Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – Firyal Temî: Armanca me Kurdistanekî azad e

Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Kobanê Firyal Temî diyar kir ku piştî avabûna şoreşa 19'ê Tîrmehê (Şoreşa Rojava) di kesayeta jin de gelek guhertinên girîng û bingehîn çêbûne.

Edîtor: Nucan Serdoz
08/07/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşa Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de destpê kir, weke Şoreşa Jinê navê xwe di dîrokê de nivîsî, jinên ciwan ên ku di vê şoreşê de pêşengtî kirin, bûn sembola têkoşîn û berxwedanê. Jinên ciwan ên ku pêşengên gelê Kurdistanê ne, ku bênavber parêzvanên rastiya şoreşê ne, di şexsê Arîn Mîrkan de bi fedakariya xwe cihê xwe di nava Şoreşa Kurdistanê de digirin.

Jinên ciwan ên ku xwe di bin navê Yekîtiya Jinên Ciwan de di nava Şoreşa Rojava de bi rêxistin dikin, bi gelek xebatên xwe xizmeta şoreşê didomînin. Jinên ciwan ên ku her roj berxwedana xwe didomînin, bi gelek êrîşên dijmin re rû bi rû dimînin, bi polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû ne, yek ji jinên ciwan Feryal Temî ku tevî hemû êrîşan berxwedan û têkoşîna xwe didomîne, di çarçoveya dosyaya me ya bi sernavê 10’yemîn Salvegera Şoreşa Rojava,  ji ajansa me re axivî.

Firyal Temî bi tevahî axaftina xwe wiha anî ser ziman;

“Navê min Firyal Temî ye, ez ji bajarê Kobanê me, cihê xwe di berdevkiya Yekîtiya Jinên Ciwan de digirim. Beriya şoreşa Rojava rastî jî jin hatibû perçiqandin, bê maf hatibû hêştin, di bin bandora Rêjîma BAIS de mabû, jinê xwe nasnedikir. Lê belê li piştî şoreşa Rojava ya ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatî bi pêşxistin, jin ji nava hin qaliban derxist. Rêber Apo yekemîn kes bû ku dikare bi fikirên xwe jinê azad bike. Ji ber vê jî girînge her jinek, bi taybet jinên ciwan li vê fikirê xwedî derbikevin. Lê belê di vê xalê de kêmasiyên me hene, em bi xwe tam li vê fikirê xwedî dernakevin, lê li aliyekî din jî fikirên Rêber Apo kesekî xwe negihandibê nîne. Çiqas bibe jî di navbera pêvajoya beriya şoreşê û piştî şoreşê ferqekî mezin heye. Rastî jî ciwan beriya şoreşa Rojava û piştî şoreşê cudahiya wan ji ya her kesî zêdetir diyar bûye. Bi taybet ev ji bo jinan û bi taybet jinên ciwan derbasdare. Em dikarin bêjin ku di hemû qadan de cihê xwe girtin. Em îro binêrin YPJ’ê li hember hêzên herî hov şer kir û bi serket. Îro her jinekî ku li berxwe dide xwedî li fikirên Rêber Apo derdikeve. Ji ber vê jî em şoreşa Rojava wekî şoreşa jin û ciwanan pênas dikin. Ji ber vê yekê divê jin û ciwan di pêşengtiya vê şoreşê de rola xwe bilîzin. Bi taybet jinên ciwan divê bi erka xwe ya sereke rabin û li şoreşê xwedî derbikevin û wê biparêzin. Dema ku xebatên jinên ciwan avabû, cara destpêkê pir zehmetî derketin, bi taybet aliyê bi wan dana naskirina rastiya wan de zehmetî derketin, ji ber ku hîna jî sextên dijmin li ser wan zêde bû. Nikarîbûn her tişî bi hêsanî fêm bikin û têbigihin. ”

“Îro dijmin bi riya şerê taybet polîtîkayên taybet li ser jinên ciwan dide meşandin, dijmin mêze dike ku her çalakiyekî ku tê li darxistin, jinên ciwan ji wê re pêşengtî dikin, ev yek jî dijmin dide tirsandin. Îro ger ewqasa jin têne qetilkirin, jin bi temenê biçûk têne zewcandin, sedema wê hemû ev polîtîkayên pişaftinê ya dijminin. Dijmin dixwaze bi riya van bandorên xwe jinên ciwan ji pêşengtiya şoreşê bi dûr bixin. Ji ber ku dizanin ger dema jinekî ciwan pêşengtî bike wê vê şoreşê bigihîne serkeftinê, bê guman ev yek ji bo wan xeteriye. Divê armanca her jinekî ciwan ku xwe li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kirî, xwe gihandina hemû jinên ciwan be û belavkirina fikirên azad yên Rêber Apo be. Ji ber ku ger jinekî ciwan ne rêxistinkirî be, xwe nasnekiribe û xwe zana nekiribe, wê nikaribe dijminê xwe jî nasbike. Ji ber vê yekê wê nizanibe ku çawa jî li hember dijmin têkoşîn bike.”

“Mînaka herî şênber ku mirov pê tirsa dewletê ya li hember jinên ciwan bide nîşan dan, şehîd xistina hersê jinên ciwan yên ku bi balafira bê mirov hatine hedef girtin. Ew her sê jinên ciwan pêşengê tevahî jinên ciwan bû. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ev kirin hedefa xwe de. Em wekî jinên ciwan şihadeta van her sê hevalan ji bo me wekî êşekê bû, ev êşê me jî me ber bi hêrsbûna li hember dagirkeriyê dibe.”

“Em jî niha weke tevgera jin ji bo danasîna van her sê hevalan, di nava hemleyan de ne. Em hewl didin bi vê yekê rastiya dijmin bi her kesî bidin naskirin. Raste dibe ku em di xebatekî bi vê rengî de zehmetî bikêşin, lê belê li pişta vê zehmetiyê serkeftinekî mezin heye. Armanca me jî tunekirina dagirkerî û Kurdistanekî azad e.”

“Herî dawî banga min ji bo tevahî jinên ciwan ewe ku di vê pêvajoyê de bi rola pêşengtiyê rabe. Divê yekemîn kesê ku li hember vê dagirkeriyê bisekine jinên ciwan be. Di dawiyê de ji bo tevahî jinên ciwan ên Kurdistanê dibêjim, li kesayeta xwe xwedî derbikevin û xwedî li fikirên Rêber Apo derbikevin, ta ku em Rêber Apo fîzîkî azad bikin û Kurdistanekî azad ava bikin.”

 

NC// Îlan Kobanê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêviya herêmî ya ku bû gerdûnî: Şoreşa Rojava

Nivîsa Pêş

TAYBET – Ji bo bîranîna şehîd Şiyar Gabar: PKK’ê bersiv da lêgerînên min

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TAYBET – Ji bo bîranîna şehîd Şiyar Gabar: PKK’ê bersiv da lêgerînên min

TAYBET - Ji bo bîranîna şehîd Şiyar Gabar: PKK'ê bersiv da lêgerînên min

Ciwanên PYD: Emê jî weke ciwan tevlî berxwedana serdemê bibin

Ciwanên PYD: Emê jî weke ciwan tevlî berxwedana serdemê bibin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.