Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Sozdar Zagros: Yê ku wê sîstema desthilatdar hilweşîne jina tekoşer e

"Bê guman em wekî jin, emê zihniyeta Îranê hilweşînin. Ji bo wê jî bangewaziyê me ji hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê re ewe ku xwedî li nasname û mafê xwe derkevin û zihniyeta desthilatdar qebûl nekin û roja xwe bi reng û dengê xwe pîroz bikin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/03/2022 - 10:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Sozdar Zagros: Yê ku wê sîstema desthilatdar hilweşîne jina tekoşer e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Sozdar Zagros di destpêka axaftina xwe de roja 8’Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemû jinan pîroz kir û wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Di serî de em 8’ê Adarê li hemû jinên azadîxwaz û bi taybet li avakerê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin. Yê ku jina Kurd û gelê Kurd hişyar kir û pêwîstî bi xwedîderketina li nasname dît, Rêber Apo ye. Ji bo wê jî, keda Rêber Apo ya ku ji bo jinê daye, pêwîste pîroz bê dîtin û hemû jin xwedî li wê kedê derkevin. Ji bo jinê tenê rojek hatiye diyar kirin. Lê Rêber Apo dibêje “Her roj, roja jinê ye”. Em jî wekî gerîlayên jin, di vê xetê de tekoşîn dikin ku her roj, roja jinê be. Jina ku fikir û ramanê Rêber Apo xwendiye, li her derê tekoşîn dike û xwedî li fikir û hêza xwe derdikevin. Tu kes nikare zilm û zorê li ser bimeşîne. Armanca Rêber Apo jî ewe ku jin bibe ya xwe, jiyana xwe berdewam bike û kesek li hemberî wê nesekine. Jin nema ew jine ku serê xwe ji desthilatariyê re bitewîne û koletiyê qebûl bike.”

‘YA KU WÊ SÎSTEMA DESTHILATDAR HILWEŞÎNE JIN A TÊKOŞER E’

Endama KJAR’ê Sozdar Zagros di dewama axaftina xwe de bal kişande ser girêdandûna jin û xwezayê û got: “Li her derê zihniyeta desthilatdar, zilm û zora xwe dide meşandin. Ji ber vê yekê êdî civak qîr dike. Bi taybet di şexsê jin û xwezayê de, qirkirinekî bê hempa li ser gerdûnê dide meşandin. Ger ku jin bê qetilkirin, xweza jî tê qetilkirin. Tu kes nikare cûdahiyê bixe navbera jin û xwezayê, ji ber ku herdu bingehê jiyanê ne. Ger te darek jêkir, yan jî jinek qetil kir, ferq û cûdahiya xwe ji hev nîne. Ji bo wê jî desthilatdarî du tiştên sereke ji xwe re dike armanc û bi riya wê civakê qir dike. Ew jî jin û xweza ye. Yê ku wê sîstema desthilatdar hilweşîne jina tekoşer e. Ji bo wê jî pêwîste her jinek li her derê serî rake û tekoşîn bike.”

‘LI DIJÎ KUŞTINA JINÊ Û QIRKIRINA XWEZAYÊ; TÊKOŞÎN’

Sozdar Zagros di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Rêber Apo dibêje ‘Eger jin azad nebe, civak jî azad nebe’. Jina ku xwedî cesaret û îrade ye, bê tirs û dudilî jiyan dike û serî li hember desthilatdariyê radike. Li ser vê bingehê KJAR kampanyayek bi dirûşmeya “Li dijî kuştina jin û qirkirina xwezayê tekoşîn” da destpêkirin. Ev kampanya ji bo hemû jinan û ji bo civakê pir girînge. Em wekî gerîlayên jin, bangewaziya me ew ku çiqasê em karibin pêwîste ku em wekî jin destê xwe bidin destê hevdu, wê jin di demeke kin de azadiya xwe û ya civakê bidest bixe û wê ewqas zû jî destihlatdariya zordar û zalim were hilweşandin.”

‘AZADÎ NAYÊ BINPÊKIRIN’

Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Sozdar Zagros bal kişande ser zordariya rejîma îranê û wiha bang li jinan kir: “Li her deverê 8’ Adarê tê pîroz kirin. Lê di sîstema Îranê de qedexe ye. Rejîma Îranê qedexe bike yan jî neke, wê jin 8’ê Adarê pîroz bikin. Ji ber ku cewhera jin, cewherekî azad e, Îran nikare azadiyê binpê bike. Tevî hemû qedexeyan, li Rojhilatê Kurdistanê bi hejmarekî kêm kombûn çêdibin û bi awayekî veşartî be jî, tê pîroz kirin û serhildanek heye. Bê guman em wekî jin, emê zihniyeta Îranê hilweşînin. Ji bo wê jî bangewaziyê me ji hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê re ewe ku xwedî li nasname û mafê xwe derkevin û zihniyeta desthilatdar qebûl nekin û roja xwe bi reng û dengê xwe pîroz bikin.”

‘EM XETA AZADIYÊ HILDIBIJÊRIN’

Endama KJAR’ê Sozdar Zagros di dawiya axaftina xwe de careke din 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Jinek li kuderê were qetilkirin, pêwîste em wekî jin hîs bikin ku em hemû tên qetlkirin. Ji bo wê jî pêwîsîte ku em serî rakin û dengê xwe bidin xeta azadiyê û tola xwe ji desthilatdariya zilam rakin. 8’ê Adarê li hemû jinên azadîxwaz pîroz be. Bangewaziya me ji bo hemû civakê ewe ku tevlî kampanya KJAR’ê bibin û li dijî kuştina jin û qirkirina xwezayê, tekoşîn bikin da ku em jin û xwezayê bi hevre biparêzin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Baskek Ji Agirê Azadiyê Rê Hevalên Hevalan Viyan Soran

Nivîsa Pêş

KCK: Şoreşa Azadiya Kurdistanê dibe şoreşa jinan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”

KCK: Şoreşa Azadiya Kurdistanê dibe şoreşa jinan

8’ê Adarê de xebata hastagê ya JINNEWS’ê :  #jinnewshakikatinizinde

8'ê Adarê de xebata hastagê ya JINNEWS'ê : #jinnewshakikatinizinde

Manşet

  • Ciwanên Şoreşger li Hesekê Çalakiyek ji bo Bilindkirina Moralê Lidar Xistin: Parka Nergiz bi Ruhê Berxwedanê Tijî Bû
  • Dorpêça Kobanê Li Enqereyê Hat Protestokirin
  • QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir
  • Komkûjiya Xirab Hişkê xwendekarekî bê lingan hişt
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin
  • JINNEWS: 15 Jin Hatin Kuştin, 11 Jin Bi Gumanbarî Mirin
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir

    QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkûjiya Xirab Hişkê xwendekarekî bê lingan hişt

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Êrîş Rojhilat li Berlînê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komalên Ciwan: Şehîd Senar, bû navê dilsoziya bi dozê re, hêrsa li dijî dijmin û jiyana bi fedakarî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.