Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Amed Malazgîrt: Wê gel û gerîla bi hev re berxwedaneke mezin nîşan bidin

Fermandarê Biryargeha NPG Amed Malazgîrt: Girîng e ku gelê Kurd û dostên wan di vê pêvajoyê de xwedî li doza xwe derkevin. Heke îro xwedî lê dernekevin wê sibê dereng be. Wê gel û gerîla bi hev re berxwedaneke mezin nîşan bidin û teqez e ku wê êrişa faşîzma AKP û MHP’ê were şikandin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
20/04/2022 - 10:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Amed Malazgîrt: Wê gel û gerîla bi hev re berxwedaneke mezin nîşan bidin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Yek ji Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt li ser cîhazê xîtabî gerîlayên ku li hemberî êrîşên li ser Avaşîn û Zapê şer dikin,kir.

Malazgîrt derbarê geşedanên dawîn ên neiya şer agahiyên girîng belav kir û bi silavkirina gerîlayên HPG û YJA Starê dest bi axaftina xwe kir.

Malazgîrt diyar kir di 23’ê Nîsanê de li hemberî êrişa berfireh a dewleta Tirk wan bi Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bersiv dane û got “Dijmin di vê operasyonê de negihişt armanca xwe û gelek derbên giran xwar. Bi tenê li hinek cihên Avaşînê bi cih bû.”

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt diyar kir dewleta Tirk di sala 2022’an de jî amadekariyeke mezin kiriye û di 14’ê Nîsanê de bi şev bi 55 balefirên şer, bi dehan droneyên bi çek û bê çêk, bi obus, tank û topa êriş daye destpêkirin û got “Di 17’ê Nîsanê de bi şev jî bi helîkopterên Skorsky û êrişê re xwest leşkeran deyne Zap û Avaşînê. Hevalan di wê kêlîkê de ji gelek cihan li van helîkopteran dan û nehiştin ku helîkopter leşkeran deynin.”

Malazgîrt diyar kir ku artêşa Tirk ji xeta Başûr a Kurêjaro hatiye ji ser Şêladizê xwestiye li sê cihan leşkeran deyne û ji baregeha Sîrê ya li Şêladizê bi pêşengiya hinek kontrayan xwe li sê cihên Kurêjaro bi cih kirine û du rojan di navbera gerîlayan û dagirkeran de şerên giran çêbûye.

Amed Malazgîrt diyar kir artêşa Tirk hewl daye bi helîkopteran leşkeran deyne hinek cihên Çiyayê Reş û got “Bi mudaxeleya hevalan re, nekarîn roja pêşîn leşkeran deynin. Di 18’ê mehê de jî leşker ji xeta Serê Sêvê ber bi Çiyayê Reş ve hatine û bi alîkariya helîkopterên êrişê re, leşker danîne Girê Rûbar û Çiyayê Reş. Bi tu awayî artêşa Tirk nekariye leşkeran deyne Girê Cehennemê. Gelek caran xwestin leşkeran deynin Şikefta Birîndara û Girê Karker lê hevalan li wan da û nekarîn leşkeran deynin.”

ŞERÊ GIRAN DIDOME

Artêşa Tirk bi tenê karî sê caran leşkeran deyne hinek derên Şikefta Birîndara û Girê Karker. Li ser xeta Cîloya Biçûk xwestin ji hewayî ve leşkeran deynin Girê Şehîd Şahîn lê hevalan li wan dan û artêşa Tirk nekarî leşkeran deyne.Ji ber vê dixwazin ji qadên Koordîne, Petrût û Cîloya Biçûk ji bejahiyê ve werin û li Şamkê û Girê Şehîd Şahîn bi cih bibin. Li qadê şerê giran didome.”

BÎLANÇOYA DU ROJAN: 62 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Malazgîrt diyar kir ku li Girê Werxelê ya Avaşînê û derdora gundê Werxelê şerekî giran heye û got “Ji 17’ê mehê heta 19’ê mehê di çalakî û şeran de bi qasî ku hatiye tespîtkirin heta niha 62 dagirker hatine kuştin, derb li 2 helîkopteran hatine xistin. Gelek birîndarên dijmin jî hene. Di van şer û êrişên hewayî de 7 hevalên em şehîd bûne.”

WÊ ÊRIŞA DAGIRKER ZÊDE BIDOME

Malazgîrt di beşa dawîn a axaftina xwe de diyar kir wê êrişa dagirker zêde bidome û ew ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin. Malazgîrt got “Hevalên me bi ruhê Apoyî û tarza milîtaniya fedaî ya PKK’ê bi cesareteke mezin ev operasyon pêşwazî kirin. Diyar kirin ku wê dijmin di vê operasyonê de têk biçe. Wê ev operasyon zêde bidome. Ji bo afirandina Kurdistana azad û azadkirina axa Kurdistanê çi berdêl hewce be, em ê bidin. Gelek hevalên me yên qehreman şehîd bûn. Deynê di stûyê me de ye ku em tola hevalên şehîd bistînin.

Dewleta Tirk di operasyonên xwe de li hemberî gerîlayan çekên qedexe û kîmyewî bi kar tîne. Dema ku dor were ser Kurdan dinya bêdeng dimîne û çavê xwe ji hovîtiya dewleta Tirk re digirin. Ji aliyê din ve jî li Bakurê Kurdistanê û li parçeyên din Kurdistanê êrişan dike. Li zindana ciwanên Kurdan qetil dikin, li ser civakê polîtîkaya êşkence û zextan didomînin. Dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin. Kurdên îxanetkar û bêyî îrade dixwazin. Van operasyonan ji xwe re dikin hincet, dixwazin têkevin nav Başûrê Kurdistanê û xeta Mûsûl û Kerkûkê têxin bin kontrola xwe.”

DIVÊ HER KES XWEDÎ LI VÊ DOZÊ DERKEVE

Wezîrê Karê Navxweyî yê dewleta Tirk hefteyek berê diyar kir ku armanca wan çi ye. Kesên feraset û nêziktêdayîna dewleta Tirk nabîne yan kor e, yan jî ker e yan jî kesên hay ji vî tiştî hene û bêdeng in jî ji dewleta Tirk ditirsin û îradeya xwe teslîm kirine. Girîng e ku gelê Kurd û dostên wan di vê pêvajoyê de xwedî li doza xwe derkevin. Heke îro xwedî lê dernekevin wê sibê dereng be. Wê gel û gerîla bi hev re berxwedaneke mezin nîşan bidin û teqez e ku wê êrişa faşîzma AKP û MHP’ê were şikandin”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li dijî dagirkeriyê çalakiya DGH’ê ya bi bombeyî – Li Amedê Bekçî hatin hedefkirin!

Nivîsa Pêş

Dê dawiya îşkencekaran ji Esat Oktay cuda nebe – Gadiyanek mir, 9 gardiyan birîndar bûn – NÛ

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dê dawiya îşkencekaran ji Esat Oktay cuda nebe – Gadiyanek mir, 9 gardiyan birîndar bûn – NÛ

Dê dawiya îşkencekaran ji Esat Oktay cuda nebe - Gadiyanek mir, 9 gardiyan birîndar bûn - NÛ

Dewleta Tirk a dagirker bombe li Eyn Îsa barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li Eyn Îsa barand

Manşet

  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.