Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Zext û îşkenceya li zindanan – Li ser girtiyan qursa olê tên ferzkirin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî binpêkirinên li girtîgehê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 16’an de didome û hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê qursa olê li çalakvanan ferz dike.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/03/2022 - 11:15
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Girtiyên ku nahêlin tazî ser wan werin sehkirin dixin hicreyan!
ParvekeTweet

MÊRDÎN – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi mebesta protestokirina binpêkirinên li girtîgehê, di 21’ê sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’emîn de berdewam kir. Hat zanîn ku îro greva birçîbûnê girtiyên bi navên Osman Akbaş, Halîl Bergîn û Mehmet Çîftçî ku destek û piyekî wî nînin dewr girtine.

Girtiyan, ji ewil her 5 rojan carekî çalakî dewr dikir lê belê bi biryareke nû re êdî her 10 rojan carekî çalakiyê dewr dikin. Demekî kin piştî destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê, girtiyê bi navê Îlhamî Îşçî bêyî ku hincetek bê nîşandan sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Islahiyeyê û duh jî girtiyê bi navê Serhat Dogan bêyî ku hincetek bê nîşandan sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erziromê hate kirin.

2 DAXWAZ HATIN QEBÛLKIRIN

Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê duh di saetên êvarê de bi girtiyan re hevdîtinek kir û hinek daxwazên wan qebûl kirin. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine wergirtin; rêveberiya girtîgehê qebûl kir ku dê girtiyên nexweş bişînin nexweşxaneyê û êdî lêgerîna nava dev nakin. Piştî hevdîtinê jî di saetên êvarê de girtiyên nexweş Mehmet Şukru Aykal û 2 girtiyên din şandin nexweşxaneyê. Piştî dermankirinê, girtî dîsa li girtîgehê hatin vegerandin.

QURSÊN OLÎ LI GIRTIYAN FERZ DIKIN

Ji girtiyan Mehmet Şîrîn Acar têkildarî daxwazên girtiyan, ji Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê re nameyek şand. Mehmet Şîrîn Acar, di nameya xwe de anî ziman ku hewceye piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re xurtir bibe. Bi domdarî Mehmet Şîrîn Acar bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û ev agahî dan: “Tevî rejîmeke giran a înfazê jî girtiyên ku cezayê wan xelas bûye nayên berdan, dixwazin bi darê zorê me bibin qawîşên bêaliyan û poşmanîtiyê li me ferz dikin. Ji ber ku em beşdarî qursên olê nabin, puanên me diêxin. Zextê li me dikin ku tev li qursa olî bibin. Her wiha bi darê zorê dixwazin me bişînin cem psîkologan û weke em girtiyên edlî bin nêzî me dibin. Dema em neçin jî dîsa pûanên me tînin xwarê.”

BINPÊKIRINÊN LI GORTÎGEHÊ

Di berdewamê de Mehmet Şîrîn Acar da zanîn ku gelek hevalên wan hene ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û wiha domand: “Em, li dijî sepana dijmirovî ya lêgerîna nava dev derdikevin. Lewma jî nahêlin em biçin nexweşxaneyê. Tedawiya me ya diranan tê astengkirin. Mafê me yê saet û nîvan ê hevdîtinê heye lê ev dem bi 40 deqeyan hatiye bisînorkirin. Em nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinên baş bikin. Em nikarin sûdê ji qada hevpar bigirin. Bi hincetên vala vala derheqê me de lêpirsînên komî tên destpêkirin û cezakirinên komî dikin. Ne rojnameya Yenî Yaşamê û ne jî kovarek nayê dayîn. Li her qawîşê 4-5 kes neçar dimînin ku li erdê razên. Mafê me yê çalakiyên civakî tê astengkirin.”

DAXWAZÊN GIRTIYAN

Di nameya Mehmet Şîrîn Acar de daxwazên girtiyan wiha hatin rêzkirin:

“* Divê zexta poşmantiyê li me nekin.

* Hewceye girtiyên nexweş bikarin biçin nexweşxaneyê û derman bibin.

* Divê dawî li sepana lêgerîna nava dev berdin.

* Divê tedawiya diranan bê kirin.

* Em dixwazin ku mafê me yê çalakiyên civakî neyê astengkirin.

* Hewceye saetên hevdîtinê mîna berê saet û nîv bin.

* Ji bo ku em bikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinên bitendurist bikin, divê derfet bên amadekirin.

* Divê destûrê bidin ku em bikarin bincilên paqij, şimik, xewlî û alavên kirtasiyeyê peyda bikin.

* Hewceye dev ji lêpirsîn û cezakirinên komî berdin.

* Divê destûrê bidin ku rojname û kovar bikevin girtîgehê.

* Divê pirsgirêka porbir bê çareserkirin, destûrê bidin ku em qenalên muxalîf temaşe bikin û ji bo kesên li erdê radizên jî qawîşên nû bên vekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen: Divê #Ocalan azad bibe

Nivîsa Pêş

Bijîşk û leşker hevkarî kirin û îşkence li girtiyê kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Bijîşk û leşker hevkarî kirin û îşkence li girtiyê kirin

Bijîşk û leşker hevkarî kirin û îşkence li girtiyê kirin

YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê merasîmeke leşkerî lidar xist

YPJ'ê bi wesîleya 8'ê Adarê merasîmeke leşkerî lidar xist

Manşet

  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Navên kesên li Til Rifat şehîd û birîndar bûne diyar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.