Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ger PDK’ê derfet bibîne ne tenê kurdan qetil bike, xwîna wan jî bimije – Qetilkirina Serdeşt Osman

Serdeşt temenê  wî 23 sal bû, hîna di bihara temenê xwe de bû. Piştî nivîsa navborî gefa kuştinê lê tê kirin, jêre dibêjin ‘gelek temenê te nemaye, êdî wê destûr neyê dayîn tu di Hewlêrê de nefesê bistînî.’

Edîtor: Nucan Serdoz
05/05/2022 - 16:09
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ger PDK’ê derfet bibîne ne tenê kurdan qetil bike, xwîna wan jî bimije – Qetilkirina Serdeşt Osman
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser qetilkirina Rojnameger Serdeşt Osman re 12 sal derbas bûn, lê hîn dengê wî winda nebûye û li kûderê derfetê bibîne wê li gorê derkeve û gotina xwe bike.

Li hemû kolan û koçeyên Herêma Kurdistanê kîna li hemberî xerabûna vê desthilatê, êşkence, bêeqaletî û çewisandinê gihîştiye lûtkeyê. Serdeşt Osman weke kurekî bêtirs di vê demê de ji kolên Hewlêrê derdive.

Ji pênûsên din cuda, Serdeşt di temenek biçûk bi dengek bilind banga azadiyê dikir. Rojnameger Serdeşt Osman ku xwendekarê beşa Îngilîzî yê Fakûlteya Edebiyatê ya Zanîngeha Selehedînê bû û di heman demê de rojnamegertî jî dikir, di 25’ê Kanûna sala 1987’an de li Hewlêrê ji dayik bûye û di temenê 23 salî de ji ber nivîsên xwe hat qetilkirin.

Serdeşt Osman di sala 2004’an de dest bi nivîsandin û karê rojnamegeriyê dike. Di çend kovar û rojnameyan de nûçe, gotar û nirxandinên li ser rewşa Iraq û Kurdistanê parve kiriye.

Serdeşt Osman di wê demê de li malperên mîna Kurdistan Press, Kurdistan Net, Livînpress, Hewlatî, Awêne û Aştîname nivîs di nivîsin.

Yekem zengila kuştinê

Serdeşt temenê  wî 23 sal bû, hîna di bihara temenê xwe de bû. Piştî nivîsa navborî gefa kuştinê lê tê kirin, jêre dibêjin ‘gelek temenê te nemaye, êdî wê destûr neyê dayîn tu di Hewlêrê de nefesê bistînî.’ Lê van kesan ne dizanî ku Serdeşt bêy ku ji mirinê bitirse, ew li benda hevdîtina dawî ya li gel bikujên xwe bû.

Serdeşt Osman meqaleya bi navê ‘Ez aşiqê keça Barzanî me!’ roja 13’yê Îlona 2009’an weşand. Paşê hema gefa mirinê lê hat xwarin. Kesên gef lê xwarin, xwestin ku Serdeşt Osman wêneyê xwe biweşîne, Osman di roja 2’yê Çileya 2010’an de meqaleyek wek bersiv bi navê ‘Ne rêber xwedê ye û ne keça wî’ weşand. Her ku gef zêdetir bûn, Serdeşt Osman roja 21’ê Çileya 2010’an meqaleyek bi navê ‘Yekemîn zengila kuştina min hat lêdan!’ nivîsand. Rojnameger Osman beriya were qetilkirin, gotibû: “Li vê bajarê (Hewlêr) çi bibe jî ez li vir naçim, ez ê li benda hevdîtina bi qatilên xwe re rûnim.”

Li Herêma Kurdistanê di nava 32 salên derbasbûyî de çendîn rojnameger hatine qetilkirin, rojnameger Serdeşt Osman yek ji wan rojnamegerane ku di 3’yê Gulana 2010’an de li Hewlêrê ji aliyê kesên ne nas ve hat revandin û piştî du rojan cenazeyê wî bi hovane hatî kuştin, li riya Hî Mezarih a nêzî cadeya Dumiz a li Mûsilê hat dîtin. Li ser bedena wî şopên êşkenceyê hebû. Weke peyamekê bi çend guleyên li devî wî dayîn qetil dikin.

