Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Mijara pirsgirêkê ya giştî – 1

Edîtor: Nucan Serdoz
11/09/2022 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Mijara pirsgirêkê ya giştî – 1
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..

Heta ku nêzîkbûnên kevnar ên heyî neyên derbas kirin nîqaşên li ser maf û azadiya jinê fantaziyê derbas nakin. Dema pirsgirêkên girêdayî xweseriya civaka mirov derdikevin holê, rêyên çareserî destpêkê di bin bandora fikrek paşketî û nêzîkbûna civakek paşketî ya giran de çêdibin. Ango mirov destpêkê her tiştî pir aqilmendî çênake. Ji ber hêj aqilê wan di wê astê de pêş neketiye. Di wê demê de hêj têkoşîna wan a bi xwezayê û pêwendiyên wan ên bi hevdu re pir lewazin. Cureya mirov a ji cîhana lawiran nû derketî di qonaxa pêşîn a pêşketina xwe de ye. Lewra di wê demê de mirovahî, weke di pirtûkên olî de hatiye şîrovekirin û nivîsandin xwedî rêgezên bêhempa û rêyên
çareseriyê dest nehatine dayînin pejirandin redkirina zanistiyê ye.

Lê baş tê zanîn mirov di kêliyên herî lewaz de bi  dogmayên pir mezin ve, xwe sipartine rêgezên qesîdeyên pîroz. Îro jî bingeha gelek tiştên ku ji bo me tabû ne, bi rastî jî bê zanebûn hatine danîn. Dema mirovahî hêza xwe ya zêde bûyî veguherandiye jêhatiyê tişta yekem vedîtiye, di ceribandinên xwe de dîtine ku li hember hêza xwezayê çiqasî nebesin. Wê demê ne teknîkek pêşketî, ne felsefeyek ku bi hawara wan ve were û hetane jî hîndekariya oldarî ya pêşketî hebûye. Bandora rakêşweriya tava rojê, xeteriya robaran, erdhej û birûskên asîmanan ava kirine, her wiha dema derfetên jiyanê yên xwezayê dane wan dîtine, ji vir ketine rê û xwe gihandine xwedayan. Zayîna xwedayên rojê, xwedayên berhemdarî û xwedawend ji vir çêdibe. Ev piranî jî ji agir tên afirandin. Tê dîtin ku, diyardeyên herî zêde jiyana mirovan bandor dike, kirine xweda. Ji ber vê sedemê olên destpêkê, olên xwezayî ne. Mirov ji pir an jî kêmbûna van hêzan ditirsin, ji bo derfet bidin wan an jî di qonaxên tinebûna derfetan de jiyana wan bikeve xeteriyê wan di radeyek pîroz de digirin dest. Rêzdar nêz dibin û weke xwedaperestên destlê nayê dayîn dibînin. Ji bo mirov lewaziyên xwe veşêrin neçare ku xwe bixapîne.

Îro jî em gelek caran behsa xwe nexapandinê dikin. Lê mixabin wisa tê dîtin di peresanên pêşketina mirov ên destpêkê de stargeha herî mezin yek jê jî xwe xapandina mirove. Di derbarê vê peresanê de jî ol û huner bi şêweyên cur be cur hatine berovajîkirin. Mirov, qudreta herî pîroz kiriye putek. Li gorî xwe qinyata xwe bi van putên ku qudreta her tiştî dibîne tîne. Bawer dike ku dê ew wî ji her tiştî rizgar bike. Dema dikeve rewşên tengav de jî ger mirov bîne bîra xwe mirovên me îro jî xwe dispêrin çi, mirovên di gavên pêşketinê yên destpêkê de jî ne zehmete ku mirov bizane dê van rêyan hilbijêrin. Ev diyardeya ku hewl didin bi lêkolînên zanistî biselmînin, di rastiyê de jiyana me wê diselmîne. Lewma divê mirov zêde baweriya xwe bi têkîliyên mirovan ên destpêkê lewaz, nezan û di nava valahiyên mezin de neyîne. Fikra ku dibêje bingeha xwe dispêre kokên pir kevin û mîrateyên pêşiya ne û wisa nirxek mezin dayîna wan, ji hêla pratîka mirovê ku bihêz dibe ve ti aliyek wê ya cidî bê girtin tine ye. Dikare pirsa ma mirov neçare xwe wisa bixapîne bike.

