Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

KCK: Em di sala 2024’an de têkoşînê geş bikin û bi ser bikevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sala nû ya gelan pîroz kir û got: “Di sala 2024’an de berpirsyariya me ya dîrokî, ew e ku em sîstema qirker û modernîteya kapîtalîst hilweşînin û Modernîteya Demokratîk hîn bêhtir bixin meriyetê.”

Edîtor: Nucan Serdoz
31/12/2023 - 18:20
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Em di sala 2024’an de têkoşînê geş bikin û bi ser bikevin
ParvekeTweet

Hevserokatiyê diyar kir ku yek ji taybetmendiyên ku sala 2023’an ji salên din cuda dike, ew e ku hestê piştevaniyê ya têkoşerên azadiyê zêde bûye û têkoşîn hîn bêhtir gerdûnî bûye û bang li her kesê alîgirê cîhaneke azad û bêmêtinger kir ku sala 2024’an têkoşînê hîn bêhtir geş bikin û serketinê pêk bînin.

Peyama sala nû ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye: “Em dikevin saleke mîladî de ku di roja me de weke cejneke sersalê ya gerdûnî tê pîrozkirin û ji bo Xrîstiyanan tê wateya Noel’ê. Li ser navê Tevgera me destpêkê em cejna Noel’ê ya alema Xristiyan pîroz dikin. Sala nû ya mîladî ya gelê me, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê pîroz dikin û hêvî dikin ku sala nû ji gelan, jinan, bindestan û hemû mirovahiyê re azadiyê bîne.

Sala 2023’an li Kurdistanê û li her devera cîhanê bû sala têkoşîna li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst a baviksalar, mêtinger û qirker. Gel, jin, kedkar û hemû beşên civakê yên bindest bê navber têkoşiyane û hêviya cîhaneke wekhev, azad û bêmêtingerî mezin kirine. Bi vî rengî bûn sedem ku em jî bi hêvî li siberojan binêrin. Hemû têkoşînên ku li dijî sîstema mêtingeriyê tên dayîn, em ji dil silav dikin û hestên xwe yên piştevaniya bi gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jinan, karker, kedkar û bindestan re parve dikin.

Yek ji taybetmendiyên ku sala 2023’an ji salên din cuda dike, ew e ku hestê piştevaniyê ya têkoşerên azadiyê zêde bûye û têkoşîn hîn bêhtir gerdûnî bûye. Ev rewş bi Pêngava Azadiyê re şênber bûye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin. Bîrdoziya Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo li dijî bîrdoziya modernîteya kapîtalîst û tarzê wê yê jiyanê pêş xistî û paradîgmaya civakê ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hemû kesên ku di lêgerîna azadî û wekheviyê de û kesên têkoşer aniye ba hev û yekîtiya têkoşînê pêk aniye. Ev tê wateya qonaxeke nû ya têkoşîna azadiyê. Kampanyaya Azadiyê ya ku 10’ê Cotmeha 2023’an li seranserê navneteweyî hatî destpêkirin, starta vê yekê daye. Em bi vê wesîleyê car din hemû dost, gel, rewşenbîr, nivîskar, karker, hunermend, ekolojîst, jin û tevgerên ciwan ji dil pîroz dikin, silav dikin, rêzdariya xwe nîşan didin û ji wan re serketinê dixwazin.

Yek ji yên ku li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst û sîstema mêtinger û qirker têkoşiyaye, Gelê Kurdistanê yê welatparêz e. Gelê Kurd li Rojhilat, Rojava, Başûr, Bakur, Şengal, Mexmûr, li dervey welêt û li her devera ku lê ye bê navber têkoşîn meşandiye û hêviya serketinê mezin kiriye. Li dijî pêkanînên zext, girtin, dagirkerî, komkujî û îdamê bi dirûşmeyên ‘Berxwedan Jiyan e’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ li ber xwe daye û planên qirkirinê yên dijmin pûç kiriye. Gelê Kurd û jinên Kurd bi têkoşîna xwe li Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya bindestan re kiriye û ji mirovahiyê re bûye hêvî.

Bê guman herî zêde Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê bêyî ku ji ti berdêlê bireve, li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst û mêtingeriya qirker li ber xwe da û encam afirand. Gerîla hemû êrîş bi ruhê berxwedanê yê fedayî yê Apoyî şikand û bûye layiqê pênaseya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk. Gerîla hêviya me ya serketinê mezin kir, xwesteka me ya têkoşînê zêde kir û gelê me û hemû mirovahî li dijî mêtingeriya xwînmij parastî ye. Bi vê wesîleyê em car din berxwedana gerîla bi hestên herî ji dil silav dikin, sala nû lê pîroz dikin û berdewama serketinên wê hêvî dikin.

Sîstema modertîneya kapîtalîst ku dijminê xweza û civakê ye, sala 2023’an bi şer, komkujî, mêtingerî, koçberkirinê, sefaletê, talanê û her cure tevilheviyê hîn bêhtir teşhîr bûye û baweriya xelasbûna ji vê sîstemê, zêde bûye. Li Xezeyê car din diyar bû ku modernîteya kapîtalîst ji bilî şer, xesp û talanê tiştek tin nîne. Şerê li Xezeyê ji ber serweriya li ser rêyên enerjî û bazirganiyê û ji bo mêtingehkirina çavkaniyan û berjwendiyê qewimî ye. Di serî de DYE, Îsraîl û Tirkiye hemû dewlet li gorî vê yekê nêzî meseleyê dibin, îstîsmar dikin û li gorî berjwendiyên xwe bi kar tînin. Mîna nêzîkatiya wan a li hemberî gelê Kurd, nêzîkatiya ti dewletê ne ji bo azadiya gelê Fîlîstînê ye. Lê gelên cîhanê bi piştgirî dayîna gelê Kurd û Fîlîstînê nîşan da ku ew êdî naxwazin di bin desthilatdariya sîstema modernîteya kapîtalîst bimînin. Ji ber ku di sîstema modernîteya kapîtalîst de herî zêde gelê Kurd û Fîlîstînê rû bi rûyê qirkirinê dimînin. Heta ku pirsgirêka van her du gelan neyê çareserkirin, ne Rojhilata Navîn ne jî cîhan azad nabe.

Di sala 2024’an de berpirsyariya me ya dîrokî, ew e ku em sîstema qirker û modernîteya kapîtalîst hilweşînin û Modernîteya Demokratîk hîn bêhtir bixin meriyetê. Em bawer dikin ku wê gelê me û hemû gelên cîhanê sala 2024’an bi temamî veguherînin sala serketinê. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em diyar dikin ku em ê di nava nêzîkatiyeke bi vî rengî de bin û bi vê baweriyê di serî de gelê me em bang li her kesê alîgirê cîhaneke azad û bêmêtinger dikin ku sala 2024’an têkoşînê hîn bêhtir geş bikin û serketinê pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yilmaz: Li Kurdistanê ferzkirina sîxuriyê sîstematîk bûye

Nivîsa Pêş

Gerîla Şerda Azadî: “Em ê bi ruhê fedayiyane tevbigerin”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîla Şerda Azadî: “Em ê bi ruhê fedayiyane tevbigerin”

Gerîla Şerda Azadî: "Em ê bi ruhê fedayiyane tevbigerin"

Mîlîsên HBDH’ê Sakîne Cansiz: “Li Îzmîrê me wesayîta faşîstan şewitand!”

Mîlîsên HBDH'ê Sakîne Cansiz: "Li Îzmîrê me wesayîta faşîstan şewitand!"

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.