Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Rêveberiya Xweser bîlançoya êrişên dewleta Tirk eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
15/01/2024 - 14:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Rêveberiya Xweser bîlançoya êrişên dewleta Tirk eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê eşkere kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên dijminane xwe nagihîne armancên xwe, ji ber vîn û biryardariya gelê me ku em hêza xwe ji wan digirin, têrê dike tevahî plan û siyasetên li dijî herêmên me têk bibîn.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş navenda xwe civîneke çapemeniyê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdariya hevserokatiya Meclisa Rêveber û hevserokên desteyan li dar xist.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên El Osman bi zimanê erebî û hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Ji çend salan ve dewleta Tirk a dagirker şerê qirkirinê li dijî herêmên me dimeşîne. Bi wê re tevahî qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike. Gelek caran sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê li dijî gelê me kirine. Dewleta Tirk li gorî siyaseteke dijminane li dijî gelê me û bi armanca wêrankirina herêmê û ji bo ku şer lê dewam bike, êriş dike. Mîna ku dewleta Osmanî û yên pey wê re hatine, kirin.

Li ser bingeha erka nîştimanî ya sûriyeyî, exlaqî û mirovî divê hêzên çalak ên li Sûriyeyê, rêxistin û aliyên hiqûqî û mirovî van êrişên li dijî herêmên me û encamên wê yên neyînî li ser herêmê nas bikin. Ev êriş, li gel dorpêçkirinê û terora ku li ser herêmê û cîhanê tev de gef e û tengavkirina derfetên çareseriyê, rêgezeke qirkirin û wêrankirina herêmê ye, hedefgirtina nirx û exlaqên civaka navneteweyî li erdnîgariya herêmên me ye ku li hember terorê tê dikoşe û hewl dide wê tune bike. Êrişên li ser herêmên me yekitî û serdestiya Sûriyeyê dikin hedef.

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên ji 12`yê Çileyê ve wiha ye:

73 caran eriş kirin

Dewleta Tirk a dagirker ji 12ˊyê Çileyê heta amadekirina vê daxuyaniyê 73 caran êriş pêk anîne, ev êriş jî wiha ne;

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê, balafirên artêşa Tirk a dagirker 7 caran êriş bir ser stasyon petrolê û di wan êrişan de 5 cih bombebaran kirin:

Stasyona Siwêdiyê ya herêma Dêrikê bi zêdetirî 10 moşekên balafiran hate bombebarankirin, di encamê de zirarên mezin bi stasyonê bûn.

Stasyona Udê ya petrolê ya li Tirbespiyê bi 3 moşekên balafiran hatin bombebarankirin.

Stasyona Parzûngeha Tifle ya herêma Dirêkê bi 2 moşekên balafiran hate bombebarankirin, di encamê de zirarên mezin bi parzûngehê bûne û ji xizmetê derket.

Parzûngeha Girê Berî yê li navçeya Tirbespiyê hate bombebarankirin, di encamê de zirarên mezin çêbûn.

Artêşa Tirk a dagirker depoyên çaksazkirina bîrên petrolê û stasyona kehrebeyê li bajarokên Rimêlanê li herêma Dêrikê bombebaran kirin.

Der barê stasyon kehrebeyê de jî, li gorî Nivîsgeha Enerjiyê artêşa Tirk a dagirker 7 caran bombebaran kirin û wiha ne;

Kobanê: artêşa Tirk a dagirker bi 2 moşekên balafiran stasyona kehrebeyê bombebaran kir, di encamê de kehrebe li ser bajêr û zêdetir 400 gundan qut bû.

Eyn Îsa: Di encama bombebaranê de kehrebe li ser navçeyê û zêdetirî 250 gundan qut bû.

Amûdê: Di encama bombebaranê de kehrebe li ser bajêr û 90 gundan qut bû.

Tirbespiyê: Di encama bombebaranê de kehrebe li ser bajêr û 190 gundan qut bû.

Qamişlo: Trans û stasyonên kehrebeyê hatin bombebarankirin, di encamê de kehrebe ji sedî 70 li ser bajêr û gundan qut bû.

Dirbêsiyê: Vê sibehê stasyona kehrebeyê hate bombebarankirin, di encamê de kehrebe li ser navçeyê û gundan qut bû.

Li gorî daxuyaniyên Desteya Hundirîn, artêşa Tirk a dagirker 5 nuqteyên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran kirin; 3 nuqte li Cizîrê û 2 nuqte li Eyn Îsayê.

Artêşa Tirk a dagirker di 48 saetên borî de 45 avahiyên xizmetguzariyê û malên welatiyan bombebaran kirin.

6 kes birîndar bûn

Li gorî daxuyaniyên Desteya Tenduristiyê, di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 6 welatî birîndar bûn; 2 li Amûdê û 4 jî li Dirbêsiyê.

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundewarên Til Temir, gundewarên Minbicê, kantona Şehbayê topbaran kirin, lê tu agahiyên der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker vê sibehê 7 gundên navçeya Zirganê ya kantona Cizîrê topbaran kirin.

Em diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên dijminane xwe nagihîne armancên xwe, ji ber vîn û biryardariya gelê me ku em hêza xwe ji wan digirin û têrê dike tevahî plan û siyasetên li dijî herêmên me têk bibin.

Em bang li gelê me yê berxwedêr bi tevahî pêkhateyên wî dikin ku di helwestên xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî herêmên me de dewam bikin. Bersivdana gelê me bi rêya beşdarbûna wî di merasîmên şehîdan û daketina li qadan de li dijî êrişan, aşkera bû. Ji ber wê em bi hev re têkoşîn û berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker mezin bikin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzên Rûsî li Dirbêsiyê ji aliyê gel hatin sekinandin

Nivîsa Pêş

HPG: Li Metîna 12 dagirker hatin cezakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Li Metîna 12 dagirker hatin cezakirin

HPG: Li Metîna 12 dagirker hatin cezakirin

Jinên Ciwan êrîşên li ser axa Rojava ya li Tebqayê şermezar kirin

Jinên Ciwan êrîşên li ser axa Rojava ya li Tebqayê şermezar kirin

Manşet

  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.