Li gorî kesên ku destpêkê çûne ser cenazeyê rojnameger Serdeşt Osman, dabûn zanîn ku, Osaman bi awayekî hovane hatibû kuştin. Li gel ku ev 12 sale li ser qetilkirina wî derbas bûye hêj berpisyar û kiryarên bûyerê nehatine zelalkirin. Di vê demê de Rêxistina Mafê Mirovan ya Navnetewî jî têkildarî vê bûyerê bi awayek tund rêveberiya Herêma Kurdistanê şiyar kiribû û jê xwestibû, bi avayekî cidî lêkolînên zelalkirina bûyerê bê çêkirin.

Piştî qetilkirina Serdeşt Osman Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê çend tewanbar anîn li ser şaşeyên televîzyonan û diyarkirin ku evane kujerên Serdeitin. Lê malbata Serdeşt Osman red kir ku ew kes qatîlên Serdeşt be û senaryoya dadgeha PDK’ê hilweşandin.

Qetilkirina Serdeşt Osman di qada navnetewî û navxweyî de rastî bertekên tund hatibû. Di vê demê de li Hewlêrê di nava çend rojan de çalakiyên berfireh hatin kirin û xwendekar û hevrêyên wî xwedî lê derketin. Xwestin dawî li bêdengiya dengên azad were.

Herwiha di wê demê de Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Herêma Kurdistanê, rojnamegerên ku desthilatiyê rexne dikin, bi şîdet û gef lêxwarinan re rû bi rû dimînin, her wiha di wê demê de ragihand ku gelek rojnameger di van mehên dawî de ji ber gefan ji Herêma Kurdistanê reviyane.

Dosya Serdeşt Osman ji aliyê dadgeha PDK’ê ve hate girtin, lê ji aliyê azadîxwaz û xelkê Kurdistanê ve vekirî maye.

Serdeşt timî weke azadîxwazekê di nivîsên xwe diyar dikir ku her cihê ku bizane ku pêwîstî bi dengê wane, wê hewar bike, li her cihê ku zanî ku cihî wî nîne, wê jê bigerî heta ku têde mêrên hizbî hevdu biçûk bixwin.

Tevî li ser qetilkirina Serdeşt Osman re 12 sal derbas bûn jî, hîn dengê wî winda nebûye. Di hemû xwepêşandan û çalakiyan de Serdeşt dubare diaxive û dibêje sal bi sal qirêjtir dibin.

Di sala 2019’an de di roja merasîma azadiya rojnamegerî de, ya rojnamegerên hatin kuştin ên cîhanê ya li Whashingtonê de wêneyê Serdeşt Osman xistin nava wan rojnamegerên ku li seranserî cîhanê ji ber pîşeyên xwe hatîn kuştin de.

Di 7’ê Kanûna 2021’an de Rojnameya The American Prospect dosyayek bi sernavê ‘Ji Iraqê heya Miami bermahiyên gendeliyê’ belav kir û di dosyayê de gelek agahiyên girîng derbarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hatiye weşandin, têgotin, rojnamevan Serdeşt Osman ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hatiye qetilkirin!

Di 20’ê Nîsana 2022’yan de dema ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Brîtanya ji aliyê Kurdan ve hate protestokirin, weke belgekeyek a qetilkirin û xerabûna desthilarê wêne û navê Serdeşt û hemû hevpîşeyên wî li pêşiya Mesrûr bilind irin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di çalakiyên gerîla yên li Cûdî de 8 leşkerên dagirker hatine kuştin, lê wezaretê tenê nasnameya duyan ji wan eşkere kirine

Nivîsa Pêş

Polîsên faşîst êrîşî HDP’ê kirin û 6 kes ji wan destgîr kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Polîsên faşîst êrîşî HDP’ê kirin û 6 kes ji wan destgîr kirin

Polîsên faşîst êrîşî HDP'ê kirin û 6 kes ji wan destgîr kirin

Şehîd Şervan Êzîdxan li Şengalê bi merasîmekê hat bibîranîn

Şehîd Şervan Êzîdxan li Şengalê bi merasîmekê hat bibîranîn

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.