Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HPG: Di encama êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagîrker de 11 gerîla şehîd bûn

HPG'ê ragihand ku di encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de li qada Sacayê 11 gerîla şehîd bûn û diyar kir ku wan bikaranîna çekên kîmyewî bi belge kirine û saziyên pêwendîdar dikarin lêkolînê bikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
27/12/2022 - 10:23
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 10 mins read
A A
HPG: Di encama êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagîrker de 11 gerîla şehîd bûn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:

“Li hemberî êrîşa dagirkeriyê ku 14’ê Nîsanê bi êrîşên giran ên hewayî destpê kir û 17’ê Nîsanê bi daxistina leşkerî ya bi helîkoptera a li tevahiya Zapê ji bejahî destpê kir, berxwedaneke bêhempa ya dîrokî hate nîşandan. Artêşa Tirk tevî ku yek ji artêşên NATO’yê ye, bi rengekî çalak piştgiriya leşkerî û fînansî ji vê derê wergirt, her cûre teknîka şer bi dest xist, planên xwe yên qirkirinê bi hêzên hegemonîk da pejirandin, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi rengekî veşartî bi dest xist, tevî ku sûcê şer e çavê xwe ji bikaranîna van çekan re girtin û piştgiriya Kurdên xayin noker ên bêkok wergirt. Tevî van hemûyan jî ev êrîşa dagirkeriyê li hemberî sekna esîl a fedaiyên Apoyî ku serî ıli ber dagirkeriyê netewandin, bêçare ma û nekarîn bi pêş ve biçin. Xwestin ku di demeke kurt de dagirkeriyê temam bikin, plana xwe bi ser bixin û ev daxwaza wan di ber wan de ma.

Artêşa Tirk a qirker mêtinger ji bo karibe planên dagirkeriyê teqez bi cih bîne, her cûre sûcên şer danî ber xwe û ev êrîşên xwe derbasî qonaxeke nû kir, di sala 2021’ê de bi taybetî jî di sala 2022’an de li dijî hêzên me bi rêk û pêk çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî. Çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî li ser tunelên şer bi kar anî, bi kepçeyên zirxî hewl da tunelên şer hilweşîne û qirkirineke komî pêk bîne. Ev sûcên şer ên artêşa Tirk ji aliyê hêzên me ve gelek caran hate belgekirin û pêşkêşî raya giştî hate kirin. Tevî ku dîmenên li tunelên şer ên Werxelê hatin weşandin û ji aliyê raya giştî ve hate temaşekirin, ne cihê gumanê bû, dengekî xurt li dijî vê yekê nehate bilindkirin û ev yek jî bû sedem ku ev êrîşên li dijî mirovahiyê dewam bikin.

Li herêma Zapê, tunelên şer ên Şehîd Xursî yên li mintiqeya gundê Saca yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ji meha Tebaxê ve dibin hedefa artêşa Tirk a dagirker. Tunelên Şehîd Xursî bi balafirên şer, obus, hawan û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin, ji bejahî ve jî xwestin ku bi her cûre êrîşan van tunelan bixin. Hevrêyên me yên li vê derê bi performansa şer a çalak, li dijî dijmin çalakiyên bi bandor kirin, mehekê nehiştin ku dijmin xwe nêzî tunelên şer bike, derbên giran lê xistin û gelek malzemeyên dijmin bi dest xistin. Artêşa Tirk piştî êrîşên giran ên mehekê karîbû xwe nêzî vê tunela şer bike, li dijî tunela şer her cûre çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî, lê belê sê mehan li tunelên şer ên li Şehîd Xursî berxwedaneke destanî hate nîşandan û hevrêyên me yên li vê derê timî bi çalakiyan derbên giran li dijmin xistin. Tevî ku sê mehan çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî jî dijmin fêhm kir ku nikare li hemberî sekna gerîla ya fedaî encamê bi dest bixe û hîn bêhtir giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî.

