Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Tabûra Azadî ya Enternasyonal: Emê têkoşîna azadiyê li her dera cîhanê belav bikin

Ciwanên enternasyonal ku cihê xwe di nava şoreşa Rojava de girtine diyar kirin ku şoreşa Rojava ji bo wan derefta jiyana nû û azade û gotin; "Ev şoreş xwedî wateyekî girînge, ev şoreş wê însanan ji kok û rastiya wan nêze bike."

Edîtor: Nucan Serdoz
12/07/2022 - 18:00
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşa Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hatî avakirin, ji bo tevahî gelan û mirovahiyê bûye hêviya jiyana azad û demoqrat. Her azadîxwazek pêşeroj û hebûna xwe di nava şoreşa Rojava de dibîne, ji ber vê yekê şoreşa Rojava li kêleka şoreşa civakî bûye şoreşekî enternasyonal.

Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinê destpêkirî, ji bo jin û civakên bindest bû çavkaniya îlhamê. Li ser vê bingehê ciwan û jinên ciwan ên enternasyonal ku cihê xwe di nava vê şoreşê de girtine diyar kirin ku şoreşa Rojava ji bo wan derfeta jiyanekî nû û azade û gotin; “Armanca vê şoreşê ewe ku jiyanekî azad were avakirin, armanca wê avakirina dewletê nîne. Ev şoreş xwedî wateyekî girînge, ev şoreş wê însanan ji kok û rastiya wan nêze bike. Îro herkes dibîne çawa dewleta Tirk a dagirker wekî împeratoriya Osmaniyan gefên nû li mirovahiyê dixwe. Ev şoreş li hember hebûna wan wekî metirsiyekê ye.”

Bi tevahî axaftina ciwanên enternasyonalîst ku ji ajansa me re axivîne wiha ye;

Ciwanê enternasyol ya bi navê Têkoşer Ermenî ku bi xwe ji pêkhateya Ermen e, malbata wan ji ber komkujiyên ku ji aliyê Osmaniyan de li ser Ermeniyan hatî kirin, koçî Ewrupayê kirine. Têkoşer Ermenî derbarê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk de, ya ku dixwaze careke din xeyalê Osmaniyan nû bike wiha got; “Malbata min ji ber êrîşên Osmaniyan û komkujiyên ku pêk dianîn, ji welatê xwe koçber kirin û çûn Ewrupayê. Bi destê împeratoriya Osmaniyan, gelê Eremenî li her derê cîhanê belav bû. Ji ber vê jî ez wekî kes ji çand, dîrok û axa xwe hatime dûrxistin. Ji bo ku ez careke din li rastiya xwe vegerim, ez tevlî nava têkoşîna azadiyê ya şoreşa Rojava bûm. Em li vê derê dibînin ku ev şoreş ne tenê şoreşekî netewî ye, şoreşekî ku rastiyan hemû di nava xwe de dihewîne, şoreşekî ji bo heqîqeta jiyanê ye. Em dibînin gelekî weke gelê Kurd hertim ji aliyê dijmin ve tê tune kirin, li hember wê em berxwedana ku gelê Kurd raber dike jî dibînin. Bi gelên din re wekî gelên Aşûrî, Ermen û Ereb bi hevre mil bi mil, li hember êrîşên tunekirinê şer dikin.”

‘Şoreşa Rojava li hember hebûna dewleta hegoman wekî metirsiyekê ye’

“Ji ber ku ev şoreş, şoreşekî heqîqetê ye, ez hatim tevlî wê bûm. Armanca vê şoreşê ewe ku jiyanekî azad were avakirin, armanca wê avakirina dewletê nîne. Ev şoreş xwedî wateyekî girînge, ev şoreş wê însanan ji kok û rastiya wan nêze bike. Îro herkes dibîne çawa dewleta Tirk a dagirker wekî împeratoriya Osmaniyan gefên nû li mirovahiyê dixwe. Ev şoreş li hember hebûna wan wekî metirsiyekê ye. Em ji van gefan natirsin, îradeya gelê me xurte, rihê berxwedanê gelekî xurte. Di heman demê de ev şoreş ne tenê li Rojava ye, ji bo hemû gelên cîhanê wekî hêviyekê ye. Ji ber ku hemû dewletên dîtir, li ser civak û gelan zilmê ferz dikin. Jiyana welatê ku ez jê hatime ne azade, em hemû bi hêvî ne ku wê rojekê ev sîstema wan hilweşe, li şûna wê jiyana azad were avakirin.”

‘Divê her kes ji bo azadiya xwe di nava vê şoreşê de têkoşîn bike’

“Cihê vê şoreşê, ew cihe ku jiyana azad lê destpêkiriye ye. Her ku roj derbas dibe mezinbûn û pêşketina vê şoreşê jî zêdetir dibe. Divê hemû gelên cîhanê ku şoreşa Rojava ji xwe re wekî hêvî dîbinin, ji bo parastina wê têkoşîn bikin. Bila herkes were cihê xwe di nav de bigire, ew jî li hember vê sîstemê têkoşîn bike û li berxwe bide, ta ku azad jiyan bike. Eger nikarin werin jî bila li cihê xwe têkoşîna li dijî sîstema kapîtalîst û dewleta Tirk ya faşîst bilind bikin.”

