Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şiyar Şevger: Di roja 15’ê Tebaxê de hêviyek mezin çêbû

Şiyar Şevger: Fîşeka yekem ji bo gelê Kurd bû mîna teqîneke mezin. Ji ber ku di roja 15’ê Tebaxê de hêviyek mezin çêbû. Heta vê demê jî dengê wê teqînê li ser serê dewleta Tirk a dagirker xofeke mezin e.

Edîtor: Nucan Serdoz
14/08/2022 - 10:55
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Şiyar Şevger: Di roja 15’ê Tebaxê de hêviyek mezin çêbû
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger bi wesîleya salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî.

Şiyar Şevger destpêkê şehîd Rêzan Cawîd bi bîr anî û got, “Hevrê Rêzan Cawîd salên dirêj li Rojhilatê Kurdistanê kedeke mezin da, karekî mezin kir. Ji bo Rojhilatê Kurdistanê şehadeta hevrêyê me Rêzan Cawîd windahiyek mezin bû. Wek hevrêyên Şehîd Rêzan em careke din soza bilindkirina têkoşîna azadiyê dubare dikin, sersaxiy ji malbata Şehîd Rêzan û gelê xwe dixwazin. 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn roja ji nû zayînê ye. Di roja 15’ê Tebaxê de êdî bawerî çêdibe, ku li hemberî dagirkeran dikarin şer bikin. Roja 15 Tebaxê ji bo gelê Kurd dibe hêz, bawerî û hêvî. 15’ê Tebaxê di heman demê de naskirina rastiya xwe û dijmin e.”

‘GELÊ KURD TI CARÎ LI HEMBERÎ ZILMÊ SERÎ NETEWANDIYE’

Şiyar Şevger bi bîr xist ku gelê Kurd yek ji gelên herî kevn ên Rojhilata Navîn e û destnîşan kir ku di dîrokê de gelê Kurd ti carî li hemberî zilm, dagirkerî û qetilkirinê serî netewandiye. Şiyar Şevger got, “Gelê Kurd ji bo ku xwe ji dagirkeriyê biparêze, her tim di nava legerînê de bû. Bi vî rengî têkoşiya û ji rastiya xwe ya civakî dûr neket. Heta roja îro jî bi çand û têkoşîna xwe dijî.”

Şiyar Şevger anî ziman ku li gel kêmasiyên xwe jî li Kurdistanê gelek tevger ava bûn, gelek şehadet dan û got, “Dijmin her tim bi ser de çû û xist di bin berjewendiyên xwe. Bi vê yekê re têkoşîn lewaz kirin, pêşengên tevgerên ku derketine her tim tune kirin. Ji ber ku dema pêşeng nemîne wê sîstemeke bi hêz jî nebe û nikarin xwe li ser lingan bihêle. Lê gelê Kurd tu car di têkoşîna dîrokî de bêpar nemaye. Her tim ji bo azadiyê têkoşiya ye.”

‘DIJMIN ÇI BIKE BILA BIKE, NIKARE GELÊ KURD TUNE BIKE’

Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger wiha dewam kir: “Dijmin çi bike jî nikare gelê Kurd tune bike. Gelê Kurd bi hezaran salan in li ser vê axê ye, ji bo parastina çanda xwe her tim têdikoşe. Eger gelê Kurd li ser vê axê ji dayik nebûya dibe ku heta niha gelek car bi têkçûnê re rûbirû hatiba. Lê belê ji ber ku li ser vê axê ji dayîk bûne her çiqasî dijmin hewldanên têkbirinê bike jî nikare tune bike. Tu car li hemberî dagirkeriyê serînetewandin û wê netewînin jî.

Dema em li rewşa îro dinihêrin, dibînin ku di dîrokê de kêmasiyên ku di tevgeran de derketine weke encam tevgera Apocî derketiye. Bi pêşengiya Rêber Apo ji kêmasiyên dîrokê ders hatiye derxistin. Rêber Apo dahûrandinên xwe li gorî pêwistiyên gel dike û derketineke bihêz çêkir. Dema ku dagirkeran digot, me Kurd qedandiye, Rêber Apo bingeheke bi hêz afirand. Di wê demê de Rêber Apo her tişt da ber çavê xwe û tevgereke birêxistinkirî ava kir. Tevgera ku birêxistin dike hîn di destpêka xwe de tevgereke neteweyî ye.

