Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

QSD: Fermandara QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bû û 2 hevrêyên me birîndar bûn

QSD’ê ragihand ku 2’yê Tîrmehê di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Reqayê li dijî seyareyekê de, fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bûye û got: "Em ê tola hevrê Mizgîn û hemû şehîdan ji dijminên jina têkoşer û dijminên azadiyê hilînin."

Edîtor: Nucan Serdoz
03/07/2022 - 14:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
QSD: Fermandara QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bû û 2 hevrêyên me birîndar bûn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke da raya giştî, tê de ragihand ku fermandara QSD`ê Sîham Mislim (Mizgîn Kobanê) di 2`yê Tîrmehê de li Reqayê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî mijarê wiha ye;

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heya îro êrişê şoreşa Rojava dikin, rojane êrişên xwe didomînin û hewl didin bi van êrişan şoreşa Rojava ya ku bi xwîna hezaran şehîdên me, gelê me heya bi dehan şervanên Enternasyonalîst ku ji her derê cîhanê tev li şoreşa Rojava bûne têk bibin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku jina bivîn û hêz napejirînin, her jineke ku di şoreşa Rojava de cih digire, li her derê dikin hedef û êrişî wê dikin. Di pêvajoya dawî de bi van êrişên xwe yên ku bi taybet jinan dikin hedef dijminahiya xwe ya ji jina azad re careke din diyar dikin. Weke hêzên parastina Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em ê li hember van gef û êrişan bê deng nemînin û ji îdia û biryardariya xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê paş de gav neavêjin.

Di 2’yê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Reqa bi balafira bêmirov êrişî seyareyekê kir, di vê buyerê de fermandara QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bû û 2 hevrêyên me birîndar bûn. Em ji malbata fermandar Mizgîn Kobanê re sersaxiyê dixwazin û em soza xwe ya têkbirina dagirkeriyê, mezinkirin û parastina şoreşê û pêkanîna xeyalên welatê azad ku me ji şehîdan re daye dubare dikin û ji hevalên xwe yên birîndar re şifa dixwazin.

Fermandar Mizgîn Kobanê bi nasnav Sîhem Mislim bi destpêkirina şoreşa Rojava bi lêgerîna azadî û xewnên Kurdistana azad tev lê dibe. Fermandar Mizgîn Kobanê ku ji Kobanê yê berxwedêr e, li Kobanê di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Fermandar Mizgin ku li Kobanê bi rihê berxwedana azadiyê gavên şoreşgeriyê daivêje di hemû jiyana xwe de bi bîr û baweriya jiyana birûmet ku tu caran serî ji dagirkeran re natewîne hest û mêjiyê xwe mezin dike û di xeta jina azad de dibe remza jina berxwdêr a ku hêza xwe rêxistin kiriye û bi vê hêzê li Helebê heya Serêkaniyê têkoşîna azadiyê xemilandiye. Ezmûnên ku li şerê Helebê girtibû di hemû qadên ku tê de cih girtin bi hevrê û şervanên xwe re parve kir û li hember ferasetên dagirkeran ku her roj jinên şoreşger û têkoşer dixe hedef sekna jina têkoşînvan raber kir. Bi aqlê ziraf ê şer û bi felsefeya bîrdoziya rizgariya jin weke hemû şehîdan bû tirs û xofa dagirkeran.

Em hêzên QSD’ê em ji malbata Hevrê Mizgîn re sersaxiyê dixwazin. Em careke din ji hemû hêzên dagirker re dibêjin ku em bi bîr û girêdana şehîdan mezin dibin û tolhildana şehîdan erk û rêgeza me ya hevrêtî û şoreşgeriyê ye. Li ser vî esasî em ê tola hevrê Mizgîn û hemû şehîdan ji dijminên jina têkoşer û dijminên azadiyê hilînin. Fermandar Mizgîn ji destpêkirina şoreşê heya roja ku gihaşte şehadetê bi hezkirin û bêteredut ked da û têkoşiya. Weke hevrê û şervanên wê em ê jî bi heman rih û biryardariyê tê bikoşin, gef û êrişên dagirkeriyê nepejirînin, weke ku em ji şehîdên xwe fêr bûne li ber xwe bidin, şoreşa ku bi xwîna şehîdên me pêk hat biparêzin. Di vê serdema ku dagirker ji her milî de êrişê gel, welat û şoreşa me dike em bawer in ku gelê me yê jî ji hemû deman zêdetir bi erka xwe ya welatparêzî rabe û li gor şerê gel ê şoreşgerî yê ku misogeriya jiyan û welatê azad e xwe rêxistin bikin.

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nav û Paşnav: Siham Mislim

Navê tevgerî: Mizgîn Kobanê

Navê Dayik: Emîne

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayikbûnê: 1990-Kobanê

Cih û Dîroka şehadetê: Reqa-02.07.2022.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşar: Emê li her derê daxwaza xwe ya edaletê bikin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN: Li Zap, Metîna û Xakurkê 23 leşkerên dagirker hatin kuştin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
LEZGÎN: Li Zap, Metîna û Xakurkê 23 leşkerên dagirker hatin kuştin

LEZGÎN: Li Zap, Metîna û Xakurkê 23 leşkerên dagirker hatin kuştin

PJAK: NATO timî bi berfireh kirin û zêde kirina hêz û desthilatiya xwe li dijî gelê Kurde

PJAK: NATO timî bi berfireh kirin û zêde kirina hêz û desthilatiya xwe li dijî gelê Kurde

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.