‘Em tu carî teslîm nabin, emê têkoşîna azadiyê li her derê cîhanê belav bikin’

“Dema ku dewleta Tirk ya dagirker êrîş dike, ew bi tena serê xwe van êrîşan nake, li pişta wî hemû hêza NATO heye. Bi çekên NATO û Rûsya ve şer dike. Sîstema kapîtalîst li kuderê dibe bila bibe, hemû yekin. Ji ber vê jî divê em hemû li her derê li dijî wê têkoşîn bikin. Em neçarin ku li her derê têkoşîn bikin û jiyana azad avabikin. Heya ku ev şoreş û têkoşîna wê li herderê belav nebe, wê gefên dîktator û sîstrema kapîtalîst bi dawî nebe. Ji bo vê jî emê li Rojavayê Kurdistanê heya dilopa xwe ya xwînê a dawiyê şer bikin. Em tu carî jî teslîm nabin, emê vê têkoşîna azadiyê li her derê cîhanê belav bikin. Di dawiyê de ji hemû heval û şervanan re serkeftinê dixwazim, li hember hemû şehîdan bejna xwe ditewînim. Dibêjim her bijî têkoşîna Enternasyonalan ya li hember faşîstan.”

‘Li her cihê ku faşîzm êrîş bike, emê li wê derê têkoşîna xwe bilind bikin’

Di heman demê de jina ciwan ya bi navê Sakîne Tolhildan bi eslê xwe ji Emêrîka ye, bal kişand ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di nava şoreşê de rola jinê û got; “Ez hatim Rojava ji ber ku min bihîst gel li vê derê ji bo azadiyê şer dike, jiyanekî nû daxwaz dike û şoreşa jinan avadikin. Di heman demê de li hemberî faşîzma DAIŞ û dewleta Tirk bi rihekî berxwedêr şer kirin. Li Rojavayê Kurdistanê DAIŞ û dewleta Tirk ya faşîst têkçûn. Şerê ku niha dewleta Tirk dîsa bide destpêkirin, ji bo tunekirina gelê azadîxwaze. Em baş dizanin dema ku DAIŞ êrîşî Rojava kirî, hemû derfetên ku di destê wî de hebûn, ji aliyê dewleta Tirk ve bi dest xistibû. Ji ber ku DAIŞ’ê jî li hember berxwedana gel û şervanan ve bi binket, dewleta Tirk dixwaze tola xwe bigire, ji ber vê jî êrîşên xwe bê navber dewam dike. Em wekî enternasyonalan van êrîşan tenê li dijî gelê Kurd û Ereb nabînin, ev êrîş ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye, li set tevahî mirovahiyê ye, ji ber vê yekê divê herkes cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigire. Li her cihê ku faşîzm êrîş bike, emê li wê derê têkoşîna xwe bilind bikin û gelê xwe biparêzin.”

Şoreşa Rojava ji bo jiyana azad riya herî raste’

Di dawiyê de Sakîne Tolhildan bang li hemû ciwanên enternasyonal kir û got; “Her kesê ku dikare şoreşê biparêze, bila were li cihê xwe nemîne. Kesê ku dixwaze welatê xwe rizgar bike, azad jiyan bike, bila were li Rojava fêrî têkoşîna rast bibe. Her kes mecbûre ku welatê xwe biparêze. Li dijî hebûna faşîzmê em têkoşîna xwe bilind bikin.”

‘Me çawa DAIŞ têk bir, emê hemû hêzên din jî têk bibin’

Her wiha ciwanê ji Awustralya Zozan Atakan got; “Dema ez hatime Rojava ez bi hêviyekî mezin hatim û heya niha jî bi hêvî me. Di nava 5 salên têkoşînê de ji Rojhilat heya Rojavayê Kurdistanê min gelek erk girtin. Ji Efrîn heya Dêrazor, heya Serê Kaniyê, bi çeka di destê xwe de, me erkên xwe yên şoreşgerî pêkanî. Em niha nêzî 10’emîn salvegera şoreşa Rojava dibin, ez xwe di nava vê şoreşê de dibînim. Dema ez destpêkê hatime min tam rewşa vê derê fêm nedikir. Piştre li dijî êrîşên DAIŞ, dewleta Tirk û Rêjîma BAIS ve, min dît ku gelek xwe çawa dikare bi rêxistin bike, ji bo min ev rêxistinbûna gel bû îlham. Di nava van 10 salên şoreşê de em şahîdê gelek tiştan bûn. Em niha di nava şerekî dijwar de ne. Ji xwe di nava 5 salên min ya tevlîbûnê de jî bi şerên dijwar re rû bi rû mame. Di heman demê de gelê Kurd û Ereb bû sed salin rû bi rûyê şerekî qirker û faşîstin. Niha dewleta Tirk xwe li hemberî me bi şerekî mezin amade dike, em tenê dikarin bi şerê çekdarî bi serbikevin. Mînaka wê jî diyare me çawa DAIŞ têk bir, emê hemû hêzên din jî têk bibin.”

‘Hemû ciwan werin nava vê şoreş, ji bo jiyana azad têkoşîn bikin’

“Em niha di meha Tîrmehê de ne, di vê mehê de du rojên dîrokî hene ku derbên giran li dewleta Tirk ya dagirker xistî, yek 19’ê Tîrmehê û ya din jî 14’ê Tîrmehê ye. Ji ber vê jî bang li hemû ciwanan dikim ku werin cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin, pêşeroja xwe avabikin û ji bo jiyana azad têkoşîn bikin. ”

 

NC// Hêlîn Qereçox

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN: Gerîla bi silavkirina berxwedana 14’ê Tîrmehê li dargirkeran da – 3’ê dagirker hatin ceza kirin

Nivîsa Pêş

Li Şengalê di pêşengtiya jinên ciwan de şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bi bîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Şengalê di pêşengtiya jinên ciwan de şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bi bîranîn

Li Şengalê di pêşengtiya jinên ciwan de şehîdên 14'ê Tîrmehê hatin bi bîranîn

Xelîl Kobanê: Dijmin tu carî nikare axa me dagir bike

Xelîl Kobanê: Dijmin tu carî nikare axa me dagir bike

Manşet

  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.