Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

KCK: Gelê Kurdistanê bi xurtkirina yekîtiya xwe û bilindkirina têkoşîna azadiyê dikare li hemberî polîtîkaya komkujiyê pûç bike

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi wesîleya salvegera Qetlîama Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Edîtor: Nucan Serdoz
16/03/2023 - 11:33
di nav Bakur, Başûr, Çekên Kîmyewî, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi wesîleya salvegera Qetlîama Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em Komkujiya Helebceyê ya ku yek ji mezintirîn komkujiya dîroka mirovahiyê ye, di salvegera wê ya 35’emîn de careke din şermezar dikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Kesên ku di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd in. Gelê Kurdistanê wê Helebce û bi hezaran kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane ti carî ji bîr nake. Em careke din di şexsê kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza serketin û serfiraziyê ya ji şehîdan re dubare dikin.

Komkujiya Helebceyê komkujiyeke wisa ye ku di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de hatiye kirin. Di destpêka sedsala 20’emîn de hêzên emperyalîst û dewletên mêtinger ên qirker li hev kirin û Kurdistan parçekirin. Kurdistan bi Peymana Lozanê ya ku em ê têkevin 100 saliya wê de hat parçekirin û gelê Kurd xistin nava pêvajoya înkar û îmhayê. Di vê sedsalê de hêzên mêtinger ên qirker li Kurdistanê bi dehan komkujî kirin û bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin. Ziman, nasname û hebûna Kurdan hate înkarkirin. Komkujiya Helebceyê ya ku di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî bi êş e, yek ji van komkujiyan e. Komkujiya Helebceyê di çarçoveya plana tunekirina Kurdan de ya ku jê re Enfal jî tê gotin, hat kirin.

Li Helebceyê ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn çekên kîmyewî hatin bikaranîn, bi hezaran mirov xeniqîn û şewitîn. Wekî qetlîamên Dêrsim, Zîlan û yên din ên Kurdan de, dîmenên Komkujiya Helebceyê yên ku dilê mirovan dişewitîne, hene. Ev dîmenên komkujiya li ser gelê Kurd diyar dike ku zilma li ser gelê Kurd çiqasî kûr e.

KOMKUJIYA HELEBCEYÊ LI PÊŞ ÇAVÊ DINYAYÊ HATE KIRIN

Ligel ku Komkujiya Helebceyê li ber çavên dinyayê pêk hat jî tu kesî îtîraz nekir û bertek nîşan neda. Hêzên modernîteya kapîtalîst li ser berjewendiyan têkilî bi hêzên qirker re danîn û ji ber vê li hemberî komkujiyên li ser Kurdan bêdeng mane. Jixwe hêzên mêtinger û qirker xwe spartine hêzên modernîteya kapîtalîst û bi saya piştgiriya wan înkar û qirkirina li ser Kurdan domandine. Ev bêhelwestiya hêzên modernîteya kapîtalîst a li hemberî polîtîkayên qirkirin û qetlîamên Kurdan îro jî didome. Tevî ku tê zanîn dewleta Tirk a qirker û mêtinger çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi kar anî, lê hemû dewlet bi taybetî DYE û dewletên Ewropayê bêdeng in û ligel vê rewşê her cure têkiliyê bi dewleta Tirk re datînin.

