Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla: Heqîqeta jiyanê Zendûra

Edîtor: Nucan Serdoz
11/06/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla: Heqîqeta jiyanê Zendûra
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Çiyayên Zendurayê wargeha fedayî yên gelê Kurd e. Lewra tevahiya jiyanên xwe de ew bûne fedayî yên jiyanê. Tenê wêne û dîmenên Zendurayê binêrin, hûnê bibînin ku jiyan çawa watedar dibe ji bo gerîlayan.

Lawên hêja yê gelê Kurd, çawa dibin mêrxas û egîd, ew bi xwe nîşanî me didin. Ew bûn egîd lewra her kêliyekî de hezkirin, îddaa bi wate jiyan kirinê heye.

Cengawerên ku li Zendurayê şerekî dîrokî meşandin wekî ku her kêliyekî jiyanê de, xwe ji bo vê berxwedanî û têkoşînê amade kirine. Her peyvekî wan vê rastiyê nîşan dide. Dibêjin; ‘Emê serbikevin, Zendura heta dawî berxwe bide, Zendura cîhê mêrxasa ye’ Her dem bi giranahiya wateya van peyvan re jiyan kirine. Di rastiyê de çiyayên Zendurayê her dem bi mînakên bêhampa ya jiyana gerîlayan re şahidî kiriye û gelek tiştên ku nepêkan hatine dîtin, gerîla bi baweriya xwe ve serxistiye. Ev ruhekî veşartî ango nepeniyekî vî çiyayî ye.

Li çiyayên Zendurayê de gerîlatî kirin, îrade û baweriyek mezin dixwaze ji ber ku Zendura xwedî lat û zinarên bilind e wekî ku lutkeyên wî digihîje asîmanan. Heybet û xweşikbûna Zendurayê her dem çavan tijî kiriye. Ava Xabur bi herikbariyê xwe ve bedewiya çiyayê Zendurayê temam dike. Wek bihûştekî dibe xewn û xeyala her kesî. Gerîlayên ku bilindahiya Zendurayê dibînin eşqekî bêdawî jiyan dikin. Nikarin dev ji lat û zinarên wê berdin. Lewra Zendura wek dayîkeke hembêza xwe ji wan re vekiriye. Ji bahoz û berfan, ji bablîsokan, ya herî girîng jî ji êrîşên zaliman parastiye. Em dikarin mînaka yekbûna çiya û gerîlayan herî berbiçav li çiyayên Zendurayê de bibînin. Belê, Zendura bilind û bi qasî wê jî asî ye. Gerîlayên ku dil dane Rojê, di bilindahiyan de şer dikin û hezkirina xwe digihînin asîmanan. Ji ber vê razberên Zendurayê di dilê gerîlayên Kuridistanê de bi ziman dibe.

Berf û bahoz, baran û mij li pêşiya meşa bêdawî ya gerîlayên Kurdistanê nabe asteng. Gerîla bi fedakariyek mezin di şoreşa gelan de hêzekî li ser mirovan nîşan dide. Gerîlayên ku li Zendurayê jiyan kirin, mînaka vê rastiyê ne û dibêjin; ‘Em bi moral û ruhekî fedayî dimeşin ber bi Zendura yê ve. Ji ber vê seatên dirêj ya vê meşê hêz û morala jiyanê di me de ava dike.’ Gelo ew, ne evîndarê jiyanê bin wê bikaribin bi rojan di nava firtûneyê de bimeşin û xwe bigihînin zinarên herî bilind? Ji ber vê Zendura hêlîna gerîlayên ku bo xeyalên azad têdikoşin e. Lehengiya gerîlayên qehreman di zinarên Zendurayê de xwe gihand hemû gerdûnê. Di barîna berf û baranê de, şewq û ronahiya stêrkan de, di hemû dem û devaran de heqîqeta lehengên Zendurayê diherike.

Hezkirinek bêdawiye ku gerîlayên Zendurayê jiyan dikin. Gelo ev çi iradeye ku bilindahiya berfan derbas dike û digihîje rêhevalên xwe? Bersiva vê pirsê herî baş dikarin ji peyvên zêrîn yê fermandar Rêber Zana ku çavkaniya baweriya gerîlayên Zendurayê ye fêr bibin; ‘Di hewayekî wisa de hatin fedakariyek pir mezin e, di rastiyê de fedayîtî ye. Kesekî bawer nedikir ku di vê berf û tofanê de em xwe bigihînin Zendura yê lê me erzaqên xwe jî girt û berê xwe da warê azadiyê. Ev bû hêvî, cesaret û tecrûbeyekî pratîkî. Ev îdda û biryardariyek mezin e.’ Ji ber ku gerîla xwedî îdda ya jiyana azad e, gelê Kurd hêviya azadiyê di têkoşîna PKK’ê de dibîne. Gerîlayên azadiyê ne tenê şerê xwe, bi hemû jiyana xwe ve hêviya pêşerojekî azad ya gelê Kurd e.

Gerîlayên ku di nava berf û firtûneyê de bênavber têkoşîna azadî û serfiraziyê di bilindahiya Zendurayê de didin, wekî ku şerê roja îro bibînin, dibêjin ‘Emê dijmin li Zendura yê de bişkînin. Hedef û armanca me wiha mezin e. Yên hedef û armanca wan mezin e şerê xwe jî mezin dikin.’ Ji ber ku gerîlayên azadiyê xwedî vê îddayê ne wateya jiyanê bi heqîqeta Zendurayê ve nûjen dibe. Di her bihûstekî Zendurayê de jiyanek nû hat hûnandin. Agirê azadiyê bi şeş dilên wêrek geş bû û li benda şopdarên xwe ye da ku evîna jiyana azad her tim di lutkeyan de bê jiyan kirin.

Ji pênûsa Tekoşîn Axîn

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bêrîtan teslîmê paşverûtiya Kurd nebû

Nivîsa Pêş

Şerê derûnî ( PSİKOLOJÎ ) û şûştina mêjî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şerê derûnî ( PSİKOLOJÎ ) û şûştina mêjî

Şerê derûnî ( PSİKOLOJÎ ) û şûştina mêjî

Hejmara Hezîranê ya Kovara Yurtsever Gençlik derket

Hejmara Hezîranê ya Kovara Yurtsever Gençlik derket

Manşet

  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.