Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

YJA Star: Rastiya şerê azadiyê nîşanî her kesî da

Edîtor: Nucan Serdoz
14/06/2023 - 18:32
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YJA Star: Rastiya şerê azadiyê nîşanî her kesî da
ParvekeTweet

BEHDINAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YJA Starê, xebatkara çapemeniyê ya YJA Starê Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em di serî de milîtana pêşeng, gerîlaya Apoyî û şopdara heqîqetê, hevrêya xwe ya dildar Şaristan Asmîn bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê hevrê Şaristan de, em soz didin ku di her tim bibin şopînerên rast ên Hîndîstan Penaber, Arjîn Amed, Sarya Onur, Ekîn Wan, Amara Ronahî û tevahiya şehîdên xwe yên çapemeniya azad ku li çiyayên Kurdistanê de ew bûn rênîşanên têkoşîna me. Em soz didin ku bi ronahiya wan a ku bûye dengê gelê me, bûye dengê jinên şerker û bûye rûyê herî rast ê çiyayên me ve, em ê heta dawî têkoşîna xwe dewam bikin.”

Daxuyaniya Ragihandin û Çapemeniyê ya YJA Starê bi vî rengî dewam kir:

‘DI RÛYÊ XWE DE KEN, DI DILÊ XWE DE BAWERIYA SERKETINÊ KÊM NEKIR’

“Hevrêya me ya pêşeng û kedkarek dilsoz a axa xwe Şaristan Asmîn, bi welatparêziya gelê Botanê ve mezin dibe û rastiya êşên gelên xwe wek her ciwaneke Kurd ew jî dijî. Hîn di temenekî ciwan de rûyê dagirkeriyê yê herî kirêt ve rûbirû dimîne û wek jineke Kurd soz dide ku hesabê her bihosteke axa xwe ji neyarên xwe bipirse. Bi vê armancê re berê xwe dide rastiya Rêber Apo ku heta dawî jêbawer e û di sala 1999’an dest bi meşa xwe ya şoreşgerî dike. Ew di tevahiya jiyana xwe de kedkar, fedakar, hevrê, pêşeng û girêdayî nirxên gelê xwe ye. Nav li xwe dike Şaristan û di meşa xwe ya têr û tîjî de dil û mejiyê xwe her dem bi felsefeya jiyana azad a Rêber Apo ve dadigire. Lewra wek jineke dilsozê welatê xwe 24 saetan ked dide û di nava tevgera azadiya jinê de dibe milîtan û fermandarek pêşeng. Ew di her dem û cihî de pêşengeke xurt a hevrêyên xwe, kedkareke jidil a welatê xwe, çavkaniya coş a hevrêyên xwe ye. Lewma hevrê Şaristan di meşa xwe ya şoreşgerî ya 24 salan de ti carî ti astengî, zor û zehmetiyan li pêşiya şerê xwe yê azadiyê nekir asteng, di rûyê xwe de ken, di dilê xwe de baweriya serketinê kêm nekir, di tevahiya jiyana xwe de li ser zehmetiyan de meşiya û herdem serketin esas girt.

‘HEM PÊŞENGEKE ŞERÊ AZADIYÊ BÛ, HEM JÎ KEDKARA ÇAPEMENIYA AZAD BÛ’

Serok Apo dibêje; ‘Jina azad bûyî di jiyanê de tê wateya Serketinê’. Şoreşgera Apoyî Şaristan wek jineke pêşeng bi şerekî mezin ve gav bi gav romana jiyana xwe dinivîsine û ji bo jiyana azad têdikoşe. Dibe xwedî hêz û afrîneriyek xurt lewra rastiya windabûyî ya dîroka xwe derdixe holê û di parastina nirxên gelê xwe de dibe pêşengeke nekeftî ya şerê azadiyê. Ji Qendîl, heta Zagrosan, ji Heftanîn heta Garê, ji Şengalê heta Mexmûrê û Kerkûkê wek jineke şerker dil dide çiyayên asê yên welatên xwe û dil dide şerê jiyana azad. Di çapemeniya me ya YJA Starê de salên dirêj bênavber ked dide, hewl dide reng, deng û şerê azadiyê ya jinên şerker nîşanî herkesî bide. Lewra gav bi gav di hemû qadên têkoşînê de; her şopeke ku şehîdên qehreman hiştine vedibêje, her jineke ku xwedî serpêhatiyên cuda ne dinivsîne û li ser heqîqeta gerîlayên Apoyî bernameyan pêşkêş dike. Di bernameyên Jinên Çiyayî, Stargeh û gelek bernameyan de cewhera çiyayên Kurdistanê û dildarên wê radigihîne. Armanca Şaristan jî wek Berîtan jiyan kirin, wek Zîlan şer kirin û şoreşa jin de hêza birêxistinkirî ya jin xurt kirin e. Lewma ew carna wek pêşengeke şerê azadiyê çek li dest da, li Zapê di sengeran de bû, carna jî wek kedkarek çapemeniya azad kamera di dest de, ji Zagrosan heta Şengalê li ser erkên xwe yên dîrokî de bû.

Hevrê Şaristan kesayetê zaferê di jiyana xwe ya şoreşgerî û sekna xwe ya Apo’yî de heta dawiyê jiyanî kir. Her ku ked da û ji bo şoreşa gelan têkoşiya xwe azad hîs dikir. Di serdemên herî dîrokî ya tevgera me ya azadiyê de heta dawî di rastiya Serok Apo de bi rêgez jiyan kir û di lêgera heqîqetê de xwe û dorhêla xwe birêxistin kir. Ew di her kêliyê de rastiya jiyana xwe afirand û bi gelemperî kir. Wek fermandarek YJA Starê û wek hevrêyeke me ya çapemeniyê, rastiya şerê azadiyê dost û dijmin nîşanê herkesî da. Milîtana demê Şaristan Asmîn vegotina jiyana azad car bi şerê singesing a li beramberî dagirkeran, car bi nivîsên xwe, car bi bernameyên gerîlayan ve, esas jî bi girêdanbûna xaka xwe ve raber kir.

Em wek şopdarên Arjîn, Xelîl û Hindîstanan de soz didin ku heta azadiya gelê xwe wek Şaristan jiyan bikin, şer bikin û heqîqeta şerê azadiyê nîşanî hemû cîhanê bidin. Em ê heta dawî xwedî li bîranîn û keda ku heval Şaristan di Navenda Çapemeniya YJA Star’ê de dayî derbikevin, cihê mayî de berdewam bikin. Em ê wek hevrêya xwe ya Şaristan, ti astengiyan nas nekin, bi ser tarîtiyan de bimeşin, ronahiyê bibînin û di rêya şoreşê de rastiya azadiya jin belavî hemû qadên jiyanê bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hejmara sêyemîn Kovara “Silava” derket

Nivîsa Pêş

Jinên ciwan ên Til Temir: “Em ê dijmin têk bibin”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên ciwan ên Til Temir: “Em ê dijmin têk bibin”

Jinên ciwan ên Til Temir: "Em ê dijmin têk bibin"

Kalkan: Wê têkoşîn radîkaltir bibe

Kalkan: Wê têkoşîn radîkaltir bibe

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.