Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA STAR: Serkeftinê wê para gelê me ya ku bi rihê 15’ê Tebaxê li berxwe dide be

"Bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bi xwedî derketina li xeyalên şehîdên xwe bi ser bikevin û serketin jî ya gelê me yê ku bi rihê 15’ê Tebaxê li berxwe dide. Pêngava 15’ê Tebaxê li hember her cure tunebûn, zehmetî û astengiyan, pêngava afirandina hebûnê, û pêşxistinê ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
14/08/2022 - 12:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Gerîlayên YJA Starê li Çiyayên Azad 8’ê Adarê pîroz kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – YJA Starê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kir û got, “Bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bi xwedî derketina li xeyalên şehîdên xwe bi ser bikevin. Serketin a gelê me ye ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li ber xwe dide.”

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha ye;

“Em 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya ku bi parçekirina tarîtiya gorê ya ji gelê me re rewa tê dîtin çirûskên jiyana nû pêxist, di serî de li Rêberê vejîn û hêviyê Rêber Apo û di şexsê hevrêyên me yên li dijî êrîşên herî giran ên kîmyewî yên dewleta Tirk a mêtinger û faşîst, bêyî ku kêliyekê dudilî bijîn Têkoşîna me ya Azadiyê bi biryardariya serketinê didomînin de li hemû berxwedêran pîroz dikin. Em şehîdên xwe yên ku bi cesaret, îrade û kedên xwe yên mezin em kirin mirovên birûmet ên dîroka mirovahiyê û fermandarê xwe yê efsanewî Egîd ê ku di afirandina van rojan de pêşengî kir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û weke pêwîstiyeke dilsoziya bi bîranînên wan re soz û biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna me ya serketinê diyar dikin.

Dewleta Tirk a mêtinger, faşîst bi serkêşiya cûntaya Kenan Evren “Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê” da destpêkirin û li zindanên Amedê bi êrîşeke ji hovîtiyê wêdetir gelê Kurd kir hedef. Bi hedefkirina Mazlûm, Hayrî, Kemal, Akîf, Alî û Sara’yan ku hiş û dilê gelê me yê di pêvajoya vejîne de ye xwestin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bikin. Lê belê helwesta bi biryar a berxwedêrên zindanê, hişmendiya faşîst a Tirk têk bir û nîşanî gelê Kurd da ku rêya mezinbûna jiyanê “bi berxwedanê jiyankirin” e. Dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” ku li Zindanên Amedê bilind bû, di demeke kurt de li ser zimanê gelê Kurd veguherî qîrîna tolhildanê. Guleya ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de ji lûleya çeka Egîd hat teqandin, tevgera tolhildana gelê Kurd da destpêkirin. Gelê Kurd ragihand ku ew bi guleya yekemîn ji hesabpirsîna dîrokî re amade ne. Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re; gelê Kurd ku yek ji gelên herî qedîm ê dîrokê ye, biryar daye ku teslîmî desthilatdarên mêtinger ên ku ji aliyê leşkerî ve Kurdistan dorpêç kirine, nebe û biryardariya ku wê bi berxwedan û tolhildanê di dîrokê de bi pêş ve biçin nîşan daye. 15’ê Tebaxê sembola israra gelê Kurd a ji bo tolhildana dîrokî ya ji serdestan e. 15’ê Tebaxê serhildana li dijî bêdengiya kûr a gelekê ya ku bi betonê hatibû nixumandin e. 15’ê Tebaxê aqil, zanabûn û ruhê dîrokî yê gelên qedîm e ku cetwela di destpê mêtingerên ku bi wê nexşeyên herêmê xêz kirine de şikandine ye. 15’ê Tebaxê peyama yekemîn e ku ji hemû cîhanê re radigihîne ku bi tinehesibandina gelê Kurd yek gav jî wê neyê avêtin.

