Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

TCŞ Û TekoJIN: Ji bo agahî ji Rêber Apo bê wergirtin dakevin qadan

Edîtor: Nucan Serdoz
10/07/2023 - 15:30
di nav Ciwan, Daxuyanî, Ewropa, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
TCŞ Û TekoJIN: Ji bo agahî ji Rêber Apo bê wergirtin dakevin qadan
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Di daxuyaniya li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) de hat ragihandin ku ji ber nûçeyên ku nameyên gefxwarinê yên bênav ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê û dewleta Tirk ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine şandin, gelekî bi fikar in. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev zêdetirî 25 sal in tecrîdeke giran tê meşandin û ji bo ev rewş demildest bi dawî bibe divê ciwan bikevin nava liv û tevgerê.

‘RÊBER APO GAVEK JÎ PAŞ VE NEAVÊT’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Serlêdanên domdar ên parêzer, malbat û wesiyan bi israr bê encam tê hiştin. Serkarê faşîst Erdogan û hevkarê wî yê biçûk, ji ber li Herêmên Parastinê yên Medyayê û parçeyên din ên Kurdistanê têkçûnên giran jiyan, hewl didin bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo ê di Sîstema Êşkenceya Îmraliyê de tê ragirtin, tola xwe hilînin. Tevî van hemû hewldanên pûç jî, afirîner û pêşengê têkoşîna azadiya Kurdistanê Rêber Apo yek gav jî bi paş ve neavêt, planên dagirkerî û tecrîdê li Îmraliyê vala derxist. Hemû cîhan, hemû hêzên dost û dijmin dizanin ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo gel û ciwanên Kurdistanê tê çi wateyê. Berxwedan û ramanên bêhempa ya Rêber Apo ku li zindana qirkirinê ya Îmraliyê pêş xistiye, bi hezaran car îspat kiriye ku ew Rêberê hemû mirovahiyê. Dijmin ji ber ku vê rastiyê dibîne zextên xwe didomîne.

‘ÇALAKÎ GIRÎNG IN LÊ TÊRÊ NAKIN’

Lê her ku zext zêde dibin, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê (TCŞ) jî li hemû qadên Ewropayê berxwedana xwe mezin dike. Di rojên dawî de ciwan li dijî tecrîdê dadikevin qadan, ji bo azadiya Rêber Apo li hemû kolanan dengê xwe bilind dikin, li ser saziyan zextên xwe zêde dikin. Ev yek bêguman girîng e, lê têrê nake.

Li paytexta kapîtalîzmê her çalakiya li dijî tecrîda girankirî ya li ser afirînerê Modernîteya Demokratîk Rêber Apo rewa û guncav e. Em endamên xwe yên ciwan ên li her qadê dixebitin tevî ku di vî warî de têrker nabînin jî pîroz dikin.

HETA EM ENCAM BIGIRIN, EM Ê LI QADAN BIN

Rêber Apo ku bi dirûşma ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ derxist holê ku şoreş karê dilên ciwan e, ji bo pêşxistina pêşengiya ciwanan weke yek ji tevgerên herî stratejîk ji xwe re esas girtiye. Ger Rêber Apo ev erk û berpirsyarî daye me, wê demê divê em berxwedana ku di rojên dawî de daye destpêkirin mezin bikin, hemû saziyên ku destê wan di vê tecrîdê de heye derxin holê û heta ku em encam bigirin li kolanan bin.

Divê hemû raya giştî ya demokratîk, şoreşger, çep-sosyalîst û ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn li dijî tecrîdê berxwedan esas bigirin, li dijî cîhanê Ocalan biparêzin û ji bo vê dozê bijîn. Divê hemû ciwanên Ewropayê bizanibin ku ji komara Tirk a faşîst û qirker dem dema hesabpirsînê ye û şikandina tecrîdê ye. Dewleta mêtinger a Tirk di dema xwe ya herî qels û xirab deyedijî û destek ji kapîtalîzma ewropî digire. Divê em têkçûneke giran bi wan bidin jiyîn. Dem dema berxwedan û çalakiya bi ruhê Rêber Apo ye ku ciwanên Kurdistanê fêrî jiyana bi rûmet kir. Dem ew deme ku ciwanên Kurdistanê yên fedaî dagirkerên li ser axa Kurdistanê têk bibin e.

Li cihê ku dagirkerî û faşîzm lê be, ciwanên Kurdistanê wê li wir bin û heta serkeftinê wê li ber xwe bidin. Niha hedefa sereke ya şerê qirkirinê yê li dijî têkoşîna me di şexsê Rêber Apo de tê meşandin. Tecrîdeke dijmirovî û hovane li ser Rêberê me tê meşandin.

Çeteyên mêtinger bi qutkirina têkiliya Rêber Apo ji gelê me, difikirin ku wê bandora wî kêm bibe û girêdana manewî ji holê rabe. Lê ev xwe xapandineke. Lê bila zanibin ku êrîşa faşîzmê ya li dijî Rêber Apo wê têkoşîna me ya şoreşgerî mezin bike û berxwedana me xurt bike. Împaratoriya tirsê ya faşîzmê wê bi cesaret û ruhê fedaî yê ciwanên şoreşger têk biçe.

‘HETA TECRÎD TÊ ŞIKANDIN QAD YÊ CIWANÊN KURDISTANÊ NE’

Ji ber ku tecrîd û pêkanînên dijmirovahî yên li ser Rêber Apo berdewam dikin, divê hemû ciwanên birûmet ên Kurdistanê bibin kabûsa faşîzmê, bi berxwedana xwe dijmin û cîhanê bihejînin. Piştî vê pêvajoyê divê mêtinger, tecrîdkar û yên dijminahiya Rêbertiyê me dikin, bibin hedefa ciwanên Ewropayê. Divê hemû raya giştî û gelê me yê li Ewropayê dijîn bizane ku heta tecrîd tê şikandin qad yê ciwanên Kurdistanê ne. Roj roja esas girtina xeta Mazlûm Dogan e. Teslimbûn ber bi îxanetê, pasîfîzm ber bi têkçûnê û berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe. Ciwanan; dê pasîf nemînin û teslîm nebin. Em ji bo serketinê li ber xwe bidin, em ji bo serketinê têbikoşin.

Di vê çarçoveyê de weke Tevgerên Ciwanên Ewropa TCŞ û TekoJIN, em bang li hemû ciwanên şoreşger ên Kurdistanê dikin ku li dora Rêber Apo bibin yek û pêvajoyeke ku wê derba dawî li faşîzmê bide, tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de tê meşandin bişkîne û azadiyê misoger bike bidin destpêkirin. Divê hemû cîhan bizane ku; Em amade ne, em ê bi ser bikevin, em ê bi Rêber Apo re azad bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bayik: 14’ê Tîrmehê nîşan da ku di şert û mercên herî giran de jî dijmin dikare bê têkbirin!

Nivîsa Pêş

HPG: Dagirkeran 430 caran êrîş kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Dagirkeran 430 caran êrîş kirin

HPG: Dagirkeran 430 caran êrîş kirin

Li reqayê tecrîd hate şermezar kirin

Li reqayê tecrîd hate şermezar kirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.