Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Komkujiya li Zaxoyê ya dewleta Tirk

Edîtor: Nucan Serdoz
24/07/2022 - 0:09
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Komkujiya li Zaxoyê ya dewleta Tirk
ParvekeTweet

Bûyerên li Zaxoyê rû dan, rûyê qirker ê dewleta Tirk careke din raxist pêş çavan. Em bi dewleteke wisa re rû bi rû ne ku bi komkujiyên wiha, çi di nava raya giştî de bên nîşandan an jî neyên nîşandan, xwedî paşxaneyeke xirab e. Hejmara komkujiyên li dijî gelê Kurd gelekî zêde ye. Heke pêşî li komkujiyên berê bihata girtin, îro ev komkujî çênedibû. Hemû hêzên ku komkujiyên dewleta Tirk nabînin û desteka siyasî, leşkerî, aborî û dîplomatîk didinê, jê berpirsyar in.

Komkujiya Zaxo divê di her alî de bê ronîkirin. Ronîkirina komkujiyê jî têrê nake, divê bersiv ji vê re bê dayîn û ceza lê bê birîn.

Ev komkujî ne bûyereke ji rêzê ye. Dewleta Tirk ev komkujî pêk anî, lê em dizanin hevkarên wê jî hene. Hêzên ku ji komkujiya Zaxoyê berpirsyar in, nikarin berpirsyariya xwe paşguh bikin. Di êrişên droneyan yên dewleta Tirk de bi dehan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest da.

Li Mexmûr, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê, deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê û Rojava gelek komkujî kirin. Di wan komkujiyan de gelek jin, zarok û kal û pîr, her wiha efserên artêşa Iraqê jî hatin kuştin.

Rayedarên PDK’ê ku di komkujiya li Zaxoyê de hêstirên tîmsahan rijandin, bê şerm navê PKK’ê dibêjin. Lê belê sedema komkujiyan ew bi xwe ne. Sedem çi dibe bila bibe, komkujiyek heye û berpirsyarê vê jî dewleta Tirk e. Lê rayedarên PDK’ê ji bo ku dewleta Tirk şermezar nekin, çi ji destê wan tê dikin.

Her wiha bêhurmetiyeke mezin e ku hîna xwîna wan pitik û zarokên hatine qetilkirin li erde ye, lê li şûna ku hesab bidin li hincetan digerin. Ev durûtî ye. Çi hinceta peyda bikin jî para PDK’ê ya di van êrişan de ne kêm e. Ji ber ku operasyon bi awayekî hevpar tên kirin.

Heman tişt ji bo hikumeta navendî ya Iraqê jî heye. Tevî ku di êrişên rojane yên dewleta Tirk de bi dehan mirov di nava sînorên Iraqê de hatin qetilkirin jî, li nava axa di bin serweriya xwe de li hemberî wan tedbîr negirtin. Refleksa dewletê ya pêwîst nehat nîşandan. Bi dehan baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Iraqê çi dikin? Divê bersiva vê bidin. Tevî ku ev baregehên leşkerî ji bo armancên êrişkariyê hatin bikaranîn û bûn sedema kuştina gelek welatiyên Iraqê jî, hikumeta Iraqê bersiveke pêwîst neda.

Lewam jî berpirsê komkujiyan e. Em hêvî dikin ku ev komkujî hikumeta navendî ya Iraqê seferber bike, qada xwe ya hewayî ji êrişan re bigire, baregehên leşkerî ji Iraqê derxe û cezayan ferz bike. Nexwe dê pêşî li van êrişan neyê girtin û komkujiyên nû li komkujiya Zaxoyê zêde bibin.

Şirîkê din ê komkujiyan NY ye. Nûnerê NY’yê yê Iraqê bi hemû hewldanên xwe ji bo pêkanîna peymana îxanetê ya li Şengalê êrişên li Şengalê rewa kirin. Dema pêşengên civaka êzidî tên qetilkirin, dengê xwe nakin. NY ji mîsyona xwe dûr ketiye û ronahiya kesk dide komkujiya êzidiyan. Li hemberî dijminahiya Kurdan bê deng dimîne. Dîktatorê faşîst Erdogan ku di civîna NY’yê de planên xwe yên dagirkeriyê bi nexşerêya planên xwe yên dagirkeriyê nîşan da, li dijî Erdogan bêdeng ma û ji bo ku komkujiyan bike destûr da.

