Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

‘Em hesabê komkujiyan bipirsin’

Edîtor: Nucan Serdoz
04/01/2024 - 12:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
‘Em hesabê komkujiyan bipirsin’
ParvekeTweet

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), têkildarî komkujiyên li Parîsê daxuyaniyek dan û ji bo çalakiya navendî banga tevlîbûnê kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“3 jinên Kurd ên şoreşger hevrê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê, ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ve bi destê îstixbarata Tirk MÎT’ê ve hatin qetilkirin.

Di salvegera 11’an a komkujiya Parîsê ya 9’ê çileyê de em hevrêyên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî bi minet û hezkirineke mezin bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza xwe dubare dikin ku şoreşa jinê pêk bînin, ku armanc û xeyalên wan bû.

Par di salvegera 10’emîn a komkujiyê de bi pêşengiya hevala Evîn Goyî Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê wê bi dirûşma ‘Sira dewletê rakin! Dawî li bêcezahiştina 10 salan bînin’ çalakiyên protestoyî bihatina lidarxistin, lê belê di dema amadekariyeke bi vî rengî de komkujiya Parîsê ya duyemîn qewimî û hevalên me Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer li Parîsê hatin qetilkirin.

Tevî ku 11 sal di ser komkujiya 9’ê Çileyê re derbas bûne, hîn jî zirxa ‘sira dewletê’ ya li ser dosya dozê nehatiye rakirin. Dewleta Fransayê tevî ku dewleta Tirk a faşîst ji ber vê komkujiyê dadgeh nekir, her wiha zemîn ji rûdana komkujiya duyemîn a Parîsê re amade kir. Komkujiya duyemîn a ku 23’ê Kanûna 2022’an hate kirin, dewama berjewendî û polîtîkayên qirêj ên hikumeta Fransayê û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ye. Yên ku fermana komkujiyê dan û kujer zelal in, ya ku ne zelal e, edaleta dewleta Fransayê ya li hemberî gelê Kurd e. Eger dewleta Fransayê naxwaze bibe şirîkê vê komkujiyê, divê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê rake, komkujiya Parîsê ya duyemîn weke komkujiyeke siyasî binirxîne, ne weke bûyereke edlî.

‘EM LI DORA RÊBERÊ XWE BICIVIN’

Komkujiyên 9’ê Çileyê û 23’ê Kanûnê weke parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd hatin kirin û li dijî Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd hate birêxistinkirin. Mînaka herî şênber a vê yekê jî polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê ya li ser Rêberê me ye. Sîstema Îmraliyê nîşaneya şênber a qirikrina Kurdan e.

Rêberê me komkujiya 9’ê Çileyê weke komkujiya duyemîn a Dersimê pênase kir û bi gotina “Ha we êrîşî Sakîne kir, ha jî we êrîşî min kir’ bal kişand ser armanca komkujiyê. Komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê ku nîşaneya israra hêzên navneteweyî ya li ser qirkirina Kurdan e, lewma ronîkirina van herdu komkujiyan wê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê me bibe Ji ber vê yekê wezîfeyeke me ya herî esasî ye ku em li dora Rêbertî bicivin, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Israra li ser paradîgmaya Rêberê me ku gerdûnî dibe, israra li ser mirovbûnê ye. Mîna Sakîne, Rojbîn, Ronahî û Evîn… Paradîgmaya Rêberê me ya li dora azadiya jinê, tirs berdaye nava hêzên hegemon, lewma êrîş li pêşengên tevgera jinên Kurd tê kirin. Ji ber ku jinên berxwedêr û azadbûyî li dijî dewletên mêr ên kapîtalîst alternatîfê diafirînin, ji bo mirovên ku li ser jiyana bi rûmet û azad israr dikin, dibin ronahî.

‘DI 6’Ê ÇILEYÊ DE BERÊ XWE BIDIN PARÎSÊ’

Weke şopdarên hevrêyên xwe yên ku 9’ê Çileyê û 23’ê Kanûnê şehîd bûn, li dijî hêzên komploger ên êrîşî jinan, gelan û nirxên mirovahiyê dikin, em li ser azadiyê israr dikin. Israra li ser têkoşîna azadiya jinê, israra li ser parçekirina kodên sîstema serweriya mêr e. Lewma şoreşa jinê wê tolhildana me be.

Roj ew roj e ku hesab ji zayendîperestî, mîlîtarîzm, nijadperestî û bêedaletiyê bê pirsîn. Edalet, azadî û demokrasî bi berxwedanê pêk tên. Ji ber vê yekê di serî de jin em bang li gelê Kurd û dostan hemûyan dikin ku 6’ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin.”

Têkildarî cih û saeta kombûna ji bo çalakiyê jî ev agahî hatin dayin:

 6’ê Çileya 2024

Saet: 10:00

Cih: Gare du Nord

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cenazeyên Şehîd Ay û Olçay hatin definkirin

Nivîsa Pêş

HBDH: Me di sala 2023’an de 160 çalakî pêk anîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HBDH: Me di sala 2023’an de 160 çalakî pêk anîn

HBDH: Me di sala 2023’an de 160 çalakî pêk anîn

HPG: 2 dagirker hatin cezakirin

HPG: 2 dagirker hatin cezakirin

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiya Ciwanên YCR li Hewlêre

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ANALÎZ – Hebûna kurdan wekî tunebûna xwe dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Zarokên Agir li Stenbol û Îzmîrê agirê tolhildanê bilind dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwan û jinên Ciwan li Xana Serê komploya navnetewî şermezar kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Wê Meşa “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” li dar bixe- hat nû kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Bi dehan çete hatin kuştin, panzêrek û 3 erebeyên leşkerî hatin îmhakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.