Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Hevreyên me yên ku xwe feda kirine nirxên me yên herî pîroz in

HPG'ê ragihand ku çalakiya fedaî ya li Mersînê ji aliyê gerîla Sara û Rûken ve hatiye lidarxistin û got, "Ev çalakî bersiva li zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
29/09/2022 - 13:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG: Hevreyên me yên ku xwe feda kirine nirxên me yên herî pîroz in
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê li ser çalakiya fedayî ya li Mezîtlî ya Mersînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şeva 26’ê Îlonê du hevrêyên me yên fedayî li navçeya Mezîtlî ya li Mersînê li dijî hêzên dijmin çalakiyeke fedayî kirin. Ev çalakî bersivek li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla ye.

Hevrêyên me Sara û Rûken perspektîfa tîma gerîla ya fedayî ya profesyonel ji xwe re kirin esas, xwe ji çiyê berdan, tora îstîxbaratê ya dijmin têk birin û bi rengekî serketî gihîştin armanca xwe. Rejîma AKP-MHP’ê dixwaze atmosfereke welê biafirîne ku qaşo ‘li Tirkiyeyê li ser her tiştî serwer e, têkildarî civakê bi her tiştî zane, li her derê sîxurê xwe heye’ û bi vê têgihiştinê hewl dide civakê bitepisîne. Lê belê heta ku me daxuyanî neda, dijmin ne li ser nasnameya hevrêyên me ne jî li ser naveroka çalakiyê ti agahiya xwe tune bû. Hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ji bo lawaziya xwe veşêre, senaryoyeke sexte pêşkêşî civakê kir.

VÊ ÇALAKIYÊ NÎŞAN DA KU MILÎTANÊN APOYÎ YÊN FEDAYÎ DIKARIN ÇI BIKIN

Tîma me ya gerîla ya fedayî ya bi fermandariya hevrê Sara, bi rengekî profesyonel gihîşt armanca xwe. Hevrêyên me Sara û Rûken li pêş çavan bi wêrekiyeke mezin, bi baweriya ji xwe, bi xwînsarî û bi biryardariyeke mezin bi ser dijmin ve meşiyan û ruhê fedayîtiyê nîşan dan. Bi însiyatîf destpêkê bi debanceyê, piştre jî bi çekên otomatîk li dijmin xistin. Tîma me ya fedayî ev çalakî li ser wê bingehê bi rêxistin kirin ku bêdudilî bi ser dijmin ve biçe, teqez encamê bi dest bixe û çalakiya fedayî pêk bîne. Her wiha ev çalakî di asta herî bilind a profesyoneliyê de bi hostatî hate plankirin ku bi ti awayî zerar negihêje sivîlan. Ev plana xwe bi rengekî serketî bi cih anîn, piştî ku bi dijmin re şer kirin, dijmin bi ser xwe ve kişandin û teqemeniyên amade kiribûn teqandin. Bi vî rengî çalakiya xwe pêk anîn û şehîd bûn. Vê çalakiya hevrêyên me Sara û Rûken nîşan da ku tîmên gerîla yên fedayî yên otonom ên profesyonel û milîtanên fedayî yên Apoyî dikarin li her cihê bixwaze di her astê de çalakiyê bikin.

Dewleta Tirk sala 2021’ê ji Siyanê ya ser bi Garê destpê kir û heta Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî hêzên me yên gerîla di salên 2021 û 2022’an de 2568 caran çekên kîmyewî û bombeyên di asta navneteweyî de bikaranîna wan qedexe ye, bi kar anî. Di van êrîşan de ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî 66 hevrêyên me şehîd bûn. Lê belê her kesî ev sûcê li dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk bi hezaran carî kir ji nedîtî ve hat, nerazîbûn nîşan neda. Hevrêya me Sara sala 2021’ê meha Sibatê li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li Garê, di asta fermandariyê de tevlî operasyona şoreşgerî bû. Hevala me ya destpêkê bû ku bi operasyona şoreşgerî ji bo destwerdanê yekser kete nava liv û tevgerê, bêteredût bi ser dijmin ve çû û xwe gihand kampa Siyanê ya ku bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk hevrêyên me lê şehîd bûn. Hevrêya me Sara li vê derê kete bin bandora gazên kîmyewî yên hatin bikaranîn. Şehadeta Şoreş Beytuşşebap û hevrêyên me yên pê re şehîd bûn, bandor lê kir û soz da ku wê tola wan ti carî li erdê nehêle û çalakiya fedayî jî li ser vê bingehê pêk anî.