Dîsa dibe ku bê hizirîn heta ku mirov xwe nespêre hêzên wisa giyanwerî nikare bijî. Di serdema me ya ku pêşketinên zanistê di lutkeya xwe ya herî jorîn de ye, ji kokê ve derbaskirina pirsgirêkên mirov de ger pêşketina hovîtiya nûkleer berçavan bê girtin, her wiha heta em bibîr bînin Yekîtiya Sowyetê jî li dijî polîtîkayên nûkleerî alîkarî ji dêrê xwest, mirov dikare bêje ku hêj mirov xwe sipartina hêzên giyanwerî derbas nekiriye. Ango tenê pêşketinên zanistî têra derbaskirina pirsgirêkên mirov ên bingehî nake. Em nikarin ji niha ve bêjin ku dê pêşketinên zanistî yên pêşerojê jî tam têra derbaskirinê bike. Baweriya me bi zanistê heye û me jî zanist hilbijartiye. Lê dîsa jî em dikarin bêjin curê mirov dikare li ser her tiştî serwer be, xwe bike xweda.

Nexwe, zanist ji aliyekê ve ji bo derbaskirina lewaziyên me amûrek bingehîne, ji aliyek din ve jî amûrek selmandina lewaziyên me ye. Hemû rêgezên mezin ên di avabûna mirovahî de, îro em bixwazin nexwazin jî dev ji me bernadin. Emperyalîzma Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê çekên nûkleer weke xwedayekî derdixe pêşberî mirovahî, nexasim Yekîtiya Sowyetê bi gefan dike bin bandora xwe û wan jî di nava nîqaşên xêra “aştî” tên meşandin de neçarî gelek tawîzan dike. Ev jî mirov dide fikirandin. Ev polîtîka raste yan na weke xalek girîng li Sowyetê jî tê nîqaşkirin. Palpişta Reagent (hêza karlêkirinê) hemû xweda û dogmayên sedî salan heye. Reagent tenê nûnertiya emperyalîzma Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê nake. Hemû hêzên xeyalî û dogmayên civaka rabirdo jî girtiye pişt xwe wisa tevdigere û ji dêrê heta mizgeftan dikev e nava hemû îbadetxaneyan hêvî ji wan dike, hewl dide wan ji nû ve jîndar bike. Ji ber vê sedem ê hêza nûnervanê sosyalîzmê xwe di tengaviyê de dibîne û rêyên lihevkirinê digere. Tişta ku li vir derdikeve holê ev e; têkoşîna sosyalîzmê bê ku hesabên van hêzan bike, dê nekare bi têkoşînek tenê li gorî pêdiviyên zanistê ve bigihe encama ku dixwaze.

Ango bi vegotinek din, sosyalîzma zanistî, pêdiviya hîn zêdetir berfireh û xweser destgirtina vê derdixe holê. Bi kurtasî lewaziya mirovan a destpêkê û ji bo derbaskirina vê lewaziyê divê dogmayên heyî cidî bên girtin, lê dema ev jî tê kirin divê mirov nekeve bin serdestiya wê, berovajî vê mirov bikare bi têkoşînek watedar ve pêşveçûnekê saz bike. Niha jî pirsgirêka herî cidî ya ku mirov rûbirû ev e. Em jî hewl didin li ser vî bingehî nêz bibin. Me ev tev ji bo destpêkirina mijarê vegot. Dema saziya malbatê derdikeve holê, destpêkê alî wisa bi rêgezên pîroz ên destnedayî nêzî hev nebûne. Ketober, jixweber û ji ber neçarkirina xwezayê bi xerîzeyên xwe ve saziyek wisa ava kirine. Jixwe destpêkê ne gengaze ku mirov behsa saziyek malbatê jî bike. Zêdebûna mirovan, weke nêzî ya lawiran ku dişibe hev bi xerîzeyan tê meşandin. Em dizanin ku hinek xisletên vê saziyê paşê derketine holê.

 

 

Dê berdewam bike…….

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 11’Ê ÎLONA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 13

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 13

Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 13

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk -13

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk -13

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.