Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: Em bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berxwedanê bikin bingeha jiyana xwe

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Ji bo em vê biharê bikin destpêka bihara jinê û ji sîstema bi serdestiya mêr re bêjin 'RAWESTE', bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em berxwedanê bikin bingeha jiyana xwe.

Edîtor: Nucan Serdoz
07/03/2024 - 12:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
YJA Star: Em bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berxwedanê bikin bingeha jiyana xwe
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, “Em hemû jinên ku 8’ê Adarê ku mizgîniya biharê û berxwedanê ye û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadan pêşwazî dikin, silav dikin. Em soz didin ku şoreşa jinê teqez pêk bînin, 8’ê Adarê li Rêberê xwe yê ku bedewiya jinê, bilindahiya jinê hînî me kiriye, hevrêyê herî mezin ê jinê ye û li hemû jinan careke din pîroz dikin. Em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniya YJA Starê de ev tişt hatin gotin, “Ked nirxê bingehîn e ku mirov dike mirov. Îstîsmara kedê jî darbeya herî mezin li dijî mirovahiyê hatiye xistin e. Di vê wateyê de îstîsmara kedê tê wateya mirov ji cewherê wan dûrxistine. Mirovê ku keda wî tê îstîsmarkirin li hember rastiya xwe biyanî dibe, ji civaka xwe dûr dikeve û di esasê xwe de dibe kole. Ya ku çerxên sîstema modernîst a kapîtalîst dizîvirîne, ev rastiya koledariyê ye ku êdî bûye sîstematîk. Endustriyalîzm û sermayeya yekdestiyê ku hîmên bingehîn ên sîstema modernîst a kapîtalîst in, di rastiyê de li ser îstîsmara kedê ya sistematik ku mirovan ji cewherên wan dûr dixe, xwe xwedî dike. Jin di demên beriya 8’ê Adarê de jî li hemberî îstîsmara kedê ya ku mirovan ji cewherê dûr dixe têkoşînek bê mînak bi berdêlên giran dane, bêdeng nemane û bûne xwedî têkoşînek mezin. Bersiva sermaya yekdestdar a bi dewletê re bisazî bûye, weke her carê komkujî bû. Di vê wateyê de 8’ê Adarê ji bo eşkerekirina hevkariya qirêj a dewlet û sermayeyê û derxistina zîhniyeta qetlîamker a sermaya serdest a mêr a li dijî jinê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. 8’ê Adarê ji bo jinan; Li dijî sîstema desthilatdariyê tevî berdêlên giran hewl didin vê rojê bi hebûna xwe ya rastîn bidest bixin. 8’ê Adarê sembola jina berxwedêr e ku zîhniyeta mêr a li hemberî jinê eşkere dike. Li ser vê bingehê bersiva herî guncaw bi berxwedanê re 8’ê Adarê pêşwazîkirine.
EM HER KÊLIYA VÊ SEDSALÊ VEGUEHRÎNIN KÊLIYÊN AZADIYA JINÊ

Di dewama daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de wiha hate gotin:

“Hêza jinê ya pêşeng a ku îro 8’ê Adarê gihandiye wateya wê ya rasteqîn Tevgera Jinê ya Azad e ku di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de ava bûye. Tespîta ‘Azadiya jinê hîmê bingehîn ê têkoşîna me ya azadiyê ye’ ya Rêberê me di nava têkoşîna me ya pêncî salî de hîn xurt bû û kir ku Tevgera Jinên Kurd pêşengiyê ji têkoşînên jinan ên cîhanê re bike. Li dijî jiyana bi serweriya mêr û mejiyê mêr, Tevgera Azadiya Jinê şênber kir ku jiyana azad bi şerkirinê bi dest dikeve, lewma bi YJA Starê re têkoşîna jinê gihand asteke nû. YJA Star nîşaneya wê yekê ye ku ti nirxê bidestketî bêyî xweparastinê nikare bê parastin. YJA Star ji Kobanê heta Şengalê ji bo hemû jinên Kurdistanî û jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî. Bi mîrateya xwe ya berxwedanê ya zêdeyî 30 salan ji bo jinan bûye modela xweparastinê, li dijî mejiyê mêr ê qetlîamkar, hêza herî mezin a xweparastinê ya jinê ye. Lewma li malê, dibistanê, kolanan, qadan li her qadên jiyanê girîng e ku bi hişmendiya xweparastinê ya YJA Starê nêzîkatî bê kirin. Ji ber vê yekê jî li malê, dibistanê, kolanan bi rabûna li ber çanda destavêtinê, jin dikare bibe xwedî hişmendiya YJA Starê. Her jineke bi hişmendiya xweparastinê li dijî mejiyê mêr ê ku her roj jinekê qetil dike, sekna herî mezin e. Bi YJA Starbûyînê jin dikare xwedî li ked, beden, ruh û dilê xwe derkeve. Lewma banga me li hemû jinan ew e ku li ser xeta jinê ya azad bibe xwedî hişmendiya YJA Starê û li ser rêya jinê ya YJA Starbûyînê em bi hev re bimeşin. Em xwedî li nirxên azadiyê yên hatine afirandin derkevin, her kêliya vê sedsalê bikin kêliyên azadiya jinê.

