Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Di Zindana Tekîrdagê de Greva Birçîbûnê di roja 52’emîn de ye

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/03/2022 - 12:31
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Sirgûn û êşkenceya li Girtîgeha Tekîrdagê
ParvekeTweet

STENBOL – Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê 13 girtiyan li dijî binpêkirina mafan û tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribûn û di roja 52’yemîn de ye. Parêzera OHD’î Eda Onal der barê mijarê banga peywirê li saziyên têkildar kir.

Li girtÎgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê 13 girtiyan bi daxwaza binpêkirinên mafan bidawî bin ketin greva birçîbûnê. Di 19’ê Kanûna 2021’ê de girtiyê bi navê Vedat Çem Erkemen li koxuşa ku tenê diman bi guman jiyana xwe ji dest da û di 17’ê çile de 5 girtiyan dest bi grevê kiribûn. Ji 13 girtiyan 11 heb di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne û 2 heb jî ketin greva bi dem. Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 52’yemîn.

Pirsgirêkên tenduristiyê rû dan

Hat hînbûn ku bi girtiyan re pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû dane, ji gewriya wan xwîn tê û gelek kîlo winda kirine. Hefteya borî xizmên girtiyan ji bajaren cuda hatin û li ber girtîgehê daxuyaniyek dan û bang li rêveberiya girtîgehê kirin ku daxwazên girtiyan bên cih û berpirsyariya xwe bînin cih.

‘Maf tên binpêkirin’

Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê parêzer Eda Onal balkişand ser grevên li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan hatine destpêkirin û wiha vegot: “Di serî de mafê jiyanê û hemû mafên di peymanên navneteweyî de di bin ewlehiyê de tên binpêkirin.”

‘Ewlehiya can tune’

Edayê got li heman girtîgehê girtiyê bi navê Vedat Çem Erkmen bi guman jiyana xwe ji dest daye û piştî demekê girtiyekî din hewl daye întîxar bike û wiha vegot: “Piştî Vedat Erkmen, girtiyê bi navê Yasîn Eneç ji aliyê gardiyanan ve îşkence dît û her wiha ji ber zextên fîzîkî û psîkolojîk yên li ser girtiyan zêde bûne, girtî di alî ewlehiya canê xwe de bi fikarin. Di hevdîtineke bi muvîlê min re got ‘Dema em tên hevdîtina we jî em ji ewlehiya canê xwe bifikarin.’ Rewşa girtiyan nebaşe, ewlehiya canê wan tune.”

Daxwazên girtiyan

Edayê destnîşan kir ku muvekîlên wan li dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehê daxwazên xwe bi gotinî û nivîskî ragîhandine û wiha dirêjî dayê: “Lê mixabin kes muxatab nagirin. Daxwazên girtiyan ev e ku, zexta fîzîkî û psîkolojîk, îşkence û pêkanînên xerab, pêkanîna qefesa ji têlan a li hucreyê û hewadankê bidawî be. Her wiha lêgerîna tazî, lêgerînên kêfî bidawî bin, li gorî daxwazan ode bên guhertin û ji derveyê daxwazê neyên guhertin. Dîsa muvekîlên me daxwaz dikin ku li gorî daxwazên wan tevlî aktîvîteyên wekê spor û civakî bibin, alavên ragîhandinê yên wekê pirtûk, name, kargo, kovar û rojname her tim bên dayîn. Her wiha binpêkirinên mafan yên bi OHAL’ê re giran bûne jî bidawî bin.”

Îşkence kirin lê lêpirsîn jî nehat vekirin

Edayê destnîşan kir ku hemû daxwazên muvekîlên wan di bin ewlehiya mevzuatên netewî û navneteweyî de ne û wiha daxuyand: “Dewlet û hemû yekîneyên têkildar di vê mijarê de berpirsariyarin. Divê daxwazên ji bo mafên wan pêk bên. Ji van binpêkirinan Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Cezaya îdarî ya Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê û Wezareta Dadê berpirse. Girtiyê bi navê Yasîn Eneş ji aliyê du memurên înfazê ve tê derbkirin. Der barê derbkirinê de serî li Serdozgariya Komarê hatibû dayîn. Memurên înfazê di îfadeyên xwe de îdia dikin ku Yasîn Enes serê xwe li dîwaran xistiye, bi hevalên xwe re pevçûniye û wan Yasîn Eneç derb nekirine. Muvekîlê me jî gotibû gardiyanan ew derb kriye. Lê lêpirsînek jî venekirin.”

‘Divê bala yên derve li hundir be’

Edayê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan bi awayekî rast nayên lêkolînkirin û serê wê tê veşartin û wiha dawî lê anî: “Hevşaredara berê ya Amedê ku qeyûm hat şûna wê Gultan Kişanak gotibû ‘bila bala kesên li derve li hundir be’. Di hevdîtinê de muvekîla me got yên girtî tenê bi bedena xwe dikarin deng bidin derve. Em ban li hemû saziyên têkildar dikin ku berpirsyariya xwe bînin cih, daxwazên girtiyan yên di mevzutên netewî û navneteweyî de ne bînin cih û raygiştî bi hestiyar be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Îro salvegera Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar e – “Bila ew dayikên kezeb şewitî hemû rabin ser pêya”

Nivîsa Pêş

Şehîd Ezda Avesta li Bazîdê hate verşartin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Şehîd Ezda Avesta li Bazîdê hate verşartin

Şehîd Ezda Avesta li Bazîdê hate verşartin

Zeyneb Celaliyan di Zindana Îrana faşîst de name nivisî: Ji bo azadî û wekheviyê hewce ye em bedel bidin

Zeyneb Celaliyan di Zindana Îrana faşîst de name nivisî: Ji bo azadî û wekheviyê hewce ye em bedel bidin

Manşet

  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- DGH: “6 febrîqe, 18 kargeh, 3 wesayît û 2 depo hat şewitandin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.