Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şiyar Şevger: Divê ciwan rolên pêwîst bigrin li ser xwe

Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger diyar kir ku dewleta Îranê li hin herêmên Rojhilatê Kurdistanê dixwaze qereqolan çêbike û got; "Pêwîste gelê me li hemberî çêkirina qereqolan xwedî helwest be."

Edîtor: Nucan Serdoz
16/06/2022 - 12:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Şiyar Şevger: Divê ciwan rolên pêwîst bigrin li ser xwe
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistan (YRK) Şiyar Şevger ji bo salvegera Şehîdên sala 2021’an û her wiha pêşketinên dawî yên li herêmê ji ajansa ANF’ê re nirxandinên berfireh kir.

Şevger wiha dest bi nirxandinên xwe kir; “Sala 2021, di vê mehê de li cihên cûda cûda 4 hevalên me şehîd bûn. Sê hevalên me di 14’ê vê mehê de li herêma Şaho şehîd bûn, beriya wê bi çend rojan jî hevala Rêvan li herêma Mukriyan, li Bane Şehîd bû. Hevalê Şêrko, Sîrwan û Hêjar ku demek dirêj bû di nav xebatên Rojhilatê Kurdistan de kar û xebat didan meşandin. Ji bo ku li beramberî dagirkeriyê şer bikin û azadiyê bidest bixin, di asta herî jor de tekoşîn dikirin. Bi ruhek fedayî li her derê li hember dagirkeriyê kar û xebat dan meşandin. Fedakarî û dirûstbûna wan a bi gel û welatê xwe re di astek pir bilind de bû û tevlîbûneke wan a bê sînor ji fikir û felsefeya Rêber Apo re hebû.

‘DIVÊ CIWAN ROLÊN PÊWÎST BIGRIN LI SER XWE’

Heval Şêrko ji Rewanserê bû. Gelê me yê wê herêmê bi giştî, pêwîste xwedî li erkên ku heval Şêrko ji bo civak û gelê xwe dabû li ser milê xwe derbikeve û taybet jî ciwan rolên pêwîst bigrin li ser xwe. Heval Hêjar ji Sine bû û du bira tevlî Tevgera Azadiyê bûbûn. Di nav malbateke welatparêz û girêdanbûna wan bi tekoşînê re xurt de mezin bûbû. Dema mirov temaşe dike di nav Tevgera Azadiyê de bi dehan şehîdên me ji bajarê Sine çêbûne. Heval Hêjar jî yek ji wan qehremanan bû ku bi ciwanbûn û bi hezkirina xwe ya mezin li hember dagirkeriyê şer dikir. Heval Sîrwan ji herêma Serdeştê, ji Geliyê Alan bû. Her çiqasî dijmin di wê herêmê de siyasetekî pir cûda dide meşandin û li hember gerîla propogandayê reş dike jî, lê gelê wê herêmê welatparêzbûna xwe parastine. Gelê me pêwîste xwedî li hezkirina wî ya ji bo çiyayên Kurdistanê û tekoşîna azadiyê derbikevin.

‘RÊWÎTIYA JI MÊRDÎNÊ HEYA BI BANE’

Her wiha hevala me Rêvan ji Bakurê Kurdistan, ji bajarê Mêrdînê bû. Li bajarê Bane gihaşte asta şehadetê. Ji bo ku xwe bighîne hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û fikrê Rêber Apo bi wan bide naskirin heta dawî tekoşîn dida meşandin. Di kar û xebatê ku li Rojhilat da meşandin de kedeke wê ya mezin çêbû.

Hevalên me di şerê li hember dagirkeriyê de canê xwe dan. Hemû fikrandinên wan, li ser pêşvebirina têkoşîna ji bo welatekî azad bû. Ji ber vê yekê di şexsê wan hevalan de em hemû şehîdên ku li şerê Zap, Avaşîn û Metînayê de canê xwe feda kirine bibîr tînin û soza xwe ya serkeftinê dubare dikin.

‘DEM DEMA XWEDÎ DERKETINA LI ŞEHÎDAN E, DEM DEMA BI GERÎLA RE BÛYÎNA YEK E’

Gelê me ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêwîste bizanin ku dem dema xwedî derketina li şehîdan e, dem dema bi gerîla re bûyîna yek e. Di vê pêvajoyê de ev erk dikeve li ser milê gelê me. Ji bo vê jî di zanebûna rol û mîsyonê xwe de bûyîn û li gorî wê tekoşînkirin mijara sereke ye.

‘TIŞTA KU DIKEVE LI SER MILÊ GELÊ ME; PARASTIN Û XWEDÎDERKETINA LI GERÎLA YE’

Dijminê dagirker wê her tim xwedî hewildan be ku gel û gerîla ji hev qut bike, cûda bike. Di heman demê de ji bo ku mirovên xwefiroş jî li hemberî gerîla bidin karanîn ewê tim di liv û tevgeran de bin; pêwîste gelê me di vê mijarê de xwedî zanebûn be. Niha pêwîste gel vê bizanibe; tu tiştekî ku pergala dagirker ya Îranê ji bo gel bike êdî nema ye. Ji ber ku pir eşkereye ku ev dagirkerane bi salane me di her milî de dikûjin, sêdare û qetil dikin. Ev sîstem ji dîrokê hete niha kîjan roj ji bo gelê Kurd tiştek kiriye? Her tiştê ku kirine ji bo tûnekirina Kurdan bûye. Niha, em ji ciwanên Kurd re dibêjin: Bi fikir û felsefeya Rêber Apo, li hemberî dagirkeriya li ser Kurdistanê û qetlîama Kurdan tekoşîn bikin! Tişta ku dikeve li ser milê gelê me; parastin û xwedîderketina li gerîla ye.