Dewletên dinyayê ne tenê li hemberî çekên kîmyewî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, li hemberî dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê, êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê, bombebarana rojane ya li ser erdnîgariya Kurdistanê, guhertina demografiyê, girtina Kurdan û talanê jî bêdeng in. Ev helwesta dewletan tê wateya desteka ji polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan. Gelê Kurdistanê îro jî di bin gefa qirkirinê de ye. Polîtîkayên qirkirin û komkujiya li ser Kurdan îro jî didome. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi encamstendina li ser qirkirina Kurdan dixwaze hebûna Kurdan bi temamî ji holê rake. Di çarçoveya qirkirina li ser Kurdan de li dijî gerîlayên ku Kurdistanê diparêze û ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe, her roj çekên kîmyewî tê bikaranîn, Başûrê Kurdistanê tê dagirkirin, tê xwestin ku Şoreşa Rojava were tasfiyekirin, her roj li ser Şengal û Mexmûrê êrîş tên kirin, li ku derê Kurdên welatparêz hebin dibin hedef û tên qetilkirin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze bi temamkirina qirkirina Kurdan re bikeve sala 100’emîn a Peymana Lozanê. Hewcehiyê pê nabîne ku vê yekê veşêre, vî tiştî diparêze û bi eşkere îfade dike. Lewma em nikarin bibêjin tola Komkujiya Helebçeyê hatiye hilanîn an jî dawî li polîtîkayên qetlîamê hatiye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê Komkujiya Helebceyê didomîne. Ji ber vê yekê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku qirkirina Kurdan didomîne, bîranîn û fêmkirina Komkujiya Helepçeyê wê rasttir û watedartir be. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan bi desteka dewletan dijî û bi vê piştgiriyê dide qirkirina ser Kurdan. Di salvegera Komkujiya Helebceyê de em careke din bang li hemû dewlet û hêzan dikin ku piştgiriyê nedin polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li ser dijminatî û qirkirina li ser Kurdan.

HEMÛ KESÊN TÊKILIYÊ DIDIN AKP Û MHP’Ê TÊ WATEYA KU BI KOMKUJIYA HELEBCEYÊ RE NE

Divê ti kes piştgiriyê nede AKP-MHP’ê ku xwedî zîhniyeta dagirker a li dijî Kurdan e. Di nava Kurdan de yên ku bi AKP-MHP’ê re dikevin nava têkiliyên hevkariyê hene. Ev tê vê wateyê ku kesên têkiliyê bi AKP û MHP’ê re datînin, bi Komkujiya Helepçeyê ne. Tu wateyeke din tune.  Gelê Kurd bi vî rengî dizane û wisa dinirxîne. Li hemberî AKP-MHP’ê ya ku li dijî Kurdan e, tenê tiştek heye ku Kurd dikarin bike; têkoşîna li dijî AKP-MHP’ê.

Gelê Kurdistanê bi xurtkirina yekîtiya xwe û bilindkirina têkoşîna azadiyê dikare li hemberî komkujiyan be û polîtîkaya komkujiyê pûç bike. Di Salvegera 35’emîn a Komkujiya Helebçeyê de tişta herî watedar û rast ew e ku li dijî xeta hevkar û teslîmiyetê û ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd xebat were kirin. Divê hemû welatparêzên Kurdistanê bi vê hişmendî û armancê tevbigerin.

Wek tê zanîn di 6’ê Sibata 2023’an de li Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê erdhejeke mezin çêbû. Di erdhejê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Heta niha gelê me di nava hevgirtineke mezin de ye. Pêwîst e ev hevgirtin zêdetir pêş bikeve û bidome. Gelên li herêma erdhejê hê jî pêdiviyan wan bi stargeh, cil û berg û xwarin û bi piştgiriyê heye. Heta ku ev pêwîstî hebe û heta avakirina qadên erdhejê bi dawî bibe divê gelê me hevgirtina xwe pêş bixe û bidomîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 16’Ê ADARÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

HBDH: Li ser gelê Kurd gelek qetlîam pêk hatine lê têkoşîna xwe domandiye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HBDH: Li ser gelê Kurd gelek qetlîam pêk hatine lê têkoşîna xwe domandiye

HBDH: Li ser gelê Kurd gelek qetlîam pêk hatine lê têkoşîna xwe domandiye

Murat Karayilan: Rêya çareseriyê muxatabgirtina Rêber Apo ye

Murat Karayilan: Rêya çareseriyê muxatabgirtina Rêber Apo ye

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.