HER JINA LI ÇIYA LI BERXWE DIDE MIRATGIRÊ GULEYA YEKEME

Çawa ku gelê Kurd di 15’ê Tebaxê de bi pêngava guleya yekemîn axa mirî li ser xwe avêt, jinên Kurd jî bera xwe dan çiya û ketin ser rêya tolhildana ji pergala baviksalarî. Jinên ku hêj di qonaxa yekemîn a komê de bi tevgera Apoyî re hatin cem hev, piştî teqîna guleya yekemîn guh dan qîrîna serhildanê ya ku di dilê wan de bilind bû û meşaleya azadiyê li çiyayên Kurdistanê bilind kirin. Jina Kurd bi çeka di destê xwe de bi Egîd re rêhevaltî kir, weke Besê û Zarîfe bû xwedî helwesteke layiqî peywira lehengiya dîrokî ya jina Kurd. Di Têkoşîna me ya Azadiyê de, jinên Kurd bi têkoşîna azadiyê ya ku mil bi mil bi hevrêyên xwe yên mêr re kirine, nasnameya lehengiya jinê ya jibîrbûyî vejandine. Îro her jina ku bi çeka di destê xwe de li çiyayan li berxwe dide, mîratgirê guleya yekem e. Weke hêza YJA Starê em bi berpirsyariya xwedî derketina li rûmeta azadiya di serî de jin û mirovahiyê re xwedî li mîrateya 15’ê Tebaxê derdikevin. Em têdikoşin ku vê mîrateyê bigihînin hemû mirovahiyê. Em ê teqez bi felsefeya jiyanê ya Rêber Apo ku rê li ber vê têkoşînê vekir, bi şêwaza lêdanê ya fermandarê me yê mezin Egîd ku hêza wî ya pratîkî ye û bi ruhê fedayî yê rêhevalên me yên jin ên dudilî nabin ku di vê rêyê de bedel bidin, bi ser bikevin.

