Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Mazda Maria: Jin Jiyan Azadî – Nexşereya Şoreşa Jinê

Edîtor: Nucan Serdoz
10/01/2024 - 10:46
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
Mazda Maria:  Jin Jiyan Azadî – Nexşereya Şoreşa Jinê
ParvekeTweet

HABER MERKEZİ – Tê zanîn – ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê wek dirûşmeyeke, lê wek felsefeyekî azadiya jin li cîhanê belav dibe. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, ji rojhilatê Kurdistanê hetanî Emerîqaya Latîn pêlên serhildanê dest pê kirin. Em dikarin bêjin “ev serhildan bersiveke li dijî kuştina jineke ciwan bû”, û ev mijar hema derbas bikin. Lê birastî jî divê em vê mijarê kûrtir bigirin dest. Serhildanên Rojhilat xwedî zanabûneke rêxistinî, zanabûna rewşa jinê û azweriya azadiyê bûn. Ji ber vê bi awayeke pir lez dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ yekser bû îlham, rênîşandan û nexşereya şoreşa jinê! Qîrkirina vê dirûşmeyê yekîtiya rih û fikreke hevpar nîşan da, hema wisa bi rasthatinî, bi tesaduf nehate bikaranîn. Ger ku em bixwazin vê rastiyê û bandora ‘Jin Jiyan Azadî’ li ser giştî cîhanê fem bikin, divê em lê binêrin ka pêşketina jina Kurd çawa pêk hat, jina Kurd ji kîjan merheleyan derbasbû.

Yek ji gavên herî girîng di dîroka jina Kurd de artêşbûn û partîbûna jinê bû. Bi ked û hewldanên Rêber Apo cara yekem partî û artêşa jinan a xweser çêbû. Bi vê awayî jina Kurd dest pê kir xwe wek zayenda jin nas bike, xwe bi xwe rêxistin bike û hêza xwe bibîne. Ji dawiya salên 80î ve rojeva esasî ya Rêber Apo azadiya jin bû, ji ber ku ji mêj ve dibîne ku mifteya azadiya gel, azadiya jinê ye. Girêdanbûna Jin bi Jiyanê û bi Azadiyê pênasekir û jina azad kir formuleya jiyaneke azad. Bi pêşengên jin weke Şehîd Sakine Cansız û Şehîd Evîn Goyî gavên destpêk ên xwegihandina nasnameya jina azad hatin avêtin. Bi vê awayî wan jinên leheng bîngeha mîrasa şoreşa jinê danîn. Partîbûn û artêşbûna jinê bûn mînak û modeleke ji bo hemû jinên cîhanê ji bo pêkanîna Şoreşa Azadiya Jinê. Bi vê re di asteke girîng de danasîna rêxistinbûna jina Kurd çêbû jî. Lê derketina esasî Şoreşa Rojava bû. Bi Şoreşa Rojava (ku li ser mirasa Evînan ava bû) jina Kurd xwe bi şerkerî û têkoşertiya xwe ji cîhanê re da nasîn. Êdî jina Kurd ne tenê xwe nas dike, lê giştî cîhanê re cewher û hêza jinê nîşan dide. Di wan pêvajoyan de êdî Jineolojî jî dibû rojeveke esasî di Tevgera Azadiya Jinê de. Jineolojî jî wek pêngaveke din dikare bê destgirtin. Ji ber ku jina Kurd bi destnîşankirina hêza jinê sînordar namîne: êdî bi awayeke şênber çareserî û perspektîf ji raya navnetewî pêşkêş dike, bi vê re deriyên cîhanê vedike û bandora xwe firehtir dike.

Nirxandinên Rêber Apo, perspektîf û pêşdîtinên vî ji bo Tevgera Jin her tim bûn rênîşandan û sedema derketinên şoreşgerî. Bi vê rengî êdî felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi pêngav, rêxistinbûn û projeyên mezin her zindî dihat hiştin. Lê di sala 2022 bi pêşengtiya jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî zivirîn Serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ – di vir de eşkere dibe ku êdî felsefeya Azadiya Jinê di jinên civakê de (esas di civakan de) jî dibe beden, dibe perspektîfa çalakî û serîrakirina jinên cîhanê.

