Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Komploya Navdewletî – 1

Edîtor: Nucan Serdoz
03/10/2022 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Komploya Navdewletî – 1
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….

JI BER KU MIN HEVKARÎ QEBÛL NEKIR
Hêzên hegemon ên sîstema kapîtalîst Îngilîstan û DYA, ku hewl didin li ser hemû dewlemendiyên ser û binê erdê, petrol, civak û rêveberiyên Rojhilata Navîn serdest bin, dewlet, civak, rêxistin û kesayetên hevkariya vê polîtîkayê nakin îmha û tasfiye dikin. Vê yekê ji berê ve weke rêbazekê bi kar tînin. Em ji destpêkê ve di xeta azadîparêzî û serxwebûna gelên Rojhilata Navîn de israr dikin, lewma em bûn hedefa van polîtîkayên tasfiyeyê û komployê. Dema ku em li Şamê bûn, Îngilîstanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) qasidên xwe şandin û gotin ku divê em li gorî polîtîkayên wan ên Rojhilata navîn tevbigerin, naxwe wê me tasfiye bikin. Min pêşniyara wan a ji bo hevkariyê red kir. Min ji wan re got ku em ê dev ji xeta serxwebûn û azadîparêziya gelan bernedin. Piştre Talabanî hat û ji min re got, “Ocalan te çi kir, te serê xwe xist nava belayê!” û xwest ku ez biryara xwe ji nû ve binirxînim. Hewl da ku min îqna bike ji bo bi van hêzan re hevkariyê bikim. Lê min pêşniyar qebûl nekir. Min got, “Ez mirovekî xwedî pîvan im, xeta min ji bo gelan e. Ez şervanekî azadiyê me ku utopya wekhevî û azadiyê ya hezaran salan a gelan temsîl dikim, nabim şervanê kesî.” Ji ber vê yekê biryar dan ku min tasfiye bikin. Hesabê wê yekê dikirin ku bi tasfiyekirina min re PKK bê serî bimîne yan na.

SÊ HÊZAN BIRYAR DAN, GLADIYOYÊ BI CIH ANÎ
Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilîstan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi destê Gladiyoya NATO’yê gav bi gav bi cih bihata anîn. Operasyonên Gladiyoyê di heman demê de ji bo wê yekê bûn ku Tirkiyeyê hîn bêhtir bi xwe ve girê bidin. 9’ê Nîsana 1996’an di navbera Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Sîmîtîs û Serokê DYA’yê Bîll Clînton de li Qesra Spî hevdîtineke veşartî hate kirin (Rapora vê hevdîtinê wê piştre di çapemeniyê de bihata weşandin). Di vê hevdîtinê de li ser min bazarî dihate kirin. Zêdeyî 20 salan li Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê mabûm. Min gelek têkilî danîbû û kar kiribû. Pêşketin û gavên dîrokî rû dabûn. Lê belê DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve dor li Sûriyeyê girtin. Ev dorpêçî roja 9’ê Cotmeha sala 1998’an derket asta herî bilind.

SÛRIYEYÊ SERÎ TEWAND
Sûriyeyê serê xwe li ber van zextan tewand û di mijara PKK’ê de bi van hêzan re li hev kir. Rayedarên Sûriyeyê ji min xwestin ku bi lez û bez Sûriyeyê biterikînim û gotin, “Nesekine, biçe!”

EGER BIÇÛMA ÇIYÊ WÊ MESELE BIBÛYA MESELEYEKE ŞEXSÎ
Ji bo min gelekî hêja û giranbuha ye ku ji azadî û jiyana mirovan eger bi qasî serê derziyê derfetên aştiyane hebe di vê were ceribandin. Ji ber vê yekê, tevî ku derketina serê çiyê xewn û xeyala min a 40 salî bû, min ev yek nekir. Hîn jî pê bawerim ku min ya rast kir û 9’ê Cotmeha 1998’an min berê xwe neda Zagrosan. Eger biçûma çiyê, bombeyên ji bo Afganîstanê hatin bikaranîn wê destpêkê li dijî me bihatina bikaranîn. Şer wê bibûya şerekî şexsî.

SOZÊN KOSTAS BADÛVAS
Li gel van sedemên giştî, sozên ku Wezîrê berê yê Ragihandinê yê Yewnanîstanê û Parlamenterê PASOK’ê Kostas Badûvas dan min, bandor li biryara min a ji bo derketina Atînayê û Ewropayê kir. Roja 6’ê Cotmeha sala 1998’an li Şamê di hevdîtinê de (Ayfer Kaya jî şahid e) Badûvas bi bîr xist ku 109 parlamenterên Parlamenta Yewnanîstanê min vexwendine Yewnanîstanê û got, hikumeta Yewnan destekê dide hatina min a Atînayê, ew ê jî vegere welatê xwe û ji bo hatina min dest bi amadekariyan bike. Soz da ku wê li Balafirgeha Atînayê bê pêşiya min.

RÊWÎTIYA JI ŞAMÊ BER BI ATÎNAYÊ VE
Li ser vê bingehê, roja 9’ê Cotmeha 1998’an ji Balafirgeha Şamê bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê me berê xwe dan Atînayê. Dema ku balafir daket Balafirgeha Hellînîkon a Atînayê, Badûvas ê ku gotibû wê amadekariyan bike û soz dabû ku wê min pêşwazî bike, xuya nedikir. Kesek tune bû.