Dewleta Tirk a dagirker terorê li her derê belav dike. Lê tu hewldaneke astengkirinê nîn e. Ka hiqûqa navneteweyî, wijdanê mirovan li ku ye, berpirsyariya exlaqî li ku ye? Tirkiye bi polîtîkaya xwe ya derve ya agresîf li Rojava sûcên mezintir dike. Dema Kurd tên qetilkirin bi rola sê meymûnan radibin. Ev yek nêzîkatiyeke durû ye. Tevî ku erdnîgariya Rojava tê dagirkirin jî dema ji bo êrişên nû yên dagirkeriyê dikevin nava hewldanan jî, tu hêz li dijî wê dernakeve. Dewleta Tirk a faşîst ji vê rewşê sûd wergirtiye û bê guman dê komkujiyan bidomîne. Ya ku DAIŞ’ê nekarî li Şengal û Rojava bike, dewleta Tirk niha dike. DAIŞ her çend bi bermahiyên xwe êrişên xwe giran bike jî, ji ber ku dijberî tune ye, bê dudilî komkujiyan dike û bêteredût sûcên li dijî mirovahiyê dike.

Heke dewlet û saziyên navneteweyî yên li hemberî dewleta Tirk a faşîst berpirsyar dengê xwe bilind nakin, divê gel dengê xwe bilind bikin.

Weke di mînaka Şêladize de, divê gel bi ser baregehên leşkerî de biçe û dawî li hebûna leşkerî ya dewleta Tirk a li Iraqê bîne û mafê xwe yê parastina rewa bi hemû hêza xwe bi kar bîne. Divê hêzên ji komkujiyê berpirsyar in, derxe holê. Hemû kesên ku PDK jî di nav de, bi dewleta Tirk re hevkarî kiriye û di komkujiyan de rol lîstiye hevkarên komkujiya li Zaxoyê ne.

Komkujiya ku dewleta Tirk kiriye ne bûyereke serbixwe ye. Komkujiyeke gelekî bi plan û îstîxbaratî ye.

Dixwazin bi hedefgirtina sivîlan gundan vala bikin, herêmê bê mirov bikin û dagirkeriyê mayînde bikin. Li Iraqê û li dijî Kurdên li Sûriyê êrişên xwe yên dagirkeriyê zêde dikin û şerekî bê nav dimeşînin.

Bi bikaranîna çekên kîmyewî hewl dide tevgera azadiyê ya Kurd tesfiye bike. Her roj sûcên ku di hiqûqa navneteweyî de hatine pênasekirin, dike. Komkujî ji xwe re kirine kevneşop. Ji Komkujiya Ermenan heta komkujiya Zaxoyê her komkujiyeke ku pêk anî, ji bo xwe wek qezencekê dît û hesab jê nehat pirsîn.

Bêdengiya li hember komkujiya li Zaxoyê hevkariya li sûc e. Tevgera azadiyê ya Kurdan bi gotina “Em ê hesabê komkujiyê bipirsin” nerazîbûn nîşan da. Divê gelên Iraqê li hember komkujiyê berpirsyariya xwe ya hiqûqî, mirovî, wijdanî û exlaqî bi cih bînin û hesab ji berpirsên komkujiyê bipirsin.

Rauf Krakoçan Nivîsandiye……

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji pênûsa Gerîla – Siyako

Nivîsa Pêş

Ciwanên Başûrê Kurdistanê: Emê sûcên dewleta Tirk ya dagirker teşîr bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Başûrê Kurdistanê: Emê sûcên dewleta Tirk ya dagirker teşîr bikin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê: Emê sûcên dewleta Tirk ya dagirker teşîr bikin

TAYBET – Emîne Eloş: Ji ber ku dewleta Tirk li Zap û Îmraliyê encam negirt, êrîşî gel kir

TAYBET - Emîne Eloş: Ji ber ku dewleta Tirk li Zap û Îmraliyê encam negirt, êrîşî gel kir

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.