Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Bijîşk û leşker hevkarî kirin û îşkence li girtiyê kirin

Girtî Latîf Mollaahmetoglu yê li dijî lêferzkirina doktor a tedawiya bi kelemçe derket, bi lêdana leşkeran re rûbirû ma. Xwişka wî Dîlan Mollaahmetoglu got rêveberiya girtîgehê dixwaze bûyerê bigire. 

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/03/2022 - 12:23
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Bijîşk û leşker hevkarî kirin û îşkence li girtiyê kirin
ParvekeTweet

ÎZMÎR – Latîf Mollaahmetoglu yê li Girtîgeha Îzmîrê ya Tîpa F’yê ya Jimara 2’yan girtî ye, di 4’ê adarê de ji ber ji mîdeya wî diêşe birin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê. Doktor li nexweşxaneyê tedawiya bi kelemçekirî li Mollaahmetoglu ferz kir lê wî qebûl nekir. Mollaahmetoglu di 6’ê adarê de bi telefonê li gel xwişka xwe Dîlan axivî û ragihand ku ew bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye.

‘EZ Ê MUAYENE NAKIM LÊ EZ Ê ÎMZE BIKIM’ 

Dîlan Mollaahmetoglu anî ziman ku kekê wê muayeneya bi kelemçekirî qebûl nekiriye û got: “Doktor bi helwestek dijminane xwestiye ku birayê min bi kelemçeyê tedawî bike. Li ser vê yekê bi kekê min re nîqaş dike. Nîqaş mezin dibe. Doktor ji leşkeran redibêje, ‘we çima vî aniye vir, rakin bibin. Ez ê kaxez îmze bikim, lê wî muayene nakim, wî bibin’. Kekê min jî dibêje, ‘hûn mecbûr in min muayene bikin, heke hûn emeliyat nekin, ez jî endoskopiye qebûl nakim’. Dîsa nîqaş dest pê dike. Pişt re leşker birayê min daf didin û wî bi zorê ji odeyê derdixin. Her çiqas kekê min li dijî helwesta doktor û leşkeran derdikeve jî lê wî bi darê zorê ji nexweşxaneyê derdixin.”

‘TU BIBÎNÎ EM Ê TE ÇAWA BIKUJIN’ 

Dîlan Mollaahmetoglu diyar kir ku piştî leşker kekê wê ji odeyê derdixin gefan lê dixwîn û got: “Leşkerek ji birayê min re dibêje, ‘heke tu dirûşm berz bikî, tu yê bibînî em ê te li vir çawa bikujin’. Li ser vê gefê birayê min jî dirûşma, ‘tedawî maf e, nayê astengkirin’ berz dike. Çar heb leşker xwe diavêjin ser birayê min, lê didin û îşkenceyê lê dikin. Kekê min diavêjin erdê û bi postalên xwe pê li serê wî dikin û pehîna lê didin. Pê li destê wî yê kelemçekirî dikin. Şopên îşkenceyê li ser laşê birayê min hene.”

‘EV DER NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ YE’ 

Dîlan Mollaahmetoglu da zanîn ku tundiya li ser kekê wî bi deqîqeyan dewam dike û wiha domand: “Leşker kekê min bi erdê re kaş dikin, çêr û heqaretan lê dikin, tifî serûçavê wî dikin. Leşker dibêjin, ‘ev der nexweşxaneya dewletê ye, tu nikarî wisa bikî, em ê nîşanî te bidin’. Wî dadixînin qata binî ku kes lê nîne. Leşker li vir bi pehînan li kekê min didin û gelek werselên laşê wî xesar dibînin. Niha jî nikare stûyê xwe bizivirîne. Qarçika wî gelek diêşe. Di telefonê de bi zorê diaxivî. Çimkî çene û pozê wî diêşin.”

‘ATK’Ê FILM ANGO EMARÊ NEKIŞAND’

Mollaahmetoglu anî ziman ku di vegera nexweşxaneyê de li ser israra kekê wê wî dibin Saziya Tiba Edlî (ATK) û wiha axivî: “Li ATK’ê rapor didin kekê min lê li gorî daxwaza leşkeran rapor tê amadekirin. Fîlm ango emarê wî nayê kişandin. Tenê rapora, ‘ji ber derbê eciqandin çêbûye’ didin kekê min. Tu dermanên ku êşa wî bibirin nadinê. Piştî wî dibin girtîgehê hevalê wî dibînin, ku îşkence li kekê min hatiye kirin. Hevrêyên wî dixwazin wî bibin revîrê. Lê wezîfedarên hepsê dibêjin, ‘Tiştek ku em bikin tune ye, ne me wisa kiriye’. Hema ew maye ku kekê min nehatiye kuştin.”

‘GIRTÎGEH DAXWAZNAMEYAN QEBÛL NAKE’ 

Mollaahmetoglu destnîşan kir ku hevalên kekê wî ji bo tedawiyê gelek caran daxwazname didin îdareya girtîgehê, lê belê îdareya girtîgehê daxwaznameyan qebûl nake û niha rewşa wî di xetereyê de ye.

‘CARA DUYEME EV ÎŞKENCE TÊ SERÊ ME’ 

Mollaahmetoglu anî ziman ku 10 sal in kekê wê li girtîgehên cuda maye û got: “Ev cara duyemîn e em bûyerek wisa bixof dijîn. Pênc sal berê jî kursiyek hesin li serê wî xistibûn. Berê jî îşkence lê hatibû kirin. Em serî li saziyên wek Komeleya Mafê Mirovan didin. Me serî li Saziya Wekheviya Mafê Mirovan a Tirkiyê (EŞÎK) da. Min maîl ji Wezareta Dadê, Midûriyeta Girtîgehan, parlamenteran û komîsyonên Meclisê re şand.”

‘EM Ê GILÎ BIKIN’ 

Mollaahmetoglu destnîşan kir ku îdareya girtîgehê tiştên hatine serê kekê min vedişêre û got: “Lê em ê destûrê nedin veşarî bimîne. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bidin bihîstin. Ji ber ez bi girtîgehan re eleqedar dibim, dozgeriyê çendek beriya niha derbarê min de lêpirsîn da destpêkirin. Em ê wek malbatê derbarê leşkeran, îdareya girtîgehê û doktor de gilî bikin. Çi ji destê me were em ê bikin. Daxwazek min ji mirovan re heye. Dikarin daxwaznameyan binivîsinin û maîlan bişînin û sedema îşkenceyê bipirsin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zext û îşkenceya li zindanan – Li ser girtiyan qursa olê tên ferzkirin

Nivîsa Pêş

YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê merasîmeke leşkerî lidar xist

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê merasîmeke leşkerî lidar xist

YPJ'ê bi wesîleya 8'ê Adarê merasîmeke leşkerî lidar xist

Malbata Şenyaşar: Em hem bi qetlîamê re rûbirû man hem jî bi tawanbariyê re rûbirû man

Malbata Şenyaşar bang li jinan kir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.