Pêşketina Jin Jiyan Azadî di asta cîhanê de

Ji Rojhilata Navîn heta Emerîqaya Latîn, ji Ewrûpa hetanî Bangladeş – êdî ‘Jin Jiyan Azadî’ bû pengaveke nû. Dibe ku tevgera me ya jinê berî bêtir li Rojhilata Navîn û Ewrûpa dihat nasîn, lê niha nasnameyeke firehtir qezenç dike. Her dû konferansên navnetewî ya jinan jî gavên pêwîst ji bo avakirina pergaleke konfederalîzma jinê ya cîhanê bûn. Herî dawî di konferansa duyem a navnetewî di dawiya sala 2022 de gavên ber bi pergala jinê şênbertir bûn, rihê hevpar a jinê bêtir derket holê. Bi pêngava ‘Azadî ji bo Rêber APO’ ya sala bihurî, felsefeya Rêbertiya me xwe gihand hetanî başûrê Asya û têkîliyên me yên Emerîqaya Latîn firehtir, kûrtir bûn. Li rojhilatê Ewrûpa jî me torên xwe firehtir kiriye. Lê ya girîng li Rojhilata Navîn – bi taybetî li Tirkiyê jinên femînîst, jinên berxwedêr û azadîxwaz xwedî li ‘Jin Jiyan Azadî’ derketin. Ji xwedîderketin zêdetir xwe ayidî vê felsefeyê dîtin jî pêşket. Êrîşên çewtkirina vê dirûşmeyê, heta hewldana înkarkirina girêdaniyê vê bi Tevgera Azadiya Jinê jî çêbû. Helbet li dijî vê xebat hatin meşandin, ji bo ku bê dîtin ku Rêbertî, felsefeya Vî û azadiya jinê ji hev nayin veqetandin. Lê êrîşên baviksalarî ne tenê di asta teorîk hatin meşandin. Di mehên Çile û Sibatê de em bi gelek êrîşên hovanê rû bi rû mane.

Rojên Tarî

Rêber Apo afrînêrê şoreşa jinê ye. Komploya navnetewî, ya ku di sala 1998 ji hêzên NATO û Mossadê ve hatibû dest pê kirin, yekser komployeke li dijî fikr û felsefeya Rêbertî, li dijî azadiya jinê, li dijî Tevgera Azadiyê û li dijî gelê Kurd bû. Roja dîlgirtina Rêber Apo ‘Rojeke Reş’ e ji ber ku hêzên modernîteya kapîtalîst xwestin me ji Rêber Apo qut bigirin, hemû hêviyên jiyaneke azad bikujin û derfetên şoreşê ji holê rakin. Li dijî vî fedayîyên ‘hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bedenên xwe kirin agir û helwesta herî radîkal nîşan dan. Dîsa herî zêde jin xwedî li Rêbertî derketin, biryardariya girêdanbûna bi xeta Apogerî nîşan dan û ji bo berbelavkirina fikr û pergala Rêbertî ketin têkoşîneke bêeman.