LI ŞÛNA BADÛVAS, ENDAMÊN ÎSTÎXBARATÊ HATIN
Em li benda Badûvas bûn, lê yên derketin pêşiya me Savvas Kalenterîdîs û payebilindekî îstîxbaratê Stavrakakîs bûn. Dema em li balafirgehê disekinînin, Afyer Kaya ya bi min re bû, gelek caran bi rêya telefonê li Badûvas geriya. Badûvas got, “Tiştekî ku ez karibim bikim nîne, li Serokwezaretiyê di hevdîtinê de me” û nehat.

BADÛVAS ŞAGIRTÊ ÎNGILÎZAN BÛ
Piştre eşkere bû ku, ji bo ji Sûriyeyê derkevim û bikevim xefika Yewnanîstanê, di şexsê Badûvas de rola Îngilîstanê heye. Vexwendina Badûvas ku şagirtekî Îngilîzan e, weke gava destpêkê ya komploya DYA-Îngilîstan-Sîmîtîs kete dewrê. Ji vê kêliyê û pê ve ez bi ku ve çûm, ji aliyê NATO û DYA’yê ve bi rengekî bê eman hatim şopandin û kontrolkirin.

HEMAN ROJÊ JI ATÎNAYÊ BERÊ XWE DA MOSKOWAYÊ
Bi gef, tirs û fikareke mezin nêzîkatiyeke welê li min hate nîşandan ku divê heta saet pêncê heman rojê derkevim, naxwe wê tehde li min bê kirin. Ne li benda vê rewşê bûm û ji vê yekê re jî ne amade bûm. Piştî ku vexwendînameya ji aliyê nûnerê me yê li Rûsyayê Mahîr Welat (Nûmar Ûçar) ve hate amadekirin bi rêya faksê hate şandin, Stavrakakîs got ku li Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê nasên wî hene û bi karên vîzeyê biliya. Wezareta Karên Derve ya Yewnan bi bayê bezê balafireke taybet amade kir û heman rojê (9’ê Cotmehê) ez birin Moskowayê. Ji bo bi me re were Kalenderîdîs “fanatîkê min” xistinb alafirê.

LI MOSKOWAYÊ SERLÊDANA JI BO PENABERIYA SIYASÎ
Dema ku em li Moskowayê peya bûn, nûnerê me yê li Rûsyayê Mahîr Welat û endamên ewlekariya Rûsyayê hatin pêşwaziya me. Jîrînovskî jî bi wan re bû. Piştî ku em şevekê li mala Jîrînovskî bûn mêvan, em ji wir birin maleke li qadeke çiyayî. Di vê demê de min serlêdana xwe ya ji bo penaberiya siyasî radestî wezîfedarê Rûs kir ku ji bo ewlekariyê bi me re bû. Di roja duyemîn de ya li Rûsyayê (11’ê Cotmeha 1998’an), rawestgeh jî di nav de agahiyên îstîxbaratê yên piştî derketina ji Sûriyeyê gihîştibûn Enqereyê. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesût Yilmaz 11’ê Cotmeha 1998’an civîneke çapemeniyê li dar mijarê li dar xist û got, “Bi saya agahiya ku rêxistina îstîxbaratê ya welatekî hevalbend daye me, em pê zanin ku Ocalan li Rûsyayê ye.” Tevî ku ji Yilmaz hate pirsîn bê rêxistina îstîxbaratê ya kîjan welatî ye, bersiv neda. Min ji baskê jêrîn ê Parlamenta Rûsyayê ji Dûmayê daxwaza penaberiya siyasî kir.

DÛMA’YÊ DAXWAZA MIN QEBÛL KIR
Dûma’yê li ser vê yekê polîtîkayên qirêj û kiryarên nehiqûqî yên li dijî min dihatin kirin, şermezar kir û piştre roja 4’ê Mijdara 1998’an li dijî dengekî dijber bi 298 dengên erê, daxwaza min a ji bo penaberiya siyasî qebûl kir. Bi vî rengî hate erêkirin ku Federasyona Rûsyayê mafê penaberiya siyasî bide min.

DYA’YÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA Û HIŞYAR KIR
Nerazîbûna destpêkê ya li dijî vê biryara Dûma’yê ji DYA’yê hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê James Rûbîn bi daxuyaniyekê got, “Wezîra Karên Derve Madeleîne Albrîght, PKK weke rêxistina terorê îlan kiriye. Me ji hikumeta Rûsyayê xwest ku ji bo Ocalan tavilê bê dersînorkirin an jî were radestkirin, gavên pêwîst biavêje. Divê ti welat mafê penaberiyê nede vî ‘terorîstî’. Dubare dikim, divê ti welat!”

YÊN KU SÎSTEMA SOWYETÊ YA MEZIN FIROTIN
Prîmakov biryara Dûmayê qebûl nekir. Di vir de dibe ku rola krîza aborî ya Rûsyyaê hebe. Ji xwe Rûsya di serdemeke krîzê ya dejenerebûnê de bû ku piştî reel sosyalîzmê kete navê. Serokwezîr Prîmakov û Serok Yeltsîn xayinên girîng ên reel sosyalîzmê bûn. Berjewendiyên li ser bingeha aborî û îstîxbarata veşartî-gemarî, rewşa min çiqasî stratejîk jî be dikir ku wê wextê bêm firotin. Xapandina xwe bi xwe bû ku ji van kesên sîstema mezin a Sowyetê firotin li bendê bûm ku hurmetê nîşanî nirxên azadiyê bidin.

 

Dê berdewam bike…..

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 03’Ê COTMEHA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Komplo û Komplogerî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Komplo û Komplogerî

Komplo û Komplogerî

Komployên 9’ê Cotmehê

Komployên 9'ê Cotmehê

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.