Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Di sîstema demoqratîk de rêxistinkirina civakê -14

Edîtor: Nucan Serdoz
12/09/2022 - 0:09
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Di sîstema demoqratîk de rêxistinkirina civakê -14
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber ku mirov hebûneke polîtîk e û polîtîkbûn jî aktîfbûn, afirandin, zindibûn û li ser xweşikkirina civakê fikirîn e, divê her mirov birêxistî be û tu kes li derveyî rêxistinbûnê nemîne. Ji xwe Rêbertiyê jî got, “divê yek kes jî bêrêxistin nemîne.” Li ku derê mirov hebin, divê li wê derê rêxistinên wan jî hebin. Sîstema konfederalîzma demokratîk sîstemeke meclîsan e. Mînak Komara Tirkiyê sîstemeke xwe dispêre yek meclîsê ye. DYE xwe dispêre du meclîsên bingehîn. Dîsa di dewletên federal de jî meclîsên eyaletan hene. Bi kurtasî sîstemên dewletî bi giştî ji çend meclîsan pêk tên û demokrasiya wan jî demokrasiya temsîlî ye. Ji bo vê yekê jî mekanîzmayên ku gel bi her awayî bikaribe xwe tê de îfade bike, biryaran bigire… tune ne. Meclîs ew cih ê ku lê nîqaş tên kirin, biryar tên girtin e. Di zîhniyeta dewletî de cihê ku lê nîqaş dibin û biryar tên girtin tenê cihek e, yan jî çend cih in. Lê konfederalîzma demokratîk sîstemeke meclîsan e. Ev sîstem ji bêhejmar meclîsan pêk tê. Gel li ku be, li wê derê divê meclîs hebe, divê gel bi xwe nîqaşên xwe bike, biryarên xwe, bi xwe bigire û di heman demê de jî bi xwe pêk bîne. Bi vî awayî konfederalîzma demokratîk dibe sîstemeke meclîsan. Va ye, li gorî sîstema konfederalîzma demokratîk di rêxistinkirina civakê de yekeya herî esasî komun e.

