Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Di êrîşa duh ya ser Şengalê de du şervanên YBŞ’ê birîndar bûn

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku di êrîşa doh a dewleta Tirk de 2 şervanên wan birîndar bûne û destnîşan kir, ku ew hêza parastina gelê xwe ne, lewma heta kêliya dawî wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, têkoşînê mezin bikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/08/2022 - 13:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Di êrîşa duh ya ser Şengalê de du şervanên YBŞ’ê birîndar bûn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li Şengalê, ku doh pêk hat, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin;

“Dewleta Tirk ya dagirker û qirker bi salane dixwaze tevahiya gelên herêmê û gelên Rojhilata Navîn qir bike û xwe li ser giştî herêmê serwer bike. Li ser vî esasî li hemberî gelan êrîşên dijî exlaq û mirovahiyê pêk tîne. Ji zarokên hêj nû hatinê dinê heyanî mirovên 70 salî tevahiya dike armanc û êrîş dike. Komkujî û fermanan pêk tîne. Dikuje, talan dike. Van êrîşên xwe jî li ber çavên hemû cîhanê pêk tîne. Lê mixabin li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker her kes ker û lal maye. Ev jî piştgiriya wan dewletan a ji bo dewleta qirker şênber dike. Hebûna xwe li ser qetilkirina gelan dibîne dixwaze ser vê yekê temenê xwe berdewam bike. Di vir de jî dewleta Tirk a dagirker û qirker jî baş dizane êdî dawiya wan hatiye lewma bi vî rengî êrîşê gelan dike.

Bi taybetî li hemberî civaka me ya Êzidî û gelên herêmê bê navber di pozîsyonekê êrîşkar de ye û bi şêwazên cûda êrîşê me dike. Ev êrîşên wan ne tenê roja me ya îro de pêk tên. Bi taybetî piştî ku li Şengalê DAÎŞ hat binxistin şûnde bi rengek şênber dixwaze tola DAÎŞ’ê ji gelê me bigire. Bi vê helwesta xwe ve ji roja fermanê heyanî roja îro bi rêbazên tirsonek, bê exlaqî û dijî mirovahiyê gelê me û pêşengên me yên ku li hemberî DAÎŞ’ê serketin bi dest xistine dike armanc û şehîd dike. Bi taybetî di meha Tebaxê de van êrîşên xwe li hemberê civaka me ya Êzidî pêk tîne, bi van êrîşan jî dixwaze tirsandin, bê îrade hiştin, civaka me vegerîne rewşa koletiyê û bê nasnametî hiştinê pêş bêxe. Ji êrîşên xwe ên li hemberî Mam Zekî heyanî Seîd Hesen, Nexweşxaneya Sikîniyê û ya Behrewa armanca wan ev e.

Bi taybetî ev çend salên dawiyê ji Bakurê Kurdistanê bigire heyanî Rojhilat, Başûr, Iraq, Rojava, Mexmur û Şengalê bê navber û bi hovane êrîş dike. Van êrîşên xwe jî ji bona xwe weke serketineke didin diyarkirin. Sond û ehdan dixwin ku wê van êrîşên xwe dewam bikin. Kîjan rojên wan ê qaşo serketinê ne di salvegera wan de êrîşên bêbext pêk tînin. Ji vê yekê jî tê xuyakirin, komara Tirk hemû serketinên xwe li ser xwîna gelan ava dike.

Ji ber ku plana qirêj daye pêşiya xwe bi awayek heya jê tê hemû destketiyên tevgera azadiyê dide ber xwe. Ji bo wê jî divê di serî de civaka me û tevahiya gelên herêmê bi çalak bin helwestên xwe bi hêrseke mezin raber bikin. Divê gelê me ji bo dagirkerî û qirkeriyê re bêje bes e. Divê êdî rê ji bo dagirkeriyê neyê dayîn ku xwe li ser xwîna ewladên vî gelî dilşad bike. Divê edî rê ji bo xiyanet û xwefiroşan re neyê dayîn û hesabê mezin jê were xwastin.

Em parêzvanên gelê xwe ji bo parastina nirx û pîroziyên civaka xwe berdêl çi dibe bila bibe ji bo dayînê em amade ne. Me ev di roja fermanê de jî raber kir û em ê ji îro şûnde jî raber bikin. Ji ber ku ferman û komkujî ji Bakurê Kurdistanê heyanî Rojava, Zaxo, Mexmûr, Kerkûk û Şengalê ji hev ne qûtin. Êrîş ser tevahiya gelane. Ser tevahiya axa Iraqê ye. Ji bo wê jî divê di serî de gelên herêmê bi tifaqiyeke mezin ve li hemberî vî dijminê xwîn xwar rabin û rê neyê dayîn ku kesek vê axa pîroz dagir bike.

Em di serî de ji bo her du hevreyên xwe yên birîndar û ji malbatên wan re şîfa dixwazin. Em soza xwe ya parastin û tolgirtinê di şexsê tevahiya şehîdên xwe de û şehîdên komkujiyan de bi mezintirîn dubare dikin. Em ê heyanî kêliya dawî ya jiyana xwe li hemberî her cûre êrîşên dagirkeriyê ber xwe bidin û emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di oxira wê de çi dibe bila bibe ji bo têkoşînê em ji doh bêhtir amade û bi hêz in.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşar: Ev têkoşîn keştiyeke edaletê ku 540 rojin diçe ye

Nivîsa Pêş

Artêşa Tirk a dagirker li her derê êrîşên dagirkeriyê dide destpêkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Artêşa Tirk a dagirker li her derê êrîşên dagirkeriyê dide destpêkirin

Artêşa Tirk a dagirker li her derê êrîşên dagirkeriyê dide destpêkirin

Li girtîgehan daxwaz û pêdiviya girtiyan bi cî nayînin

Li girtîgehan daxwaz û pêdiviya girtiyan bi cî nayînin

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Rastiya Jiyana me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2017’an şehîd bûn eşkerê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • EMÊ KARIBIN DEV JI 3 HEZAR ŞEHÎDAN BERDIN?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN: Li Elîhê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de teqîn pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cenazeyên Şehîd Bêrîtan Amed û Şehîd Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.