî sindoqên xwe biparêzin.”

‘Em ê bi dengên xwe dawî li polîtîkayên şerê taybet bînin’

Berfîn Çalan diyar kir ku ji bo girîngî didin polîtîkayên DEM Partî ên derbarê ciwana de û wê dengê xwe bide DEM Partî, ev tişt got: “Ez weke jinek ciwan a Kurd li Amedê jiyan dikim, ez ê degê xwe bidin DEM Partî. Ez projeyên wan ên hem der barê ciwan û hem jî der barê jinan de rast dibînim. Di pêvajoya dawî de xwestin berê ciwanên me bidin polîtakayên şerê taybet. Dixwazin ciwanan bixin nava madeyên hişber. Bi fikrê ku ‘bila ciwanên Kurd bi siyasetê ve mijul nebin çi bikin bila bikin’ tevger dikin. Em weke ciwanên Kurd, em dixwazin dawî li van polîtakayan bînin. Eve jî wê bi çûyîna ser sindoqan re pêk were. Em biçîn ser sindoqan van biguherin. Di vê xalê de divê hemû jinên ciwan xwedî li dengê xwe derbikevin û biçin ser sindoqan. Bila dengê we vala neçe, weke jinekê ji bo pêşerojek azad em deng bidin.”

Çavkanî: NûJinha

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç

Nivîsa Pêş

Festîvala Şampiyoniya Tevgera Xwendekaran destpê kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Festîvala Şampiyoniya Tevgera Xwendekaran destpê kir

Festîvala Şampiyoniya Tevgera Xwendekaran destpê kir

“Wek jinên ciwan, em bi mizgîniya ku hat dayîn gelek kêfxweş bûn”

"Wek jinên ciwan, em bi mizgîniya ku hat dayîn gelek kêfxweş bûn"

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.