‘DEMA KU DI GUNDEKÎ DE YEKÎTÎ AVA BIBE, WÊ DEMÊ DAGIRKER NIKARE QEREQOLAN ÇÊBIKE’

Di demên dawî de dagirkeriya Îran dixwaze di nav hinek herêman de qereqolan çêbike. Di hinek gundan de çêkirina qereqolan hatiye destpêkirin, pêwîste gelê me li hemberî çêkirina qereqolan xwedî helwest bin. Ji ber ku gel û gerîla bihevre bihêzin û bihevre şerê gelê şoreşgerî didin meşandin. Wan qereqolên ku dixwazin çêbikin ji bilî zirarê tu feyedeyekî xwe ji civak re nîne. Ji ber ku dewleta dagirker bi van kiryarên xwe dixwaze şerê teybet di nav civak de kûr bike û di nav civakê de bê exlaqiyê pêş bixe. Bi taybet kesên temen mezin yên di nav gundan de pêwîste li hemberî vê bêdeng nemînin û yekîtiya xwe çêbikin. Bi çêkirina qereqolan ve xeteriyeke mezin ji wan gundan re ava dibe. Bi taybet metirsiyeke mezin li ser exlaq û çanda gelê me çêdibe, ji ber kesên ku dixwazin di gundên me de qereqolan çêbikin dagirker bi xwe ne. Di encam de dema ku di gundekî de yekîtî ava bibe, wê demê dagirker nikare qereqolan çêbike. Ger ku gelê me nehêlin di gundên wan de qereqol çêbibin wê demê dagirker nikarin li derveyî gund jî qereqolan çêbikin. Ev siyaseteke şerê taybet ya Îranê ye, pêwîste her kes li beramberî vî xwedî zanebûn be.

‘DI ÇEPERÊN ŞER DE LI ROJHILATA NAVÎN JI BO MIROVAHIYÊ DÎROK TÊ NIVÎSANDIN’

Niha şerekî pir mezin li Herêmên Parastinê yên Medyayê heye. Li Zap, Avaşîn û Metînayê her roj qehremaniyeke bê hempa tê kirin. Di dîrokê de cara yekemîn qehremanî û fedaîtiyek di vê astê de tê meşandin. Di vî şerî de dagirker wê têk biçin. Di şerê ku li hemberî teknîka herî pêşketî û dijminê herî bê pîvan tê meşandin de dijminê dagirker bê çare maye. Di vî şerî de ciwanên Kurd li hemberî çekên kîmyewî yê dagirkeriyê li berxwe didin û hemû cure teknîka dijmin vala derdixin. Di vê serdema dîrokî de her ku diçe tekoşîna Apogerî zêdetir xurt dibe. Ji bo ku em azadiya xwe bidest bixin, wate Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bikin û dijminê dagirker ji welatê xwe derxin, pêwîstî bi berdêl dayinê heye. Ji ber vê ye ku destanên qehremaniyê têne nivîsandin. Bi qehremanî û fedakariya hevalên ku di çeperên şer de ne, li Rojhilata Navîn ji bo mirovahiyê dîrok tê nivîsandin.

‘PDK Û MÎT DIXWAZIN DI XETÊN SÎNOR DE TEVLÎHEVIYAN ÇÊKIN’

Em dijminên xwe yên di nav vî şerî de nas dikin, ji ber ku dagirkerên welatê me diyar in. Lê belê di nav vî şerî de beşekî xayîn heye ku di dîrokê de xiyanet an jî hevkariyek wisa nehatiye dîtin. PDK bi vê mîsyonê xwe roj bi roj xiyanetê xwe kurtir dike, berfirehtir dike. Em PDK’ê jê derxin, ji ber ku mirovên xwe yên baş jî hene; yê ku ji vê hevkariyê re pêşengatiyê dike Barzanî û malbata wî ye. Dixwazin li Rojhilatê Kurdistanê jî hinek tiştan bikin, di xetên sînor de dixwazin tevlîheviyan çêkin. Bi rêya MÎT’a Tirk dixwazin hinek pratîkan bidin meşandin. Di vê mijarê de pêwîste gelê me yê Rojhilatê Kurdistan rastiya PDK’ê baş nas bike û hişyar tevbigere.

‘TEVLÊBÛNA NAV REFÊN GERÎLA ERKA SEREKE YA CIWANÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ YE’

Şerê ku niha tê meşandin di sala 2022’an de ew ê serketinê bi xwe re bîne. Ev sal wê bibe sala Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Saleke pir dijwar derbas dibe, ji ber vê jî pêwîste gelê me di her mijarê de xwe birêxistin bike. Di vê serdemê de pêwîste ciwan xwedî li tekoşînê derbikevin. Ciwan pêşengên civakê ne, lewma pêwîste xwe birêxistin bikin û di heman demê de tevlêbûna nav rêfên gerîla erka herî sereke ye ku li ser milê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

MXDŞ derbarê êrîşên dewleta Tirk ya ser Şengalê de daxuyanî da

Nivîsa Pêş

Polîsên faşîst dîsa êrîş kirin û gelek kes destgîr kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Polîsên faşîst dîsa êrîş kirin û gelek kes destgîr kirin

Polîsên faşîst dîsa êrîş kirin û gelek kes destgîr kirin

PKK: Hevrêyê me Salih Cizîr bi jiyana xwe bû mînaka baweriya bilind a li xeta Rêber Apo

PKK: Hevrêyê me Salih Cizîr bi jiyana xwe bû mînaka baweriya bilind a li xeta Rêber Apo

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.