Jinên mîlîtan weke Şehîd Sakine Cansız û Şehîd Evîn Goyî bi rêxistinbûna jinê, bi têkoşîna îdeolojîk ve bersiveke mezin dan komploya navnetewî. Ji bo ku şoreşa jinê pêk bê, hemû wext û keda xwe dan, heta jiyana xwe jî dane. Ji ber ku jiyanê ji nû ve afrandin bûn dijminên herî mezin ên baviksalariyê û çanda vî ya tecavuzê, çanda vî ya mirinê. Em nikarin her dû qetliyamên Parîsê ji vê rastiyê qut bigirin dest. Rêber Apo şehîdxistina heval Sakine weke komployeke duyemîn beramberî xwe dinirxîne, ji ber ku heval Sakine pêşenga herî mezin a şoreşa jinê bû, bi ked û destên xwe rêxistin û têkoşîna jinê dihunand, û mezintir dikir. Jinên weke Heval Sakine, Heval Fidan, Heval Leyla û Heval Evîn li gorî felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyan dikirin û bûn xeteriyên herî mezîn li dijî hişmendiya zilamê serdest, ji ber vî jî hatin hedefgirtin û şehîdxistin. Lê baş binêrin: Di sedsala me ya 21’emin de jin bi gelemperî tên hedefgirtin. Êrîş tenê jinên şoreşger bandor nake lê bi tevahî jinên çepgir, aktîvîst, dayîk, jinên ciwan û hwd. Ji ber ku di her jinê de potensiyeleke dij-baviksalarî heye, hemû jin bi tundiyên cur bi cur – heta kuştinê rû bi rû dimînin. Ji ber vî ji bo me weke Tevgera Azadiya Jinê hevbeşkirina têkoşînê û rêxistinbûna di asta navnetewî ewqasî girîng û jiyanî ye. Şehîdxistina jinên pêşeng û mîlîtan ji bo seknandina şoreşa jinê hewldaneke taybet a dijmin e. Li Kurdistanê qetliyama jin bû çekeke asayî. Hem li bakurê Kurdistanê, hem li başûrê Kurdistanê gelek jinên pêşeng hatin girtin û şehîd xistin. Heval Zîlan Konya pêşengeke şoreşa jinê, bi taybetî pêşengekî ji bo îlmê Jineolojî bû. Ev jina leheng bi destê MÎTê dewleta Tirk bi awayeke herî hov ser axa Kurdistanê hate şehîd xistin. Girtin û qetliyama jinan, taybet jinên şoreşger, ji bo hemû mirovahiyê wendahiyên mezin in.

Jin Jiyan Azadî dê her tim zindî bimîne

Ger êrîş ewqasî bi tundî rû didin, divê bersiva me jî herî kêm ewqasî tund û bi biryar be. Heval Sara û Heval Rûkên vê rastiyê bi çalakiya xwe ya fedayî îspat kirin. Bi çalakiya xwe yekbûna jin, afrinêrî, wêrekî, dîsîplîn û asta herî bilind a rêxistinbûnê nîşan dan. Her du heval bi her awayî di pir rehendan de ji bo me mînak in, ji bo me xwedavendên têkoşîn û tolhildanê ne. Bi saya wan xwedavendan têkoşîna azadiya jinê di her qadê de gengaz e. Wan hevalan xwe dikin mertal ji bo ku em karibin têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ bidomînin.

Jin Jiyan Azadî felsefeyekî ye ku di jiyana me, di rêya me ya şoreşa jinê de her veşartî ye. Dibe di dayîkeke aşitî de, dibe ku şervaneke jin li ser çiyayên Metîna be, dibe ku şoreşgereke jin li Meksika be, dibe ku jineke ciwan li Tirkiye be: Em ê cewher û vîna jinê derxînin holê, xwe bêtir rêxistin bikin û têkoşîneke hevpar bigihîjînin lutkeyê. Felsefeya Jin Jiyan Azadî formuleyeke şoreşa jinê ya sedsala 21’emîn a bê sînor e. Ji ber vê: Em vê felsefe çiqasî bikin beden, em ê ewqasî nêzî azadiyê bibin. Bayê şoreşê ku li dilê Rojhilata Navîn destpêkir, roj bi roj dibe bahozeke mezin û dijwar, roj bi roj em ê wek netewa jin bibin yek û rêya pêşengên soreşa jinê wekî Sakine Cansız, Evîn Goyî, Rosa Luxemburg, Tamara Bunke, Hannie Schaft, Clara Zetkin, Mina Keşvar Kemal, Louise Michele, Cemile Buhayrad, Emmeline Pankhurst, Lucia Sanchez bidomînin.

ÇAVKANÎ: KOVARA JİNÊN CİWAN YÊN WELATPARÊZ

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla lê da: 2 dagirker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

Şagirta şehîd Sakîne Cansiz qala wê kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şagirta şehîd Sakîne Cansiz qala wê kir

Şagirta şehîd Sakîne Cansiz qala wê kir

16 binçavkirin û 12 doz hatin vekirin, îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin

16 binçavkirin û 12 doz hatin vekirin, îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin

Manşet

  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.