Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Newroz navê hesabpirsînê ye

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku, Newroz sonda parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiyê ye û got, “Newroz bi ruhê Apoyî û vîna pola ya Mazlûm Doganan ku hesab ji faşîzmê dipirse.”

Edîtor: Nucan Serdoz
21/03/2024 - 13:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: Newroz navê hesabpirsînê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Koordînasyona PAJK’ê anî ziman ku, pêşengtî û têkoşîna jinan di şer, siyaset û veguherîna civakî de serdemeke nû vedike; jinên Kurd ku Newrozê pîroz dikin bi derbaskirina sînorên neteweyî veguheztina civakî diafirîne û ev tişt hate gotin, “Gelê me yê ku hişmendiya neteweyî bi dest xistiye, li dijî yekperestî, nijadperest, zayendperest û paşverûtiya olî li ser esasê avakirina neteweya demokratîk bi gelên herêmê û cîhanê re tên ba hev.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Em li seranserê Kurdistanê bi rastiya gel a ku bi berxwedanê xwe xemilandiye re dijîn. Berxwedana bi heybet a ku gelê me, jin û dostên me bi rojan li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê li qadan nîşan dane, mizgîniya wê yekê dide ku bi ruhê serketinê wê qonaxeke nû ya têkoşînê bilind bibe.

Ji heft salî heta heftê salî jin, ciwan û zarokên ku bi coşa têkoşînê veguherîne vîneke ji agir, em Cejna Newrozê di serî de avakarê mezin ê van rojan Rêber Apo, gelê me yê ku qadan naterîkîne, jinan û hemû dostên me pîroz dikin. Em di şexsê şehîdên xwe yên Newrozê yên mezin Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan de ku kevneşopiya berxwedanê ji Hesinkar Kawa wergirtine, hemû şehîdên xwe yên şoreşger bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Gelê me, jin û ciwanên Kurdistanê yên ku xwe bi ruhê Newrozê xemilandine, berxwedana xwe ya bêhempa nîşanî dost û dijmin didin ku şopdarên meşa azadiyê ya mezin in ku Mazlûm Doganan daye destpêkirin. Rastiya me ya jin û gel ku bi agir tê îmtîhankirin, bi awayekî eşkere nîşan dide ku dê serî li ber tu zaliman netewîne. Bi şiyara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Kurdistana azad û Jin Jiyan Azadî nexşerêya sedsalê diyar dike. Ev serhildana ku ji hemû qadan bilind dibe rêya bingehîn a veguheztina mezin diyar dike. Gerîlayên HPG û YJA Starê ku sala 2024’an bi ruhê Newrozê pêşwazî dikin, bi şerê mezin ê li çiyayên Kurdistanê didin asta xwe ya serkeftinê diyar dikin. Şerê gerîla yê ku bi pêngavên serkeftî dijmin wêran dike û êrîşên dagirkeriyê pûç dike, li tevahiya Kurdistanê, herêmê û cîhanê belav dibe û pêvajoyê diyar dike.

Gerîlayên modernîteya demokratîk ku dibe mîna Newrozê, bi îdiaya mezin a têkoşînê ber bi qonaxeke nû ve diçe, bi têkbirina dagirkeran û bi destkeftiyên nû mizgîniya serkeftinê dide.

Jinên Kurd ên bi pêşengiya Zekiye, Rahşan, Sema, Ronahî û Bêrîvanan Newrozê pîroz dikin li her qadê, li herî pêş pêşengiya têkoşînê dikin. Rêbertî û têkoşîna jinan di şer, siyaset û veguherîna civakî de serdemeke nû vedike. Rastiya ku hişmendiya serdest a mêr herî zêde jê ditirse, bilindbûna têkoşîna civakî ya di ku jin pêşengtiya wê dikin. Dema ku rastiya gelê Kurd a pîrozkirina Newrozê hişmendiya neteweyî diafirîne, jinên Kurd ku Newrozê pîroz dikin bi derbaskirina sînorên neteweyî veguheztina civakî diafirîne. Ev veguheztin bi xwe re têkoşîna me sînorên Kurdistanê derbas kiriye.

Berxwedana Rêber Apo û hêza paradîgmaya azadiya jinan e ku têkoşîn aniye roja îro û karakterekî gerdûnî daye wê. Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku li cîhanê deng veda, encama herî girîng a vê veguheztina mezin e.

52’emîn sala têkoşîna me li çiya, zindan, bajar, deşt, li her derê Kurdistanê û li çar aliyê cîhanê îfadeya şênber a ji nû ve zayînê ye. Destê xwe dide dilê her Kurdekî/ê, hesta welatparêziyê hişyar dike. Gelê me yê ku hişmendiya neteweyî bi dest xistiye, li dijî yekperestî, nijadperest, zayendperest û paşverûtiya olî li ser esasê avakirina neteweya demokratîk bi gelên herêmê û cîhanê re tên ba hev.

Di vê wateyê de Newroz sonda parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiyê ye. Newroz bi ruhê Apoyî û vîna pola ya Mazlûm Doganan ku hesab ji faşîzmê dipirse. Newroz rastiya Rêber Apo ye ku nîv sedsalê li dijî desthilatdariyên mêtinger ên bi hezaran salan hatine berhevkirin û hişmendiya azadiyê ya ku afirandiye. Newroz helwesta Apoyî ya gel, tevger û gerîla ye ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin.

Li ser bingeha ku Newroza 2024’an wê serkeftinê bi xwe re bîne, em Newroza hemû gelê Kurdistanê bi taybet li jinan pîroz dikin. Em bang li gelên Mezopotamyayê û derdorên demokratîk dikin ku xwedî li vîna di Newrozê de derketiye holê derkevin, eniya têkoşîna demokratîk ava bikin, pêngava ji Rêber Apo re azadî,ji pirsgirêka Kurd re çareserî berfireh bikin û sala 2024’an bikin sala têkoşînê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karayilan: Li ser xeta Rêber Apo em ê bi ser bikevin!

Nivîsa Pêş

Meşaleya berxwedanê ya Newrozê li Strasboûrgê hat hilgirtin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meşaleya berxwedanê ya Newrozê li Strasboûrgê hat hilgirtin

Meşaleya berxwedanê ya Newrozê li Strasboûrgê hat hilgirtin

Newroza Amedê: Dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji qadê bilind dibe

Newroza Amedê: Dirûşma 'Bijî Serok Apo' ji qadê bilind dibe

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.