Gelê me di nava şerekî mezin de ye. Ev şer şerê hebûn û tinebûnê ye. Dijmin bi hemû derfetên xwe hewl dide hêviya ku di şexsê PKK’ê de derketiye holê bişkîne, baweriyê tine bike, ronahiyê veguherîne tarîtiyê. Şerê ku dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê daye meşandin ne şerekî asayî ye. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di çarçoveya “Plana Çokdanînê” ya ku ji gelê Kurd re rewa dibîne, dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike. Berê li vir bi vî dijminî re şerên dijwar hatin kirin û artêşa Tirk a mêtinger gelek caran têk çû. Îro em dibînin ku artêşa faşîst careke din şikestiye û ji bilî çekên kîmyewî ku bikaranîna wan sûcê mirovahiyê ye, tiştekî din ê wî nemaye. Her çiqas hêza wî nemaye lê dixwaze vî şerî bidomîne. Armanca dagirkeran ew e ku îradeya Kurd a azad bişkînin û gelê me ku nêzî serketinê ye careke din bê statû bihêlin. Haya me ji vê heye û em bi biryar in ku heta dawiyê li ber xwe bidin. Zarokên Kurd nabe mehkûmê wê yekê bên kirin ku sed salên din jî bê welat, bê nasname bijîn û di bin pêlav û panzerên leşkerî de bên perçiqandin. Em tu carî destûrê nadin vê yekê. Weke jinên YJA Star em her roj bi hezkirineke mezin a azadiyê ber bi çeperên xwe ve diherikin û dizanin ku em di berbanga serketinê de ne. Weke zarokên gelê xwe ku ji canê wan zêdetir qîmetê didin wan, ji bo ku planên dijmin pûç bibin em bi hewldaneke awarte, bi şev û roj, bêyî birçîbûn û tîbûnê bizanibin, hemû derfetên jiyana mirovan li aliyekî dihêlin û ji bo parastina pêşeroja gelê xwe di nava têkoşînê de ne. Li hemberî dijminê bêrûmet ê ku çekên kîmyewî û hemû rêbazên hovane bikar tîne, piştgiriya me ya herî mezin, Rêberê me yê ku li Îmraliyê xwedî berxwedaneke bênavber e, gelê me û rêhevalên me yên ku ji bo şerê azadiyê bi qîmeta girtin û qetilbûyînê her roj xwe dikin mertal û bi awayeke fedayî li ber xwe didin e. Bingehên me xurt in û ji ber vê yekê em ê bibin serketiyên şer. Hêza herî mezin a şer a NATO’yê li çiyayên Kurdistanê hatiye têkbirin. Heta Serfermandariya Tirk jî bêçaretiya artêşa Tirk a faşîst û mêtinger a li hemberî tunelên şer ên gerîla, li pêşberî hemû cîhanê bi gotina ku şikeftên wan ên 5 qatî hene, ji cîhanê re ragihand. Aqilê dewleta Tirk a faşîst a ku ji dîrokê ders dernexistî, careke din bi ruhê PKK’ê yê têkneçûyî re rû bi rû hat û kete nava xitimandinê. Divê were zanîn ku Kurdê kole yê berê di 15’ê Tebaxê de bi guleya yekemîn hat kuştin û Kurdê nû heta dawiyê di azadiyê de bi israr e. Berxwedana me ya çekdarî ya ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê destpê kir, îro li tevahiya Kurdistanê belav bûye û gelê me kiriye fedayî. Di vî şerî de gelê Kurd serketî ye û di şexsê wê de gelên Rojhilata Navîn azad dibin. Gotina dawî ya bi hezaran gerîlayên azadiyê “Em ê teqez bi ser bikevin” bû. Weke gerîlayên YJA Starê ji bo ku li ser rêya şehîdên xwe soza serketinê bi cih bînin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bi xwedî derketina li xeyalên şehîdên xwe bi ser bikevin û serketin jî ya gelê me yê ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li berxwe dide. Rêber Apo wiha got: “Pêngava hişmendiyê, pêngava baweriyê, pêngava israrbûyînê, pêngava raman û dilê mezin e.” Pêngava 15’ê Tebaxê li hember her cure tunebûn, zehmetî û astengiyan, pêngava afirandina hebûnê, afirandin û pêşxistinê ye.

EM SOZ DIDIN KU SERKETINÊ MISOGER BIKIN

Li dijî aqlê faşîst ê qirkeriya Tirk ku digot ‘Kurdistana xeyalî li vir hatiye binaxkirin’, em bi ruhê nû, aqil û dilê PKK’ê li Avaşînê, Zap, Metîna, Botanê û her bihosta xaka Kurdistanê ya pîroz li ber xwe didin. Em; gerîlayên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê ku çeperên me yên şer ê îro ne û li her devera ku serweriya Tirk a mêtinger-faşîst lê ye, bi pêşengiya fermandarên xwe yên mezin Egîd, Diljîn, Bêrîtan, Têkoşîn Amanos, Delal Amed, Berfîn Rêbaz û Mizgîn Ronahiyan soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin. Em li ser şopa şehîdên xwe dimeşin û soza xwe dubare dikin ku ala wan bi ser bixînin. Em Pêngava 15’ê Tebaxê careke din li Rêberê xwe, li gelê xwe, li mirovahiya demokratîk û hemû gelên li cografya Rojhilata Navîn pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN: 3 leşker û 3’ê çete hatin kuştin, 5 leşker û 2 çete jî birîndar bûn

Nivîsa Pêş

Ajanekî MÎT’ê hate kuştin, 2 ajan jî hatin girtin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ajanekî MÎT’ê hate kuştin, 2 ajan jî hatin girtin

Ajanekî MÎT'ê hate kuştin, 2 ajan jî hatin girtin

LEZGÎN: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê lê dan – 3’ê dagirker hatin ceza kirin

LEZGÎN: Ji bo pîroz kirina pêngava 15'ê Tebaxê çalakiyên gerîla - 10 dagirker hatin ceza kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.