Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Zeyneb Celaliyan di Zindana Îrana faşîst de name nivisî: Ji bo azadî û wekheviyê hewce ye em bedel bidin

“Ez Zeyneb im, Zeyneb Celaliyan; Jineke kurd ku di girtîgehê de şahidê bi sedan tawanên Komara Îslamî bû û bû şahidê îftira, heqaret, îşkence û ji hemûyan xerabtir îdamkirina deh hevalên min ên girtî."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/03/2022 - 13:14
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Zeyneb Celaliyan di Zindana Îrana faşîst de name nivisî: Ji bo azadî û wekheviyê hewce ye em bedel bidin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Zeyneb Celaliyan a ku li Îranê ev 15 sal in girtiye û îşkenceyên giran lê hatine kirin bi rêya nameya ku şand wiha got:”Zalim tenê dixwazin ez poşman bibim. Ez ê çawa li dijî ewqas zil û îşkenceya li min hatiye kitin tobe bikim? Zalim çiqas zilmê û îşkenceyê zêde bikin ez ê ewqas zêdetir bibim leheng.”

Girtiya kurd a siyasî Zeyneb Celaliyan a 15 sal in di girtîgehên Îranê de tê girtin bi nameyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de îşkenceya ku li Girtîgeha Îstîxbarata Sepah a Kirmaşanê dîtiye eşkere kir.

Zeyneb Celaliyan di despêka nameya xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha domand: “Bi dil û can 8’ê Adarê li dayika xwe, jinên li hêviya hezkiriyên xwe û hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Dema em li dîrokê dinêrin, dibînin ku jinên azadîxwaz her tim li dijî rejîmên dîktator şer kirine û van jinên leheng jî bi xwîna xwe 8’ê Adarê di dîrokê de tomar kirine. Ey zalim, hûn temaşe dikin, ma hûn nabînin bi komkujî, îşkence û zindankirina me jinan hûn nikarin daxwazên me rawestînin. Dema ku jin bi azadiyê hesiyabe û bi rêwîtiya wê de çûbe tu zordarî nikare wê ji rêya ku daye pêşiya xwe vegerîne.

‘Îşkenceyên giran bi min kirin’

Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de îşkenceya dîtiye wiha aniye ziman: “Dema ku di destê zordarên Komara Îslamî de bûm, ez bi vê yekê hesiyam. Cilên min li ser laşê min çirandin, çavên min girtin, dest û lingên min bi cihek hesinî ve zincîr kirin û dest bi îşkenceya giran kirin. Bi kabloyê qamçî li bin lingên min xistin, lingên min werimîn û birîn bûn. Ewqas îşkence li min kirin ku êdî min hîs nedikir. Tevahiya laşê min tevizî bû, êdî min nikaribû laşê xwe kontrol bikim, min pantorê xwe şil kiribû. Erê şerm e, lê ez bi xwe ne jî ji bo kesên ku ev karesat bi serê min de anîne, nizanim. Ey wijdanên şiyarbûyî, mafê we ye ku hûn wan gunehbar bikin, ji bilî azadî û wekheviya mirovan tu daxwazek din tuneye û yên ku ji bo berjewendiyên xwe ev qas îşkence li min kirine sûcdar in?! an ez?!.”

‘Hêvîdar im di vê roja bi wate de hemû jin bigihin azadiya xwe’

Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de banga li hemberî îşkencerabûnê li her kesî dike û dibêje: “Bi xwe wan gunehbar bikin, ez bi qasî deh sal berê wiha nebûm, hemû ji îşkencê bûye. Dema ku îşkencekaran ez êşandim, tişta ku ji min re mabû, bîr û baweriyên min û hêviya min ji bo jinên têkoşer û paşerojê bû. Heger ez bêjim ku pênûs nikare derdê min binivîsîne ez mezin nakim, ji ber ku min beşek biçuk ji îşkenceya xwe ji we re got. Hêvîdar im di vê roja bi wate de hemû jin bigihin azadiya xwe.”

‘Ji bo azadî û wekheviyê hewce ye em bedel bidin’

Zeyneb Celaliyan wiha domandiye: “Carinan ez difikirîm ku ez li ku derê dinyayê me, an jî li ku derê di wextê xwe de asê mam. Ez çiqas hewl bidim jî ez ê rêyekê nebînim. Ma ev mafê min e? Ji bo ku şahidiya darvekirina hemwelatî û xizmên xwe bikim û nefes negirim?! Şer, kîn, durûtî, kuştin û îşkence ev hemû tişt di dema herî asayî de pêk tên û zaliman ji bo her sûcekî xwe sedemek an hincetek heye û ji bo min ya herî bi êş ev e. Ey jinên wêrek û fedakar, gotina ku agir dudil e bêje. Ez mirinê ji tu kesî re, ji zaliman re jî naxwazim. Em bi hev re li dijî zaliman têbikoşin ku em bi keda xwe zaliman ji welatê xwe derbixin. Ji bo ku sibehê em ji jinên jiyana xwe ji dest dane şerm nekin. Ji bo azadî û wekheviyê hewce ye em bedel bidin.”

‘Ez wêrektir û berxwedêrtir dibim’

Zeyneb Celaliyan wiha nameya xwe dawî dike: “Ez Zeyneb im, Zeyneb Celaliyan; Jineke kurd ku di girtîgehê de şahidê bi sedan tawanên Komara Îslamî bû û bû şahidê îftira, heqaret, îşkence û ji hemûyan xerabtir îdamkirina deh hevalên min ên girtî. Ma êşek ji vê mezintir heye?! Ev zaliman tenê ji min dixwazin ku ez poşmaniya xwe bînim ziman. Ma gelo ji dîtina vê zilm û zorê ya min bi çavê xwe dîtî çî heye yan jî çawan poşman bibim? Bawer bikin, her ku zalim zilm û îşkenceyê li ser min zêde dikin, ez wêrektir û berxwedêrtir dibim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Ezda Avesta li Bazîdê hate verşartin

Nivîsa Pêş

Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik bi hejmara xwe ya taybet a Newrozê derket

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik bi hejmara xwe ya taybet a Newrozê derket

Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik bi hejmara xwe ya taybet a Newrozê derket

Malbatên Girtiyan bi biryar in – Heta Ku edalêt pêk ney emê venegerin!

Malbatên Girtiyan bi biryar in - Heta Ku edalêt pêk ney emê venegerin!

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.