Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 24, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dixwazin mercên min hîn girantir bikin û bi vî rengî min teslîm bigrin 2

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
27/01/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

Rêber Apo

Ez bawer nakim ku cîhê nû pir bixêr be. Ji cîhê berê xirabtir e. Hucreya ku ez tê de dimînim, li gorî ya berê nîvbinîv tengtir e û ez qet nikarim hewa bigrim. Sankî nefesa min tê kişandin, sankî kezeba min tê devê min. Cihekî pir xirabtir e. Ez nizanim ka ezê fêrî vê  derê bibim an na, lê di vê merhelê de di alî fîzîkî de jiyîna li vê derê pir zor e. Dema ku ez ji cîhê hewagirtinê mêze dikim, tenê ezman xuya dike, tiştekî din xuya nake. Ev başkirin û filan nîne. Ev ji bo xapandina gel e. Ev vebûn-mebûn nîne.

Tu pêwendiya min bi yên nû hatine re çê nebû. Ji min re gotin “dibe ku piştî mehekî têkilî çêbibe.” Lê ne diyar e ka wê çê bibe an na. Dilê min pir yên hatine vê derê re dişewite.

Ez dizanim ku wê ew li vê derê pir tengav bibin. Ji xwe piştî ku hatin, ez tenê dengên qîrîn û qîjînê dibihîzim. Rewşa hevalên li vê derê weke ya kobayan e. Hema hema wan feda kirine û ji çavan derxistine. Pir zor e ku xwe li vê derê ragirin, dilê min pir bi wan dişewite. Ev vebûn-mebûn nîne. Çiye? Em dikarin navê vê wisa deynîn. Ew  tişta ku jê re dibêjin vebûn ew e ku hinek mirovan bixapînin, wana bi xwe ve girêdin û piştî ku wan demek ji bo armancên xwe bikarbînin, pêhnekî li wan bidin û bêjin “karê te qediya” û wan biqewtînin.

Bila ew ji partiyê re dua bikin, eger min hevalên xwe ranewestandiba, ew niha nedikarîn li wê  derê bijîyana. Lê vana xwe bazar dikin. Wê Tirkiye vana negre cîdiyê; ew jî  dizanin ku wê bikêrî Tirkiyê neyên, dibêjin “me bikarbînin”, lê rewşeke wan a ku were bikaranîn jî nemaye. Ji xwe heya demekî hatin bikaranîn. Lê êdî ti tiştekî wan ku were bikaranîn nemaye, wan bi xwe, xwe qedand. Yekane çareya wan ew e ku xwe bi partiyê bidin efûkirin, wekî din ti çareyan wan nîne. Ji xwe qediyane, ti kes wan nagre cidiyê.

Haya min ji nîqaşên Meclîsê heye. Eger vebûneke rastîn çêbikin, emê heya dawî tevkarî ji vebûneke wisa re pêşkêş bikin. Em vê yekê nû çênakin, ji mêj ve ye em dikin. Lê divê vebûneke bi xapandin, bixapkirin û bihîle nebe, vebûneke rasteqîn be. Me heya niha vebûneke rasteqîn nedît. Eger vê carê vebûna rasteqîn çênebe, eger bixitime, wê demê wê şer bi awayekî zêdetir pirrehendî (çok boyutlu) belav bibe û pêşbikeve. Û li hemberî vê jî ne ez dikarim bibim asteng ne jî ti kes. Ev tespîtek e. Ji ber ku min vê tespîtê kir, li hemberî min lêpirsîna cezaya hucre vekirin. Dozger hat ji min re got: “tu vî şerî teşwîq dikî” min jî got “eger vebûn nekeve riya rast û çareseriya demokratîk pêşnekeve, wê şer pêşbikeve û ev tespîtek e”. Min got ku ez tespîtek dikim, min ti kesî teşwîqî şer nekir, biryara wan e, ka wê şer bikin an nekin. Ev min eleqeder nake. Ji min re dibêje “tu araste dikî” min got “na ez araste nakim, ez tespît dikim ku eger çareserî pêşnekeve, wê şer pêşbikeve”. Min ji ti kesî re ne got şer bikin, berevajî, bi salan e ku  min li vê derê ji bo çareseriya demokratîk şer da rawestandin. Ev du-sê carên dawî jî min agirbestê pêkanî. Lê eger çareserî pêşnekeve, ti tiştekî ku ez bikim nîne, wê herkes biryara xwe bi xwe bide.

Li navenda Rihayê çi heye, çi nîne? Ne tenê Riha, lê bi giştî xeta Bakûr heye ku ji Rihayê despêdike, heya Erdexanê dewam dike. Ev xet xeteke bipirsgirêk e. Divê DTP giraniya xwe bide ser cihên lewaz ên weke -em bêjin- Riha, Semsûr, Dîlok, Mereş,Meletî, Elezîz, Dêrsîm, Erzirom, Erzîngan, Qers û Erdexan. Divê DTP pir giranî bide ser vê xeta Bakûr. Ji Riha heya Erdexanê herêmeke lewaz e. Eger van deran xurt bibin, wê demê wê çareseriya demokratîk zûtir û hêsantir bibe. Her wisa divê giranî were dayîn ser Tirkiyê; Marmara, Ege, Derya Sipî û Derya Reş. Divê vê yekê bi demokratên Tirk re were pêşxistin. Diyar e yên ku di Partiya Sîwan de dixebitin hene.

Li Rihayê poleke yekwaneyî (bir derslik sınıf) pir teng e, yekwaneyî têrê nake. Min gotibû Akademî. Divê dibistanên wisa çêbibin ku di hemû navçeyan de û, eger pêwîst bike, li hemû bajarên derdorê, kadroyan bigihînin. Ji mêj ve ye ku ez vê yekê dibêjim, pêwîst e vêya were kirin.

Pêkanînên li vêderê û mercên li ser min giran in, kezeba min tê devê min û ez nikarim nefes bigrim. Divê tevahiya raya giştî mercên li vê derê û ka ev der cîhekî çiqas dijwar e bizanibe, divê ji raya giştî re were pîşandan (teşhîr kirin) û were ragihandin. Wisa vebûn-mebûn nîne, merc û cîhê nû ji yê berê xirabtir e, tengtir e û bêhewatir e. Ê berê li gorî vir pir çêtir bû. Hîn ne diyar e ka ezê hevdîtin bi yên ku hatine re çêbikim an na; divê gelê me vê yekê wisa bizanibe. Ez silav û rêzên xwe ji tevahiya gelê me re û herkesê ku pirsa min bike re radigihînim.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Şengal ji bo her tiştî amade be!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Şengal ji bo her tiştî amade be!

Şengal ji bo her tiştî amade be!

Ji Kobanê heta Hesekê binketina DAIŞ’ê

Ji Kobanê heta Hesekê binketina DAIŞ'ê

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe
  • Serdegirtinên Malan li Şirnexê: 3 Ciwan Hatin Binçavkirin
  • Êrişê li hemberî şehîdgeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin
  • HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • ‘Li Îstîklalê 20 Ciwan Hatin Binçavkirin’
  • Ciwan Panel Pêk tinin: ‘Di Civaka Sosyalist de Rola Ciwanan’

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hemayê Ciwanek Hat Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dêra Zorê Derbarê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de Daxuyaniyek Weşand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebatek li dijî madeyên hişber û şerê taybet li Kampa Talaye hate lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Ser Êrişên Heleb’ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Daxuyaniya Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.