Di encama bikaranîna çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên giran û bi rêk û pêk, 5’ê Mijdarê li tunelên şer ên Şehîd Xursî 11 hevrêyên me şehîd bûn. Wezareta şerê taybet a di bin fermandariya Hûlûsî Akar de ye, eşkere kir ku şehadeta van hevrêyên me di şer de bûye, lê derew kiriye. Bi vê derewê hewl daye ku sûcê şer ê bi çekên kîmyewî veşêre. Hûlûsî Akar ê kîmyewî û sûcdarê şer, bêyî ku li ber xwe bikeve îdîa kirk u çekên kîmyewî bi kar neaniye, lê belê eşkere bû ku artêşa Tirk beriya ji Saca bireve di vê bûyerê de gelekî çekên kîmyewî bi kar aniye û bûye sedema şehadeta 11 hevrêyên me. Eşkere ye ku 11 hevrêyên me bi çekên kîmyewî şehîd bûne, dîmenên wan hatiye kişandin û bi belgekirin. Em vê gavê guncav nabînin ku van dîmenan bi raya giştî re parve bikin. Em dikarin bidin saziyên pêwendîdar ên mijarê lêkolîn bikin û sûcên şer ên dewleta Tirk piştrast bikin. Cihê ku ev hevrêyên me lê şehîd bûn nêzî gundê Saca yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ye û em radigihînin ku yên bixwazin bên dikarin werin, yên dixwazin lêkolînê bikin jî em dikarin li gorî derfetan alîkariyê bidin wan.

Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya 18’ê Cotmeha 2022’an de eşkere kiribû ku 17 hevrêyên me bi çekên kîmyewî şehîd bûne û rastiya ku destnîaşn kir, her wiha banga ku kir li nava gelê Kurd û dostên hêja û mirovên bi wijdan deng veda, veguherî nerazîbûneke mafdar, lê belê bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî dewam kir. Siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd ku sed sal e dimeşîne û bi taybetî jî di dîroka têkoşînê ya 50 salî de hewl dide qir bike, mêtinger bike, ji nû ve seferên dagirkeriyê bike, her wiha bêdengiya cîhanê ya li hemberî vê yekê radixe pêş çavan bê metirsiya li ser gelê Kurd çiqasî mezin e. Em weke gelê Kurd ê mezlûm ku têkoşîna herî mafdar, rewa û azadiyê ya dîrokê dimeşîne, ji bilî têkoşîneke bi rûmet, berxwedaneke bi lehengî û şerekî bi qehremanî rêyeke me ya rizgariyê nîne. Weke pêşengên fedaî yên doza azadiyê ya gelê Kurd, berdêl çiqasî giran jî be, em ê ti carî xwe ji parastina gelê xwe û jiyaan azad nedin alî. Tevî ku li hemberî me dijminekî qirker ê dûrî mirovahiyê û bi hêrsa desthilatdariyê hebe, tevî ku li hemberî me rastiyeke cîhanê ya li hemberî kiryarên li ser gelê me bêdeng dimîne hebe jî dilsoziya me ya bi nirxên esîl ên mirovahiyê yên demokratîk û azad wê dewam bike. Em ê bîranîna her hevrêyên xwe yên di vê oxirê de şehîd bûne bikin hinceta mezinkirina bawerî, biryardarî û têkoşîna xwe ya azadiyê û armancên wan teqez bi ser bixînin.

Ev hevrêyên me yên leheng her yek ji wan ji herêmeke cuda ya Kurdistanê ne. Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên van hevrêyên me bila serê gelên Kurd û Ereb sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ferman Kerîm
Nav paşnav: Mesût Eren
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Taybet-Bûrhan
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Sabrî Cîlo
Nav paşnav: Xemgîn Şahînoglû
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zubeyde-Muslum
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Jînda Serhed
Nav paşnav: Eylem Akgun
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hanîfe-Harûn
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Helmet Viyan
Nav paşnav: Bawan Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî
Dayik-Bav: Direqşan-Mihemed
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Dilşêr Reqa
Nav paşnav: Ebîd Ebdilah
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik-Bav: Foza-Reşîd
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Adar Çiya
Nav paşnav: Canda Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Zekiye-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Harûn Firat
Nav paşnav: Yûnûs Alkan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulser-Osman
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Arvîn Tolhildan
Nav paşnav: Pervîn Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Bedîa-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Azad Pirsûs
Nav paşnav: Îsmaîl Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Ûşak
Dayik-Bav: Peyan-Muslum
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Hêvî Welat
Nav paşnav: Silvana Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Resmiye-Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Sefkan Adar
Nav paşnav: Îsa Kûrtay
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Emîne-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêber APO: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk – Ziman

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan li Hesekê hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan li Hesekê hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn

Jinên Ciwan li Hesekê hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn

Ciwanên Qamişlo û Kobanî li dijî çekên kîmyawî daketin qadan

Ciwanên Qamişlo û Kobanî li dijî çekên kîmyawî daketin qadan

Manşet

  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.