Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ciwanên Şengalê yên Ereb û Êzidî konferansa xwe ya 3’emîn lidardixin

Edîtor: Nucan Serdoz
07/01/2024 - 13:45
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Ciwanên Şengalê yên Ereb û Êzidî konferansa xwe ya 3’emîn lidardixin
ParvekeTweet

ŞENGAL- Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê bi beşdariya ciwanên Ereb yên Şengalê, diçin konferansa xwe ya 3’yemîn. Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan diyar kir ku ewê bi rêya konferansê rêxistinkirina hemû ciwanên Êzidî û Ereb yên Şengalê mezintir bikin û got: “Emê bi rihê berxwedan û serkeftinên gerîla ya li çiyayên Kurdistanê konferansê lidarbixin.”

Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê, bi armanca mezinkirin û berfirehkirina xebatên xwe yên ji bo rêxistinkirina tevahî ciwanên Şengalê, di 12’ê Çileyê de li Şengalê wê 3’emîn konferansa xwe li darbixin.

Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar a konferansê hatiye girtin, wê 350 ciwanên ku endamên ciwananin tevlî konferansê bibin. Ji derveyî ciwanên Êzidî wê ciwanên Ereb yên Şengalê jî beşdar bibin.

Komîteya amadekar ya konferansê ragihand, wan ji derveyî Şengalê jî nûnerên ciwanan vexwendiye konferansê û hate gotin, ji derveyî ciwanan vexwendinname ji bo nûnerên Rêveberiya Xweser, TAJÊ û gelek sazî û dezgehan jî hatiye şandin, ji bo weke mêhvan beşdar bibin.

Di konferansê de wê perspektîfên Rêber APO ya derbarê ciwanan de bi awayeke dîtbarî were temaşe kirin. Her wiha wê sînevîzyoneke ji kar û têkoşîna ciwanên Şengalê pêktê, were temaşe kirin û peyamên şehîdên pêşeng yên Êzidî yên ciwan werin temaşekirin.

Têkildarî bernameya konferansê û naveroka wê, Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan ji ajansa me re axivî.

Sara Botan dazanîn, ew dixwazin bi şêwazeke xurt dest bi sala 2024’an a têkoşînê bikin û diyar kir ku pêwîstiya wan bi mezinkirina xebatên rêxistinkirina ciwanên Şengalê heye.

Berdevka Ciwana Sara Botan da zanîn ewê di konferansê de şêwazê tevlîbûna pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ bi awayeke berfireh nîqaş bikin û wiha pê de çû: “Wê yek ji rojeva me ya sereke ya konferansê azadiya Rêber Apo be. Emê di konferansê de li ser şêwazê tevlîbûna ciwanan ji pêngavê û pêşengiya wê nîqaş bikin û biçin plansaziyekî berfireh. Pêwîstiya hemû ciwanên Şengalê bi rêxistinkirinê heye û emê jî li ser mezinkirina xebatên rêxistinkirinê bisekinin. Emê di konferansê de kar û xebatên xwe yên salên borî, kêmasî û nebesiyên di xebatê de hene, sedemên wê nîqaş bikin û ji bo hemû ciwanên Şengalê rêxistin bikin, bernameyeke nû bidin pêşiya xwe.”

Yek ji mijareke din a herî zêde ciwan li ser rawestin ketina ciwanan bin bandora şerê taybet ya dewleta Tirk, MÎT û hinek hêzên din e. Sara Botan têkildarî mijarê van agahiyan da: “Di van salên dawiyê de êrişeke mezin li ser ciwanan heye. Bi taybet dijmin ciwanan dixîne û dike dijminê kokê, sîxûriyê pêşdixîne. Emê di vê konferasnê de rê û rêbazên têkoşînê yên dijî van êriş û pîlanan nîqaş bikin.”

Berdevka Ciwanan daxuyakirin wê di konferansê de ji bo parastina destkeftiyên Şengalê jî nîqaş were kirin û pêşengiya ciwanan were destgirtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Emê bi rihê berxwedan û serkeftina gerîla ya li dijî dagirkeriyê biçin konferansê. Emê bi riheke xurt xwedî li rêya şehîdan derkevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Li Zapê 1 dagirker hate cezakirin, qemyonek hate derbkirin

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan ên Girê Spî civînekî derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan ên Girê Spî civînekî derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li darxistin

Jinên Ciwan ên Girê Spî civînekî derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li darxistin

Ji ber parvekirina wêneyê 74 caran hat qamçîkirin: “Em ê berxwedana xwe bidomînin”

Ji ber parvekirina wêneyê 74 caran hat qamçîkirin: "Em ê berxwedana xwe bidomînin"

Manşet

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPS: Hevrê Mordem bi berxwedanê şehîd bûYPS: Mordem yoldaşımız kahramanca şavaşarak şahadete ulaştı!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET- Gerillayên HPG di nav mehekî de di heman cihê de 5 car ‘yekineyên veşartî’xist!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.