Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Heta pêşengî neyê bi dest xistin, veguhertina rastiya civakî nayê serxistin – 1

Edîtor: Nucan Serdoz
19/07/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Heta pêşengî neyê bi dest xistin, veguhertina rastiya civakî nayê serxistin – 1
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji Dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…

Ev dem, di heman demê de destpêka pêvajoya em herî zêde nêzî azadiyê dibin rave dike. Ne tenê vejîna li çiyê, dikare bê gotin, em di mehek ku di asta civakî de jî vejînek pir xurt xwe dide hesandin, zindî dibe de ne. Rastiyên wisa hene, heta em rastiyek wisa dijîn, weke bandorek li pey hev, dibe rewşek ku her kêlî li pey hev biteqe û tovên xwe zêde bibin. Rastiya Kurd jî hinekê wisa ye. Di wateyekê de rastiya ku em bi xwe re ronî dikin, ev ji aliyekê ve li gorî xwezaya rastiyê jî guncave û neçare. Lê hewldanek zêde û rakirina barek giran dixwaze. Bi qasî hewce dike fikrek pir baş fêm dike û têdigihe pêş bikeve, ewqas jî pêngavên wêrek, hewldanên pir mezin û hûrûkûr jî hewce
dikin. Neçare ev hemû di nav hev de bên diyarkirin. Ev şoreş, şoreşek wisa ye, hûnê her tiştê xwe têkilhev û bi hev re bimeşînin. Rastiya me destûr nade em yekê bidin pêş, yê din jî paşçav bikin. Lewra tişta em ji we tevan dixwazin, li ser vî bingehî xwe gihandina kesayeta ji vê re guncav û hêza vê jî raberkirine. Ji bo pêşxistina vê hevgirtin û kamilbûna mezin, wexta em rastiya Kurd tînin rewşa rastiyeke herî zêde tê nîqaşkirin, hêjî barê herî giran li ser milê me ye. Em xwediyê ijarê ne, yê wê ronî jî bike dîsa emin. Lê weke em her carê  destnîşan dikin, zehmetî, ji êrîşên dijmin zêdetir, çavkaniya xwe ji nepêşxistin û veneguhertina me digire. Tê zanîn em miletek ku herî zêde nasnameya xwe winda kirî ne. Windabûna nasname, di heman demê de bi windakirina gelek wesfên mirov re jî li nav hev çêdibe. Ev jî esasê her cure lewazî û ketîbûnê ye. Çima heta niha kesî newêrî van pirsgirêkan çareser bike? Çima heta niha ti Kurdî xwe neda ber vî karî? Niha baştir tê fêmkirin, di rastiya Kurdînî, astek bêhempa ew dana jiyankirinê de berjewendî nayê dîtin. Lewra her cure wêrekî, fedekarî û hewldan tê xwestin. Dema ev nebe, milîtan dernakeve û nikare bibe hêza çareseriya ku bibe xwediyê mijarê. Kedxwar û sextekarên erzan pir hene. Têkoşîna em dimeşînin ne tevgerek rizgariya netewî ya ji rêzê ye. Ji tevgerek rizgariya netewî ya ji rêzê zêdetir, tevgerek artêşbûna netewî ye. Ji ber her tiştê tê jiyîn a biyaniyane, di wateyekê de li ser bingeha îxanet û biyanîbûnê ye. Lewra di rastiyê de şer li dijî vê ye. Sedema herî girîng li cem me rol pir kêm tên fêmkirin û pir xirab tên lîstin jî eve. Nezanîna kêrhatin û rola xwe girêdana xwe bi biyanîbûn, înkar û îxanet jiyînê ve
heye. Rastiyek me ya ecêb ku di cîhanê de kêm tê dîtin heye. Ya rastî ev, hinek xisletên şoreşa me jî derdixe holê. Hemû şoreş kêm-zêde xwe dispêrin rastiyên netewî û çînayetî. Li cem me ji şoreşên din cudatire, rastiya me ne wisa ye. Ti alî û xisletên me yên ku em bikarin weke dane bipejirînin û rastiyek objektîf fêm bikin bişibe şoreşên din nîne. Ev hewcedariya pêşketinek xweser û xweser mayînê derdixe pêş. Ev di heman demê de pêdiviya şoreşek nû ye. Dema em dibêjin nû, ne hilberînek qalib girtî, weke hilberandina alavek nû bi şoreşekê re pêkhatin mijara gotinê ye. Ango divê em şoreşek nû çêbikin, tiştek ku mînaka wê neyî bafirînî derbixin holê. Dema em dibêjin nû, ne mînakek dûbare, çêbûnek ku mînaka wê neyî rave dikin. Di nav me de çi partî, çi jî pêşketinên di pêvajoya rizgariya netewî de, heta çêbûna bi milîtan re ger bi şêweya dudilî, fikar û çûnûhatinan be, sedemên vê bi pêşketinên rojaneyî ve ronî dibin. Ev ne tenê ji aliyê eniya dijmin ve, di nav eniya gel de jî bi heman nêzîkbûnê tê destgirtin. Dijmin nasnameya me napejirîne, nafikire mafên me bide. Çêbûnek siyasî û leşkerî, jiyanek çandî û çêbûnek rihî tê jiyîn. Ger bal bidinê, her tişt di rewşa çêbûnê de ye. Hemû jî di nav rojaneyek wisa de li ber çavên me ne. Hestiyariya zêde jî ji ber vê ye. Çêbûna wê, xirab teşegirtin an jî pir baş derketina holê jî girêdayî me ye. Bi vê sedemê di salên dawî de hestiyariyek mezin pêş ket. Em pir baş dizanin ku, xisletek çêbûnê ya cidî bê girtin û li
