Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

LEZGÎN – 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin ceza kirin

HPG'ê got, "Tîmên me yên bi tevger, di çalakiyên silavkirina Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê de yek jê operatorê kepçeyê 13 dagirker ceza kirin, kepçeyek, konekî leşkerî û 2 çeper jî îmha kirin."

Edîtor: Nucan Serdoz
11/08/2022 - 14:34
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 6 mins read
A A
LEZGÎN – 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şer ev agahî parve kir:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser şopa fermandarê me yê nemir hevrê Egîd, li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna azadiyê bi ruhê fedaî yê Apoyî bi rengekî bênavber dewam dikin. Gerîlayên azadiyê ku bi gerîlatiya modernîteya demokratîk a profesyonel ber bi serketinê ve dimeşin, bi performanseke bilind, bi hunereke xurt a lêdanê û bi taktîkên afirîner derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Dewleta Tirk li her derê bi êrîşa li ser gelê Kurd ê bêguneh û bi rûmet, hewl dide têkçûna xwe ya li Zap, Avaşîn û Metînayê binixumîne. Dewleta Tirk a mêtinger qirker çiqasî bi hovane êrîş bike jî wê li hemberî doza azadiyê ya rewa û mafdar a gelê Kurd ê esîl û bi rûmet, ti carî encamê bi dest nexe.

Tîmên me yên bi tevger di çalakiyên silavkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de, yek jê operatorê kepçeyekê 13 dagirker ceza kirin, kepçeyek, konekî leşkerî û 2 çeper jî îmha kirin. Di heman demê de çekek bombeavêj û 16 bombeyên wê, dûrbîneke çekê, şarjorê çekek MPT-55, dedektoreke mayinê, cîhazeke ragihandinê, cîhazeke jammer a dikare bê hilgirtin û aparatên wê, 2 çenteyên leşkerî, bombeyên mij û gelek malzemeyên jiyanî hatin desteserkirin.

Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 11 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan carî jî bi obus û hawanan bombe li qadên berxwedanê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

10’ê Tebaxê saet di 00:40’î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara xistin. 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di daxuyaniya xwe ya 9’ê Tebaxê de me ragihandibû ku 8’ê Tebaxê li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Girê Şehîd Rêber hêzên me çalakî kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerên mayî neçar man xwe vekişînin. Di vê çalakiya ku tîmên me yên bi tevger lidar xistin; çekek bombeavêj û 16 bombeyên wê, dûrbîneke çekê, şarjorê çekek MPT-55, dedektoreke mayinê, cîhazeke ragihandinê, cîhazeke jammer a dikare bê hilgirtin û aparatên wê, 2 çenteyên leşkerî, bombeyên mij û gelek malzemeyên jiyanî hatin desteserkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

6’ê Tebaxê saet di 13:30’î de li qada Keşanê ya Heftanînê, li hemberî wesayitên kepçe yên dagirkeran ku ji bo armancên leşkerî hewl didan li Girê Koxê Mele Yehya rê çêbikin, bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de kepçeyek hate îmhakirin, dagirkerek hate cezakirin ku operatorê kepçeyê bû.

Dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li hemberî çeperên şer ên li Girê Şehîd Zemanî bombeya taktîk nukleer û û çekên kîmyewî bombe kirin, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Tîmên me yên bi tevger 10’ê Tebaxê saet di 09:40’î de bi çekên giran li van dagirkeran xistin ku li çeperê kom bûbûn. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeper jî hate îmhakirin.

10’ê Tebaxê saet di 10:15’an de li dijî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan bombeyan li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bibarînin, bi sabotajê çalakî hate kirin. Di encama vê çalakiyê de dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

10’ê Tebaxê saet di 13:30’î de li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên taktîk nukleer bombardûmanê li çeperên şer bikin, bi sabotajê çalakî hate kirin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

10’ê Tebaxê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li dijî dagirkerên ku dixwestin li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Gelhat bi cih bibin, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê çalakî kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

10’ê Tebaxê saet di 20:20’î de li hemberî dagirkerên ku dixwestin li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bibin, tîmên me yên YJA Starê bi sûîqestê çalakî kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

10’ê Tebaxê saet di 21:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

11’ê Tebaxê saet di 06:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li dijî dagirkerên hewl didan li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan bi cih bibin, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de konekî leşkerî bi temamî hate îmhakirin û 4 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

9 û 10’ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Hakkarî û Werxelê, tunelên şer 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, hawan, helîkopter û balafirên şer;

10’ê Tebaxê Qada Girê Bahar û Qadên Berxwedanê yên Saca, Sîda û Werxelê 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10’ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê FM û Girê Cûdî 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

10’ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê FM bi dehan carî bi obus û hawanan hatin bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nobeta Edaletê ya Şenyaşar: Me bi tenê nehêlin

Nivîsa Pêş

Ji QSD’ê çalakiya Tolhildanê – 23 leşkerên dagirker hatin kuştin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji QSD’ê çalakiya Tolhildanê – 23 leşkerên dagirker hatin kuştin

Ji QSD'ê çalakiya Tolhildanê - 23 leşkerên dagirker hatin kuştin

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn

Manşet

  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.