Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

MXDŞ derbarê êrîşên dewleta Tirk ya ser Şengalê de daxuyanî da

MXDŞ'ê diyar kir ku di êrişa dewleta Tirk de ya li Sinûnê zarokekî 12 salî şehîd bû, 7 kes jî birîndar bû. Meclîsê diyar kir ku bi qasî dewleta Tirk, PDK ji vê êrişê berpirsyar e û got, wê heta Şengaleke xweser û azad, heta serketinê li ber xwe bidin.

Edîtor: Nucan Serdoz
16/06/2022 - 11:57
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
MXDŞ derbarê êrîşên dewleta Tirk ya ser Şengalê de daxuyanî da
ParvekeTweet

ŞENGAL – Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a doh li dijî Meclîsa Gel a Sinûnê kir, daxuyaniyek da.

Meclîsê diyar kir ku di êrişê de zarokek şehîd bûye û 7 kes jî birîndar bûne, ku birîna hin ji wan gelekî giran e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser Meclîsa Gel a Sinûnê zarokê bi navê Selah Nasir şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbata Nasir Xidir Naso re dixwazin. Her wiha ji birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin.”

Meclîsê bal kişand ser plan û zexta neyaran a li ser Şengalê û destnîşan kir ku di serî de dewleta Tirk û hevalbendên wê bi planên qirêj hewl didin îrade û destketiyên gel tune bikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a qirker van planan bi hevkariya PDK’ê û hin kesên li nava hikumet û artêşa Iraqê dimeşîne û wiha dewam kir, “Dezgehên Parastinê yên PDK’ê bi îstîxbarata Tirk dest bi zext û zordariyê kirin ku xelkê Şengalê dest ji mafê xwe yê rewa, sazî û dezgehên xwe berde. Ji ber ku bi van zextan negihişt armanca xwe, dest bi êrişên hewayî kirin.”

Meclîsê bal kişand ser êrişa bombeyî ya li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û diyar kir ku di encama vê êrişê de zarokê 12 salî Selah Nasir şehîd bû, endamên meclîsa giştî, rojnamevanek û endamên meclîsa gel a Sinûnê jî di nav de 7 kes birîndar bûn. Di nava birîndaran de hinek ji wan rewşa wan giran e.”

Di daxuyaniyê de karên Meclîsa Gel a Sinûnê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hate bibîrxistin û hate ragihandin ku ji ber van karên xwe yên serketî êriş bi zanebûn li hemberî meclîsê hatiye kirin.

‘PDK HEWL DIDE LI ŞENGALÊ TEVLÎHEVIYÊ ÇÊBIKE Û HERÊMÊ VALA BIKE’

Bi dewamî işaret bi hewldanên PDK’ê yên ji bo tevlîhevkirin û valakirina Şengalê jî hate kirin û hate gotin, “Van demên dawî PDK bi gelek awayan hewl dide ku tevlîheviyê li Şengalê çêbike, Şengalê vala bike û gel ji Rêveberiya Xweser dûr bixe. Bi vî rengî hewl dide pîlana 9’ê Cotmehê pêk bîne. Senaryoya vê êrişê û hewldanên PDK’ê yên piştî êrişê ji mêj ve hatibûn amadekirin.

Di daxuyaniya meclîsê de hate ragihandin ku Dezgeha Îstîxbaratê ya PDK’ê Parastin û MÎT a Tirk beriya êrişê li Hewlêrê li hev rûniştin, li ser Şengalê pîlanên nû nîqaş kirin û wiha dewam kir:

‘PDK BI RÊYA ÇEND KESÊN KIRÊKIRÎ HEWL DA PROVOKASYONÊ BIKE Û GEL LI BER HEV RAKE’

“Piştî êrişa li ser meclîsa gel a Sinûnê jî senaryoya wan hînê dewam dike. Çend kesên kirêgirtî hewl dan provokasyonê bikin û civaka me li ber hev rake. Kesayetên xwe weke berpirsên Êzidiyan dibînin, lê bi ser PDK’ê ve ne, êrişa li ser sivîlan berevajî dikin û hewl didin rê li ber êrişên nû vekin.”

‘RÊVEBERIYA XWESER Û GEL, PROVOKASYON TÊK BIRIN’

Meclîsê destnîşan kir ku heta niha bi hewldanên Rêveberiya Xweser û gelê Şengalê provokasyon bi ser neketine û got, “Lê divê gelê me hişyar be û zanibe ku sedema van êrişan di serî de PDK, ew kesên hevkariya bi wan re dike ne. Em bang li gelê xwe, serokeşîr, rûspî, rewşenbîn, ciwan û her beşên civakê dikin ku êdî rê nedin van lîstikên li ser civakê.”

‘HEVKARÊN PDK’Ê BERPIRSYARÊN SEREKE YÊN RIJANDINA XWÎNA ZAROKÊN ME NE’

Di dawiya daxuyaniyê de biryardariya li ser berxwedanê hate bibîrxistin û hate gotin, “Em ji tevahiya cîhanê re diyar dikin ku berxwedan û têkoşîna me wê heta Şengaleke xweser û azad, heta serketinê dewam bike. Îradeya me ji hemû êrişên dijmin bi hêztir e.”

Meclîsê diyar kir ku kesên hevkariyê bi dijmin re jî dikin wê teqez hesabê bide gel û malbatên şehîdan û got, “Kesên ku bi MÎT û PDK’ê re hevkariyê dikin, berpirsyarê yekemîn ji rijandina xwîna zarokên Êzidiyan e. Divê gelê me van kesan di nava xwe de nehêlin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayan nefes li dagirkeran qut kiriye – 51 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Nivîsa Pêş

Şiyar Şevger: Divê ciwan rolên pêwîst bigrin li ser xwe

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şiyar Şevger: Divê ciwan rolên pêwîst bigrin li ser xwe

Şiyar Şevger: Divê ciwan rolên pêwîst bigrin li ser xwe

Polîsên faşîst dîsa êrîş kirin û gelek kes destgîr kirin

Polîsên faşîst dîsa êrîş kirin û gelek kes destgîr kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.