hember rêz bê girtin ên bingehîn me bi dijmin, gel û dostan jî da pejirandin. Di rojên dawî de nîqaşek ku cardin li derdora me zêde dibe heye. Nexasim di mijara Rêbertiyê de nîqaşek mezin heye. Di nav vê nîqaşê de dijmin jî heye, nokerên wî jî hene, gel jî heye û em jî hene. Dijmin di radeya herî jor de me lêkolîn û lêpirsîn dike, dibêje; “Armanc û hedefên wan çiye, dixwazin biçin kur, dixwazin bibin çi?” Noker jî wisa ne. Li gorî wan rêbertiyek Kurd nabe. Rêbazên me pir xeterin, hebûna me bi temamî herî kêm bi qasî dijmin wan jî ditirsîne. Gelê me jî bi hîsên xwe yên dîroka kevneşop ve, di vê mijarê de me baştir fêm dike. Di asta nav netewî de nîqaş hene. Ev nîqaş bi şêweya; “Terorin, an na?” de didome. Ya rastî hûn jî pirsgirêka pejirandinê dijîn. Lê divê herî zû pêşeng bipejirîne. Heta yên nîqaşan amade bike û li gorî wê encamgir be. Emê di vê mijarê de nekevin nav nêzîkbûnên bawerhişk û netewparêziyek teng. Ji bo nîqaş rê ji şoreşek mirovî ya berfireh re veke, çi hewce dike emê wê bikin. Tê zanîn em bi vê wesfê, nirx didin pêşketina şoreşê. Tişta heta niha hatî kirin jî, zêdetir xizmet ji vê re kirin bû.
Ji vê hêlê ve jî dikare bûyerên Newroza dawî bên nirxandin. Kî dixwaze çawa bersivê bide vê rewşa bi nîqaş ku derketî holê, weke pêşketinên pir balkêş ji niha ve ne welat, di naverasta navnetewî de xwe bi nîqaş daye hesandin. Bersiva ji eniya dijmin hatî, pir birêkûpêk û bêrehmiyek ku her cure îmha di nav xwe de hewandibû. Ev bersiv bi şêweya êrîşek çi derbikeve pêşberî wî dê biperçiqîne de, polîtîkayek kevnar û hoveber bû. Ji bo êrîşên eniya dijmin ên em qet ecêb neman û dihat payîn gel û dostên xwedî feraseta mirovî û helwestê bibînin, fêr bibin û binirxînin, me hewl da hinek rastiyan derbixin holê. Hêzên serdest xwestin şerek pir hetikî û bêşerim bimeşînin.
Beriya wê mehê her cure tanq, top, di rêjeyek nehatî dîtin de leşker, her cure yekîne û firok hatin amadekirin. Hemû li derdora cihên tê payîn li ber xwe bidin hatin bicîhkirin. Li gorî gotina wan pir eşkere cîhanek tirsê ava kirin û ji her kesî re dan diyarkirin ku dixwazin encamê bigirin. Nêzîkbûna me jî hîn zêdetir em derbixin holê ew çine, niyet û pêkanên wan çine, şanî hemû gelê me û cîhanê bikin. Dijmin li ber bayê; “Dê raperînek çêbe, emê jî weke çare vê biçewsînin” ketiye. Me jî meşa xwe ya azadiyê bênavber domand, di mezinbûnek serdest nekarin rawestînin de bersiv dabû. Di encamê de weke her carê, em weke bi tevgerên mîro bersivê bide tevgerên fîlê rewşekê re rûbirû hiştin. Dibe ku çend mîroyên biçûk di bin lingê xwe de perçiqandibe, lê misoger meşê berdewam kir. Rêçek giştî ya şerê gel a wisa heye. Bi me re jî ya her tim tê jiyîn eve. Lê dijmin xwe da dest, di nav hevalbend û alîgirên xwe de jî da diyarkirin ku çiqas hove. Dikare bê gotin, wesfa rejîma herî xeternak a di nav vê pergalê de derket holê. Kêm jî be hat fêmkirin dê ev neyê pejirandin. Di mijara teşîr û tecrîda wî de jî rewşek cidî derket holê û wê di nav pêvajoyê de bandorên wê jî hîn zêdetir derbikevin holê. Gel bi şêweyek berfireh rastiyên
xwe dibîne. Nexasim rastiya Kurd a di salên dawî û heta sedî salan hatî korkirin û bêbertek hatî hiştin de, ji rewşa hatî jibîrkirin û xafil hêdî hêdî vediqete û dest bi xwe nas kirinê ve, hîn zêdetir cidî û bi tirsek kêmtir ve bi şêweya; “Mirin ne çarenûse, rizgarî jî pêkane” ber bi lêgerîna hest û fikir ve kêşa. Niha jî rewşa herî zêde di nav gel de tê jiyîn jî eve. Ev kar jî, yekem care aliyê giraniya pêşketina rastiyekê ye û ne tiştek heneke ku xwe dide der.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 19’Ê GELAWÊJA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla – Bi xeyalên xwe bawerbûn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Bi xeyalên xwe bawerbûn

Ji Pênûsa Gerîla - Bi xeyalên xwe bawerbûn

Destana lehengiyê ya hemdem

Destana lehengiyê ya hemdem

Manşet

  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.