Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

HPG’ê Şehîd Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî ku di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bû.

Edîtor: Nucan Serdoz
05/05/2023 - 10:59
di nav Bakur, Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê Şehîd Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê Şehîd Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê Şehîd Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê Şehîd Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê Şehîd Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî
ParvekeTweet

 BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd bû daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Malbata hevrêyê me Kawa Çekdar piştî têkoşîneke demdirêj cenazeyê şehîdê me wergirt û gihand warê lê ji dayik bû. Bi vê wesîleyê em fermandarê leheng hevrê Kawa Çekdar bi rêz û minet bi bîr tînin ku di Gulana 2016’an de di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bû. Sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, xelkê me yê Rihayê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Kawa Çekdar bi vî rengî ne:

Nasnav: Kawa Çekdar
Nav paşnav: Vakkas Tûmen
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Dûrsûn-Alî
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Mêrdîn

Hevrêyê me Kawa li navçeya Bêrecûk a Rihayê ji dayik bû, lê belê li Ewropayê mezin bû. Hevrê Kawa ku yekane zarokê malbateke welatparêz bû, li nava gelê me yê li Ewropayê bi çûna saziyên welatparêz bi çanda welatparêziyê ya bingehîn mezin bû. Tevî ku dûrî welêt mezin bû, ji çand, ziman û rastiya civaka xwe qut nebû. bi çanda xurt û terbiyeya ji malbata xwe wergirtî, rastiya xwe zû nas kir, bû dilsozê pîroziya xaka xwe, di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de xwe winda nekir, bala xwe li ser têkoşîna şoreşger bû û tevlî karên ciwanan ên welatparêz bû. Ji bo tevlîbûna xwe ya li nava têkoşîna azadiyê mezintir bike, di sala 2008’an de weke şoreşgerekî profesyonel tevlî tevgera me bû, di sala 2009’an de jî berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Bi coş û hezkirineke mezin a jiyanê xwe gihand çiyê, zû bi çiyê re bû yek, zor û zehmetiyên ji ber mezinbûna li bajarên Ewropayê zû çareser kir. Hevrêyê me Kawa ku şoreşgerekî rewşenbîr û têgihiştî bû, li Qendîlê kar kir, di gerîlatiyê de bû xwedî tecrûbe. Bi tecrûbe û perwerdeyê di sala 2012’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê, di sala 2012’an de ji bo tevlî Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî bibe derbasî Botanê bû. Destpêkê çû Botanê, piştre jî derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Di her karî de, di her wezîfeyê de serketin da ber xwe, mîna pratîka xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dip ratîka gerîla ya li Bakurê Kurdistanê jî serketî bû. Di nava şert û mercên zehmet ên Bakur de bû grîlayekî jêhatî, pêşketî, xwedî îrade û li ser milê xwe disekine. Bi demê re wezîfe hilda ser xwe û bû fermandar. Li Mêrdînê bû fermandarek ku pêşengî ji hevrêyên xwe re dikir, bi sekna xwe bû cihê bawerî û berpirsyariyê.

Di sala 2015’an de dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya Plana Têkbirinê de li dijî gelê me dest bi êrîşên qirkirinê kir û li pey hev komkujî kir. Gelê me yê bêguneh û ciwanên Kurd ên welatparêz li hemberî van êrîşên qirkirinê ji bo xwe biparêzin, dest bi Berxwedana Xwerêveberiyê kir û bi vî rengî di dîroka Kurdistanê de rûpeleke nû vekir. Hevrêyê me Kawa jî ji bo tevkariyê li vê berxwedana gelê me û ciwanan bike, ji bo tecrûbeya xwe ragihîne û êrîşa qirkirinê ya dewleta Tirk a komkujiyê rawestîne, derbasî Nisêbînê bû. Hevrê Kawa di asta berpirsyariyê de tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê bû, di vê berxwedana dîrokî de bû alîkarê fermandarê fedaî yê efsanewî Xebatkar Baran (Zamanî Çamak). Hevrê Kawa bi hevalê Xebatkar re mil bi mil têkoşiya, li çeper û bendên ku ciwanên leheng ên xelkê Nisêbînê bi destê xwe çêkirin yek bi yek geriya, kedeke mezin da. Xelkê Nisêbînê ku şahidî li ked, sekn, hezkirina gel, fedakarî, şoreşgeriya ji dil û baweriya bi azadiyê ya hevrê Kawa re kir, jê gelekî bi bandor bû û pê ve hate girêdan. Hevrê Kawa di demeke kurt de bû ewladekî xelkê Nisêbînê, ji bo zarokên Nisêbînê bû çavkaniya coş û kêfxweşiyê.

Hevrê Kawa fermandarekî bi sekna xwe ya şoreşgerî û bi karakterê xwe yê gelerî li pêş bû û di warê leşkerî de jî pêşketî bû. Li Nisêbînê di avakirina biryardarî, baweriya bi azadî û îradeya avakirina Berxwedana Xweseriyê de kedek mezin da. Tecrûbe û zanistiya k udi nava gerîla de bi dest xistiye, ji bo parastina gelê Nisêbînê seferber kiriye. Li Nisêbînê bi xwe pêşengî û fermandariya berxwedanê kir ku derbeyên herî giran li dijminê faşîst da. Hevrê Şehîd Pale Mêrdîn ku yek ji fedaiyên leheng ên berxwedana Nisêbînê ye, tevlîbûna hevrê Kawa ya li Nisêbînê bi van gotinan tîne ziman, ‘Eger berxwedanek li Cizîrê pêş ketibe ku dijmin bixe nava sendromê û pêşî li qirkirinê bigire, ev yek bi saya sekin, tevlîbûn, ked û fermandariya milîtanên fedaî yên mîna hevrê Kawa ye.”

Hevrê Kawa weke fermandarekî pêşeng ê ku rola xwe di têkoşîna azadiya gelê me û dîroka azadiyê de bi bedelên giran afirandiye, cihê xwe girtiye, heqê şoreşê daye, gerîlatiyê bi hemû aliyan ve jiyaye û di dilê gelê me de kariye cihekê ava bike. Hevrê Kawa ku zarokê malbatê yê tenê ye û diyariya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatî kirin; Bi sekn, tevlîbûn, têkoşîna xwe ya destanwarî û şehadeta xwe rûmeteke mezin diyarî malbata xwe, gelê me yê welatparêz û hevrêyên me kir. Ev dastana berxwedan û rûmeta ku Xebatan û Kawayan bi fermandariya fedayî ya Apoyî ve afirand, wê her tim ji aliyê hemû ciwanên Kurd û hevrêyên me, bi taybetî ciwanên Nisêbîn û Rihayê ve weke mînak bê girtin û armancên wan pêk werin û bîranîn wan dê li Kurdistana Azad zindî bihêlin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Xebat Andok: Divê her kes di helwesta demokratîk şoreşger de îsrar bikin û faşîzma AKP-MHP’ê ji holê rakin

Nivîsa Pêş

HPG: Dewleta dagirkera Tirk çepen berxwedanê 27 caran êriş kir – dagirkerek hat kuştin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: 16 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

HPG: Dewleta dagirkera Tirk çepen berxwedanê 27 caran êriş kir - dagirkerek hat kuştin

TCŞ û TekoJIN banga seferberiyê dikin ji bo partiya Çepên Kesk

TCŞ û TekoJIN banga seferberiyê dikin ji bo partiya Çepên Kesk

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.