                                                       1- Komun (Meclîsa Gund û Kolanan)
Komun yekeya demokrasiya rasterast e. Ango demokrasiya rasterast bi komunê mumkin dibe. Em meclîsên gund û kolanan re dibêjin komun. Yanê, di sîstema me de ew kesên ku temenê wan şanzdeh salî û jortir e hemû bi awayekî xwezayî endamên komunê ne. Ev nayê wê wateyê ku yên ku ji şanzdeh salî biçûktir in, wê tiştekî nekin. Civaka ku em behsê dikin, civaka zindî ye û di vê civakê de her kes xwedî kar e. Li gorî peymana sîstemê ev kes tenê nabin endamên komuna jîngehê. Li derveyî vê, dikarin rêxistinên cur be cur jî ava bikin. Komun tenê nayê wateya meclîsê jî. Terzê jiyanê bi xwe komun e û komun li her derê ye. Ji ber ku jiyan bi xwe komunî ye, divê her qada jiyanê jî komunî be. Koperatîf, komele, febrîqe, rêxistinên civakî û hwd wek komun dikarin bên destgirtin. Di cewherê komunbûnê de ji ber ku demokratîkbûn jî heye, ev di heman demê de tê wateya demokratîzekirina jiyanê bi xwe jî. Em niha dîsa vegerin, li ser wek meclîs rêxistinbûna komunê. Em bêjin bila li gundekî yên emrê wan li ser şanzdeh salî, sê sed kes bin. Ew kes hemû endamê komuna gund in. Pirsgirêkên gund ew bi xwe nîqaş dikin, biryarên xwe dîsa bi xwe digirin û ji bo wan biryarên ku hatine girtin pêk bînin jî di nava xwe de wek rêveber hin kesan dîsa bi xwe diyar dikin. Heman tişt li bajaran ji bo kolanan jî derbasdar e. Eger nifûsê gund an jî kolanê zêde be û ji bo demokrasiya rasterast derfetê nede, divê li wê derê ji yekî zêdetir komun bên înşakirin da ku tu kes bêrêxistin nemîne. Tişta esas ev e, divê demokrasiya rasterast pêk bê, ango her kes bikaribe xwe tevlê bike,
polîtîkayê bike. Li derveyî komuna komunan (komuna ku di tê de her kes endam e) beşên civakê yên dîtir (jin, ciwan, cotkar…) dikarin komunên xwe yên resen jî ava bikin. Komun dibe organa herî bilind a gund û kolanê. Tiştên di derbarê jiyana civakî, aborî, siyasî, çandî, parastinê û hwd de li vê derê tên nîqaşkirin û biryarên pêwîst tên girtin. Komun qasî pêwîstî pê hebe, dicive. “Civînên komunê, ji aliyê dîwana serokatiyê ya ku ji serokê/a hilbijartî û alîkarên wî/wê pêk tê, têne sazkirin. Rêvebirina komunê li ser  bingehên demokratîk û rêbaza demokrasiya rasterast pêk tê. Biryarên xwe, li cihê ku komun lê hatiye avakirin, bi rengekî eşkere û bi beşdariya her kêsê/a ku temenê wan di ser şanzdeh saliyê re ye distîne. Komun, rêvebiriyeke ku kar û peywirên pratîkî pêk bîne hildibijêre û xebatên wê dişopînê. Rêveberên herêmî jî di nava vê desteya rêvebirinê de cih digrin. Rêveberiya Komunê. Ji hejmareke ku têrê dike ya ji aliyê komunê ve hatiye hilbijartin pêk tê. Bicihanîna hemû biryarên KCK’ê û biryarên komuna mijara gotinê kordîne dike. Di derbarê xebatên komunê de raporê dide rêveberiya bajarokê û di derbarê tevahî xebatên xwe de jî raporê dide komuna mijara gotinê. Bi armanca ku bikare jiyana komunê birêxistin û karîger bike, bi rêveberiya komunê ve girêdayî komîsyonên mîna çandinî, bazirganî, ajalvanî, tenduristî, perwerde, werzîş(spor), huner, jin, ciwan, û parastina cewherî têne birêxistinkirin.” (Peymana KCK’ê) Endamên rêveberiyê ne li ser komunê ne, xebatkarên komunê ne. Rêveberên komunê ew kesên ku tiştên jê re tê gotin pêk tîne ye. Otorîte gel bi xwe ye, ango komun e. Komunê çi biryar girtibe ew rêveber mecbûr e li gorî wan biryaran tevbigere. Rêveber bi dilê xwe û kêfa xwe nikare tevbigere. Komunê wexta lê nihêrî, ew rêveber ne li gorî berjewendî û biryarên komunê tevdigere, bi awayekî rasterast dikare rêveberiyê ji peywîrê bigire. Wekî di demokrasiya temsîlî de tê dîtin, li benda çar-pênc salan namîne. Di demokrasiya temsîlî de tu hinek kesan wek nûnerên xwe hildibêjêrî, lê tu nikarî rasterast mudaxile li karê wî/wê bikî, ji bo tu bikaribî wî/wê biguherî divê tu
benda hilbijartineke din bimînî. Di konfederalîzma demokratîk de tu meclîs jî bi serê xwe nîn in. Mînak em nikarin bêjin, bila meclîsa gundekî biryarên xwe bigire û tu eleqeya wî bi gundên dîtir re nebe, bila qet eleqeyeya wî bi bajar re nebe, bila qet eleqeyeya wî bi herêmê re nebe, bi parçeya Kurdistanê re, bi Rojhilata Navîn re, bi giştî jî bi cîhanê û gerdûnê re nebe… Di cewhera hebûnê de û di jiyanê de tiştekî bi vî awayî tune ye. Destgirtineke bi vî awayî li dijî cewherê mirovbûnê ye. Ji ber heqîqet yekpareye û her tişt bi hev ve alandî ye û konfederalîzma demokratîk jî xwe dispêre heqîqeta civakê. Wê demê konfederalîzma demokratîk divê beşên civakê hemûyan li ser bingehê ruhê civakîbunê bi hevdu ve girêbide. Di vê xalê de tişta girîng ew e ku, ev meclîsên bêhejmar wê çawa bi hevdû ve bên girêdan. Ango wê çawa pirsgirêka yekî bibe pirsgirêka yên dîtir, an jî dewlemendiya yekî wê çawa bibe dewlemendiya yê dîtir. Eger têkilî nebe, wê pirsgirêk neyên çareserkirin. Mînak di nava gundekî de avek diherike, ew gund bibêje ez naxwazim vê avê bi gundên dîtir re parve bikim, wê demê tiştekî civakî dernakeve. Ji bo pirsgirêkek bibe ya her kesî û dewlemendî jî bibin yên her kesî divê hevdu temamkirin hebe, ji bo wê jî têkilî dayîn pêwîst e. Di vir de şibandina tizbiyê derbasdar e. Hemû komun wek libê tizbiyê ne, lê ji bo ew lib bikaribin tizbiyê pêkbînin, ji wan re ta lazim e. Bêyî ku ta hebe ne mumkin e ku tizbî pêk bê. Bêyî peywendiya komunan jî ne mumkin e civakeke birêxistî pêk bê. Her gund meclîsa xwe ava dike û ji bo bikaribe peywendiya xwe bi meclîsên din re dayne, nûnerên xwe dişîne meclîsa jorîn. Ev meclîsa jorîn jî, meclîsa bajarokan e.

 

 

Dê berdewam bike……

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 14

Nivîsa Pêş

Mehmet Xeyrî Durmuş ji bo gelê bindest bû mafê jiyana azad

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Mehmet Xeyrî Durmuş ji bo gelê bindest bû mafê jiyana azad

Mehmet Xeyrî Durmuş ji bo gelê bindest bû mafê jiyana azad

PKK’ê bi pêşengên berxwedêr siyaseta faşîst ya 12’ê Îlonê vala derxist

PKK'ê bi pêşengên berxwedêr siyaseta faşîst ya 12'ê Îlonê vala derxist

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.