HEVRÊYÊN KU XWE FEDA KIRINE, NIRXÊN ME YÊN HERÎ PÎROZ IN

Hikumeta AKP-MHP’ê nasnameya hevalên me yên ev çalakî kirin nekarî tespît bike û ev yek jî radixe pêş çavan ku di îstîxbaratê de çiqasî lawaz e. Hikumeta AKP-MHP’ê tevî ku zane hevala me Zozan Tolan tevlî vê çalakiyê nebûye jî bi zanebûn navê hevala me Zozan da û xwest vê yekê ji bo zextê li malbatê û derdora wê bike, weke amûrekê bi kar bîne. Ti eleqeya hevala me Zozan bi vê bûyerê re nîne, ew li ser erka xwe ye. Hikumeta AKP-MHP’ê ji ber vê çalakiyê gelek kes destgîr kir, zext û êşkence li gel kir û hewl da tolê ji gel hilîne. Ev hemû jî hewldana nixumandina têkçûna xwe ya li pêşberî çalakiya gerîlayên me yên fedayî ye.

Hikumeta AKP-MHP’ê nekarî tespît bike bê hevrêyên me yên fedayî ji ku hatine û çalakî kirine. Bi zanebûn hewl da nîşan bide ku mîna ‘Ji Rojava hatine û çalakî kirine’. Hevala me Rûken demeke dirêj li çiyê weke milîtaneke PKK’ê û endama Hêzên Taybet li nava refên me bû. Ti eleqe û têkiliya xwe bi rêxistinên li Rojava re nîne. Lewma îdîayên ku dibêje ev çalakî ji Sûriyeyê hatiye birêxistinkirin, asparagas in, dereweke ku ji aliyê hikumeta AKP-MHP’ê ve hatiye kirin, ji bo li dijî dijberê xwe bi kar bîne.

Di rewşeke welê de ku kêra qirkirinê dane stuyê gelê me, kiryarên li dijî mirovahiyê li berxwedêrên li zindanan têne kirin, gelê Kurd ê bêguneh her roj bi rê û rêbazên cuda tê qetilkirin û hevrêyên me bi çekên kîmyewî têne qetilkirin, bila kes ne li bendê be ku milîtanên fedayî yên Apoyî bi rengekî cuda tevbigerin. Yên ku zimandirêjiyê li vê çalakiya bi heybet dikin, beriya her tiştî bila bala xwe bidin ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên rejîma qirker faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî hêzên me yên gerîla. Yên ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma faşîst ve şermezar nakin, fedayiyên ku ji bo parastina nirx û gelê Kurd xwe feda dikin bi zimanê dijmin şermezar dikin. Ev nêzîkatî tenê bi tepisandinê dikare bê vegotin. Hevrêyên me yên ku ji bo pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin xwe feda dikin, nirxên me yên herî pîroz in. Yên ku zimandirêjiyê li van nirxan dikin, divê zanibin ku ne gelê me yê welatpaêz ne jî heqîqeta fedayiyên me temsîl nakin.

Heta ku êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser zindanan dewam bike, heta ku qirkeriya li ser gelê me û bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla nesekine, çalakiyên me yên bi vî rengî wê dewam bikin.

Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên ev çalakiya fedayî kirin wiha ne:

 

Nasnav: Sara Tolhildan
Nav paşnav: Dilara Urper
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Pîroz-Hamdî
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2022 / Mersîn

 

 

Nasnav: Rûken Zelal
Nav paşnav: Emel Feremez Hisên
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Faîze-Feremez
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2022 / Mersîn

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Emê tu carî Meredîth Tax ji bîr nekin

Nivîsa Pêş

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Her carê bi hincetên cuda hevdîtina bi Rêberê Gelan re talûq dikin

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin

HRE: 5 çeteyên dagirker hatin kuştin

Ji HRE'ê çalakî: 3 leşker û 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Manşet

  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.