Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Vî çeteyê îtîraf kir: Êrişa Hesekê me bi plana dewleta Tirk ve pêk anî

"Hin kesên li Tirkiyeyê hucreyên DAÎŞ'ê yên li herêmên Rêveberiya Xweser fînanse dikirin. Têkiliya van kesan bi saziyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê re xurt bû. Payebilindên ewlekariyê hem êriş hem jî karên DAÎŞ'ê yên li herêmê fînanse dikirin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
10/04/2022 - 10:13
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Vî çeteyê îtîraf kir: Êrişa Hesekê me bi plana dewleta Tirk ve pêk anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAÎŞ’ê 20’ê Çileya 2022’an bi piştgiriya îstîxbarata Tirk MÎT’ê êrişeke berfireh biribûn ser girtîgeha li bajarê Hesekê ku DAÎŞ’î lê girtî ne. Bi êrişê hatibû xwestin ku girtiyên DAÎŞ’î bêne revandin, bajar bê dagirkirin, lê bi nêzîkatiya berpirsyarane û têkoşîna QSD, YPG-YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê herêmê ev plan hatibû têkbirin.

ANF’ê xwe gihand mikurhatinên serçeteyekî DAÎŞ’ê ku navê “Reşîd” li xwe kiriye.

QAŞO WALIYÊ DAÎŞ’Ê!

Serçeteyê DAÎŞ’ê Mûhammed Abd Avad bi navê lixwekirî ‘Reşîd’ sala 1987’an li Til Temirê ji dayik bû, sala 2013’an tevlî nava DAÎŞ’ê bû.

Li gorî agahiyên ku me ji hêzên ewlekariya hundirîn wergirtî, Reşîd berpirsyarê gelek êrişên hovane yên li herêmê ye. Reşîd ji kiryar û berpirsyarê êrişa 27’ê Tîrmeha 2016’an a li Qamişloyê ye, ku bi qemyoneke bombebarkirî êriş hatibû kirin û 62 kes şehîd bûbûn. Reşîd ji aliyê DAÎŞ’ê ve weke ‘waliyê’ Hesekê û Serêkaniyê hatibû wezîfedarkirin.

Reşîd têkildarî êrişên li ser Hesekê ev agahî da: “Plana êrişê ya li ser girtîgehê Nîsana 2021’ê kete dewrê. Ji aliyê pratîkî ve min bi xwe êriş bi rê ve dibir. Meha Nîsanê ji aliyê Nasir Dînallah ve hatim wezîfedarkirin ji bo êrişî girtîgehê bikim. Wê demê li Reqayê bûm. Me plan û fermana êrişê ji Nasir Dînallah wergirt. Nasir Rêveberê Dîwana Ewlekariyê ye. Teqez li wan herêman e ku dewleta Tirk û komên ser bi wî ve lê ne. Nasir Dînallah li Babê dimîne. Bab ji bo DAÎŞ’ê cihê herî ewle ye.”

CIVÎN LI HERÊMÊN KU JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATINE DAGIRKIRIN, HATIN LIDARXISTIN

Serçete bi dewamî li xwe mikur hat ku çeteyên DAÎŞ’ê yên li herêmê li qadên Rêveberiya Xweser hevdîtina yekser nekirin, dem bi dem li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin li hev civiyan, civînên xwe pêk anîn. Serçete qala rêxistina li nava girtîgehê jî kir û got, “Destpêkê têkiliya min a bi girtîgehê re tune bû. Nasir têkilî bi girtîgehê re datanî. Nasir wêneyên li ser girtiyan û girtîgehê şand. Dîmenên ku nîşan didan bê kîjan girtî li kîjan beşa girtîgehê ne. 10 roj beriya destpêkirina êrişê min bi xwe têkilî bi girtîgehê re danî.”

WÊ HERÊMEKE HESEKÊ DAGIR BIKIRANA

Serçete Reşîd qala detayên li ser êrişê kir: “Li gorî planê, ji bilî bombevanê xwekuj êriş wê bi 30 kesî bihata kirin. Ji bo êrişê wesayitên bombebarkirî hatin amadekirin. Wesayitek wê li Xaçerêya Panorama, wesayiteke din jî wê li pêşiya deriyê bingehîn ê girtîgehê bihata teqandin. Êriş wê êvarê bihata kirin. Du Toyota û wesayitek H1 ji bo cebilxaneyan hatibûn amadekirin 2 kesan liv û tevgera li herêmê radigihandin. Li gorî planê, êriş diviyabû meha Cotmehê bihata kirin. Lê belê ji ber tedbîrên tund ên ewlekariyê yên li herêmê (Ji ber şewba korona û bicihkirina panzeran li herêmê) nehate kirin û me biryar dan ku meha Mijdarê bikin. Zexteke giran hebû ku beriya girtî ji bo girtîgeha nû bêne veguhastin divê plan bi cih bê anîn.”

Serçete mikur hat ku piştî êrişê wê çek ji çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî bihata dayin û herêmeke weke Xiwêran Meşva li Hesekê bihata dagirkirin. Serçete Reşîd anî ziman ku eger ew bihata girtin wê serçeteyê DAÎŞ’ê E.E. bihata wezîfedarkirin. Reşîd diyar kir ku eger Nasir Dînallah bihata bêbandorkirin wê bi rêya ‘waliyên’ DAÎŞ’ê yên Reqa û Dêra Zorê xwe bigihanda kesê bikeve şûna wî û got, “Ji bo têkilî di navbera hucreyên êrişê bê danîn kûryeyek hebû.”

‘DEWLETA TIRK BI XWE DI NAVA KAR DE BÛ’

Serçeteyê DAÎŞ’ê Reşîd anî ziman ku saziyên ewlekariyê yên Tirk fînansorî ji hucreyên razayî yên DAÎŞ’ê yên li Rêveberiya Xweser re dikin û qala rola dewleta Tirk kir, “Hin kesên li Tirkiyeyê hucreyên DAÎŞ’ê yên li herêmên Rêveberiya Xweser fînanse dikirin. Têkiliya van kesan bi saziyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê re xurt bû. Payebilindên ewlekariyê hem êriş hem jî karên DAÎŞ’ê yên li herêmê fînanse dikirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Peyama dawî ya gerîla Celal Fedakar a ji tunelên berxwedanê: Em bi ser dikevin, serketin ji xwe ya me ye

Nivîsa Pêş

Li Amedê îşkence – Telefonê de behsa îşkencê kir, telefon qut kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Qedexeya hevdîtinê ya ji bo girtîgehan hate dirêjkirin

Li Amedê îşkence - Telefonê de behsa îşkencê kir, telefon qut kirin

Malbata Şenyaşar: Yên mafdar jî tenê dema li ber xwe didin digihijin heqê xwe

Malbata Şenyaşar: Zilma herî mezin edaleta derengmayî ye

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.