‘FÎŞEKA YEKEM JI BO GELÊ KURD BÛ MÎNA TEQÎNEKE MEZIN’

Wek gelê Kurd di dîrokê de pirsgirêka me bi gelê Ereb, Fars, û Tirk re nîne. Pirsgirêka me bi sîstema hatiye avakirin re ye. Ji ber ku qanûnên sîstemê hebûna gelekî ji holê radike, gelê Kurd ji nedîtî ve tên. Tevgera Apoyî her tim hebûna gelan di nava xwe de dihewîne. Ji bo gelên hatine tirsandin dibe hêviyeke mezin. Bi vî rengî têkoşîna Tevgera Apoyî her ku çû mezin bû. Di sala 1984’an de bi pêşengtiya hevrê Fermandar Egîd li Dihê li dijî dagirkeriyê fîşeka yekemîn hate teqandin.

Fîşeka yekem ji bo gelê Kurd bû mîna teqîneke mezin. Ji ber ku di roja 15’ê Tebaxê de hêviyek mezin çêbû. Heta vê demê jî dengê wê teqînê li ser serê dewleta Tirk a dagirker xofeke mezin e. Dagirkerên barbar wesa dizanîbûn ku wê tevgera Apoyî jî mîna tevgerên berê yên Kurdan bi hêsanî tune bikin. Bi vî rengî xeyal dikirin. Em bi 15’ê Tebaxê re hene. Wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê em li ser bingeha 15’ê Tebaxê xwe bi rêxistin dikin. Bi rastiya 15’ê Tebaxê re em têkoşîna xwe di Rojhilatê Kurdistanê de didin meşandin. Em li gorî baweriya ku di 15’ê Tebaxê de hatiye avakirin, tevdigerin. Li i Rojhilatê Kurdistanê bi berhemên Rêber Apo em xwe bi rêxistin dikin.

Serketina şerê Qendîlê berhema 15’ê Tebaxê bû. Bi pêşengtiya Şehîd Simko Serhildan şer hate meşandin, Şehîd Simko pêşengiya taktîkî kir. Li ser berhemê ku Fermandar Egîd Şehîd Simko pêşketin di xwe de da ava kir. Têkoşîna Şehîd Simko ku di sala 2011’an de raber kir, heta niha jî hêvî dide me.”

‘DIVÊ JIN Û CIWAN XWE BI FIKIRA RÊBER APO BI RÊXISTIN BIKIN Û TEVLÎ RÊFÊN GERÎLA BIBIN’

Şiyar Şevger di dawiya axaftina xwe de ev bang kir:

“Li Rojhilatê Kurdistanê pêwîste gelê me li hemberî siyaseta dijmin hişyar be. Bi taybetî pêwîste jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe zane bikin. Bila bi zanebûn li hemberî şerê taybet ê ku dijmin dide meşandin xwe bi rêxistin bikin û beşdarî nava refên gerîla bibin. Divê Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di nava şerê ku îro li Kurdistanê tê meşandin de bêpar nemînin. Di vê demê de ciwanên Rojhilatê Kurdistanê pêwîste heta dawî xwedî li rola xwe derbikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî yên artêşa Tirk ya dagirker weşand

Nivîsa Pêş

LEZGÎN: 3 leşker û 3’ê çete hatin kuştin, 5 leşker û 2 çete jî birîndar bûn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
LEZGÎN: 3 leşker û 3’ê çete hatin kuştin, 5 leşker û 2 çete jî birîndar bûn

LEZGÎN: 3 leşker û 3'ê çete hatin kuştin, 5 leşker û 2 çete jî birîndar bûn

Gerîlayên YJA Starê li Çiyayên Azad 8’ê Adarê pîroz kirin

YJA STAR: Serkeftinê wê para gelê me ya ku bi rihê 15'ê Tebaxê li berxwe dide be

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.