Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Komployên 9’ê Cotmehê

Edîtor: Nucan Serdoz
03/10/2022 - 0:09
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Komployên 9’ê Cotmehê
ParvekeTweet

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo komployeke navnetewî pêk hat. Gelek hêz û dewletan di nava vê komployê de cihê xwe girtin. Yê ku yekser biryara komployê dabû Emerîka bû. Dewleta Tirk, hin dewletên Ewrûpa û hêzên herêmî jî di komployê de cihê xwe girtin. Di encama vê komployê de Rêber Apo hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Armanca komplogeran gelekî mezin bû û hedefên wan berfireh bûn, lê negiştin tevahiya armancên xwe. Lewma hê jî di nava komployan de ne. Di esasê xwe de ev komplo destwerdanek li Rojhilata Navîn bû. Rêber Apo ev yek gelek caran anî ziman. Bi girtina wî re şerê sêyemîn ê cîhanê dest pê kir. Ev komplo di heman demê de li dijî dewleta Tirk jî bû. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît jî ev yek eşkere kir û got ew nizanin bê ji bo çi Ocalan radestî wan hatiye kirin.

Komplogeran bi girtina Rêber Apo re gelek hêz û dewlet kirin şirîkê sûcên xwe. Lê hê di kêliyên destpêkê yên komployê de Rêber Apo bi vê lîstikê hesiya. Dema ku li Romayê bû îşaret bi komployê kir. Rêber Apo piştî ku ji rojhilata navîn derket û şûnde dizanîbû ku êdî wê tiştek nebe wekî berê. Ji ber ku komplogeran biryara şer dabûn. Rêber Apo jî li dijî komplogeran ket nava liv û tevgerê û pêdivî bi stratejiyên nû dît. Ji bo têkbirina komployê rê û rêbazên nû pêşxistin. Li girava Îmraliyê bi perspektîf û hewldanên xwe ket nava lêgerînan. Bi pirtûkên xwe riya demokrasiyê nîşanî me da. Armanca komplogeran ew bû ku rojhilata navîn bikin gola xwînê û herkesî bikin dijminê hev. Bersiva li dijî komplogeran a herî bi wate jî şoreşa Rojava bû. Dema ku her der dibû gola xwînê, Rojava şên dibû. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dest pê kir û jiyanek nû ava bû. Komplogeran ev yek dîtin û dest li Rojava jî werdan. Destpêkê Efrîn xistin bin dagirkeriya Dewleta Tirk. Çawa ku Rêber Apo girtin û radestî dewleta Tirk kirin, vê carê jî li Efrînê heman tişt kirin.

Piştre Serêkaniyê û Girê Spî.

Dagirkeriya li Serêkaniyê û Girê Spî jî 9’ê Cotmehê dest pê kir. Komplogeran bi zanebûn ew roj hilbijartin. Li kîjan devera ku fikir û ramanên Rêber Apo lê hebû berê xwe dan wê derê. Herî dawî jî li Şengalê peymanek amade kirin. Dîroka wê peymanê jî 9’ê Cotmehê bû. Armanc dagirkirina Şengalê bû. Ji bo vê yekê jî Emerîka, dewleta Tirk, Iraq û PDK bi hevre peyman îmze kirin.

Rêber Apo ji bo têkbirina komployên 9’ê Cotmehê li zindana Îmraliyê gelek pirtûk û nivîs nivîsandin. Ew kesên dixwestin Rêber Apo reş bikin û teşhîr bikin têk çûn. Ew çapemeniya Ewrûpa û Emerîka ya ku bi çavê terorîstan li Rêber Apo temaşe dikir guherî. Îro heman rojname û televizyon qala fikir û ramanên Rêber Apo dikin. Rêber Apo bi jiyan û têkoşîna xwe nûnertiya demokrasiyê li cîhanê dike. Bi fikir û ramanên xwe em azad dibin. Gelek akademîsyen û navdarên cîhanê ji bo Ocalan nivîsandin û ew wekî fîlozofê sedsala 21’ê pênase kirin. Ji ber ku fikir û ramanên Rêber Apo jiyanek nû û azad bi xwe re tîne. Bi fikir û ramanên Rêber Apo re Rojhilata Navîn aram dibe. Ji bo vê yekê ye îro li gelek parzemînan ji bo azadiya Rêber Apo kampanya û çalakî hene. Ji Efrîqaya Başûr heta Ingilîstanê bi dehan sendîka pêşengî ji vê xebatê re dikin. Hevrêyên Nelson Mandela jî di navê de şoreşgerên cîhanê dane pey doza azadiya Rêber Apo.

Ew kesên dixwestin Rêber Apo bikşînin ser xeta xwe û teslîm bigrin îro têk çûn. Îro ew li ser xeta Rêber Apo dimeşin. Dehê caran çûn ber lingê Ocalan û gelek daxwaz jê kirin. Ji ber ku Rêber Apo teslîm nebûye îro li Îmraliyê girtî ye. Ji bo dawîkirina komplo û tecrîdê pêdivî bi berxwedan û têkoşîna me jî heye. Eger em jî wekî Rêber Apo li ber xwe bidin û teslîm nebin wê komploger têk biçin. Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe azad e. Divê bi awayekî fîzîkî jî em azadiya wî pêk bînin. Eger ku ev yek pêk neyê wê komployên 9’ê Cotmehê bi dawî nebin.

 

Aslan Aslan Nivîsandî…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komplo û Komplogerî

Nivîsa Pêş

Ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê: Rêber Apo komplo vala derxist

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê: Rêber Apo komplo vala derxist

Ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê: Rêber Apo komplo vala derxist

Hevdîtinên bi Rêber Apo re – Weqfa Îbrahîm: Tenê gelê Kurd dikare bi têkoşîna xwe serokatiyê azad bike

Hevdîtinên bi Rêber Apo re – Weqfa Îbrahîm: Tenê gelê Kurd dikare bi têkoşîna xwe serokatiyê azad bike

Manşet

  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.