HETA KU JINEKE BI TENÊ BÊRÊXISTIN NEMÎNE EM TÊKOŞÎNÊ DEWAM BIKIN

Têkoşîna me ya azadiya jinê ku Rêberê me weke karekî destanî pênase kir, kodên mejiyê mêr ê pênc hezar salî raxist pêş çavan û rê li ber ‘Xwebûnê’ vekir. Şerê me yê azadiyê ku ji Sarayan heta Zîlanan, ji Bêrîtanan heta Doga Viyanan bênavber dewam dike, bi navê jinan destketiyên mezin afirand û bû nîşaneya wê yekê ku civaka jin lê azad be ew ê jî azad be. Ji ber vê yekê jî girîng e jin her qada ku lê ne veguherînin çepera berxwedanê ku ev yek tê wateya qedandina mejiyê mêr ê tecawizkar. Rêya vê yekê jî rêxistiniya xurt e. Li cihê ku jinek bi tenê bêrêxistin bimîne wê destavêtin, destdirêjî li jinan bê kirin, jin bêne eciqandin û talankirin. Her jineke li derveyî jiyana rêxistinî dimîne, dibe hedefa hovîtiya mejiyê mêr û ji nasnameya xwe tê dûrxistin. Bi vê têgihiştine, heta ku jineke bi tenê jî bêrêxistin nemîne divê em têkoşîna xwe dewam bikin. Em di wê baweriyê de ne ku her jinek mîna tovên di biharê de jinûve şîn dibin, wê jinûve şîn bibe, xurt bibe û xwe bigihîne nasnameya civakî ya rasteqîn. Ji bo em vê biharê bikin destpêka bihara jinê û sîstema qetlîamkar, serweriya mêr rawestînin, em berxwedana bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji xwe re bikin esas. Ji ber ku ji bo me jinan ‘Jin, Jiyan, Azadî navê biryardariya di jiyana azad de ye. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji Rosayan heta Sarayan mîrateya hevpar a jinan hemûyan ên berxwedêr e. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ formula şêweyê nivîsandina dîroka jin a azad e. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîrîna hesabpirsîna ji sîstema bi serweriya mêr e. Di vê 8’ê Adarê de em bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dakevin qadan û biqîrin ku jiyaneke bê jinê qebûl nakin, qîrîna xwe veguherînin rêxistiniyê û hesabpirsîna dîrokî ya ji sîstema bi serweriya mêr bidin destpêkirin.

Weke YJA Starê em soz didin ku şoreşa jinê teqez pêk bînin, 8’ê Adarê li Rêberê xwe yê ku bedewiya jinê, bilindahiya jinê hînî me kiriye, hevrêyê herî mezin ê jinê ye û li hemû jinan careke din pîroz dikin. Em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Milîsên KBDH’ê li dijî xeta erdgazê çalakî pêk anîn

Nivîsa Pêş

Di pêşengtiya Ciwanên Mexmûrê de şehîd Tolhildan Qendîl hate bîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Di pêşengtiya Ciwanên Mexmûrê de şehîd Tolhildan Qendîl hate bîranîn

Di pêşengtiya Ciwanên Mexmûrê de şehîd Tolhildan Qendîl hate bîranîn

HPG: Li Zapê droneyek hate îmhakirin

HPG: Li Zapê droneyek hate îmhakirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.