Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Ciwanên Kobanê: Ji bo me tişta herî girîng parastina welat e

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker parastina welatê xwe dikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
21/06/2022 - 16:00
di nav Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

KOBANÊ – Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker li ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwan welatê xwe diparêzin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker ku bê navber li ser Rojavayê Kurdistanê û tevahî Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, dest bi parastina welat kirine. Ji ciwan û jinên ciwan ên ku parastina bajarê Kobanê dikin, ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku parastina welat û civakê wekî pêwîstiyekî ye, divê her kes xwe ji wê berpirsyar bibîne.

Destpêkê jina ciwan ya bi navê Hebûn bal kişand ser êrîşên şerê taybet ku bê navber ser ciwanan dewam dike û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Navê min Hebûn Mihemed, ji bajarê Kobanê me. Em wekî ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk parastina welatê xwe dikin. Ji ber ciwan ew kesin ku pêşengtî ji civakê xwe re dikin, ciwan ew kesin ku civakê xwe diparêzin. Wekî îro jî em dibînin ciwan derketine derve û parastina welatê xwe dikin, ciwan berpirsê vî welatî ne. Ciwan welatê xwe li hember êrîşên dagirkeriyê û hevkariyê wê ve diparêze. Li derveyî êrîşên ku dike jî, bi riya şerê taybet ciwanên bi jiyana vala re mijûl dike. Em jî weke ciwan bi her awayî bersiva wan didin û li pêşiya êrîşên wan digrin. Em bi her awayî civaka xwe ji van êrîşan diparêzin. Dijmin hemû teknîk û hêza xwe ji bo tunekirina me bikartîne, ta ku îrade û hêza me tune bike, lê ew nikare îradeya me ciwan û gel tune bike, ji ber ku rastî jî em însanên bihêz û bi îrade ne. Dibe ku ew karibe bi sîstema xwe çend ciwanan bandor bike, lê wê nikaribe hemûyan bandor bike, ji ber ku emê li hember wan bibin asteng.”

‘EM BI ÇALAKIYÊN XWE YÊN CIHÊRENG DERBÊN GIRAN LI DIJMIN BIXIN’

“Di dawiyê de bangawaziya min ji bo hemû ciwana xwedî li civaka xwe derbikevin, li axa xwe xwedî derbikevin. Bi qasî ku dijmin hewl dide bi teknîka xwe me tune bike, em jî hewl bidin teknîka wan li hemberî wan bikarbînin. Em êdî bi her awayî û li hember her êrîşa dijmin bibin xwedî bersiv. Em bi çalakiyên xwe yên cihêreng derbên giran li dijmin bixin û wan vala derbixin. Em ji êşa civaka xwe re bibin bersiv û wê biparêzin. Careke din dubare dikim divê ciwan xwedî li şoreşa xwe derbikevin, xwedî li têkoşîna bi salan ya şehîdan derbikevin. Li ser vê esasê jî divê ciwan xwe hertim perwerde bike û li hember dijminê xwe têkoşînê bike.”

‘PARASTINA WELAT JI BO ME EREKEKÎ PÊWÎSTE’

Her wiha ciwanê bi navê Mihemed jî axaftina xwe wiha dewam kir; “Navê min Mihemed ez ji bajarê Kobanê me. Em derketine kolanan ji bo ku bajarê xwe Kobanê biparêzin. Hebûna me ya li vê derê ji bo gele û li dijî êrîşên ku tê kirine. Destpêkê em van êrîşan şermezar dikin, ji ber vê jî em li dijî wê parastina xwe dikin. Me jî weke ciwan erka xwe parastina welat wekî erkekî pêwîst dît, ji bo vê jî em derketina parastina welatê xwe dikin. Ji ber vê yekê girînge ku her ciwanek xwe li dijî van êrîşan berpirsê welatê xwe bibîne û derbikeve parastina welatê xwe bike. Ji ber vê jî bangawaziya min ji bo hemû ciwanên hundir û derveyî bajêr de ewe ku li dijî van êrîşan bê deng nemînin. Bila çavên xwe li ber dagirkeriyê negrin, em her çend rojan carekê sîxûran digrin.”

‘LI HEMBER HEMÛ ÊRÎŞAN EMÊ PARASTINA WELATÊ XWE BIKIN’

Heman demê de jina ciwan bi navê Firyal jî diyar kir ku xwe parastin tiştekî xwezayî ye û divê her kes vê erka xwe pêkbîne û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Navê min Firyal, ji bajarê Kobanê me. Di van demê dawiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne, bi taybet em jî weke ciwanên Kobanê parastina welatê xwe dikin, ji ber ku em dibêjin ciwan pêşengê civakê ne. Dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe li ser giştî Rojava zêde kirine, ji ber vê jî divê her ciwanek xwedî li civak û şoreşa xwe derbikeve û wê biparêze. Ger ku em xwedî li welatê xwe dernekevin û wê neparêzin, wê dewleta Tirk bi hêsanî derbasî welatê me bibe û ji xwe re dagir bike. Ji ber ku em jî ciwanên vî welatî ne, em van êrîşan qebûl nakin, li hember wê emê parastina welatê xwe bikin, ji bo me tişta herî girîng parastina welat e. Rol û misyona her ciwanekî di parastina welat de diyar dibe. Di taybetmendiyê hemû zindiyan de xwe parastin tiştekî xwezayî ye.”

‘GER CIWAN WELATÊ XWE BIPARÊZIN WÊ KARBIN DAGIRKERIYA TIRK TÊK BIBIN’

“Em ji saet 9 êvarê derdikevin, heya saet 4’ê sibehê dewriya me dewam dike, ev erka me hem parastina civakê dike û hem jî moralekê dide civakê. Ger ku ciwan karibe welat û civaka xwe ve biparêze wê karibe, dagirkeriya Tirk û dijminê xwe tune bike. Li ser vê esasê jî armanca me ya ji hatina vê derê parastina welat û civakê ye. Ger ku ciwan bi erka xwe ya pêşengtiyê ranebin, wê civak ber bi helandinê biçe, wê dagirkeriya Tirk û tevahî dijminên din hêsan derbasî welatê me bibin. Wekî Rêber Apo jî dibêje “Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî jî serbikevin”, li ser vê esasê jî ger ciwan welatê xwe biparêzin wê karbin dagirkeriya Tirk tune bikin. Di dawiyê de bangawaziya min ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê ewe ku welatê xwe biparêzin û rê li dagirkeran bigrin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger: 36 dagirker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

ROJEVA 22’Ê PÛŞPERA 2022’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê PÛŞPERA 2022’YAN

ROJEVA 22’Ê PÛŞPERA 2022’YAN

Jinên Ciwan li Şehbayê li ser rastiya dijmin panel li darxistin

Jinên Ciwan li Şehbayê li ser rastiya dijmin panel li darxistin

Manşet

  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.