Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 24, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YBŞ: Emê bi helwesta hesab pirsîn û tolgirtina ji dijmin têbikoşîn

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê nasnameya du endamên xwe yên di êrişa duh ya ji aliyê dewleta Tirk pêkhatî de şehîd bibûn eşkere kir û soza domandina têkoşîna wan da.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/01/2022 - 17:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
YBŞ: Emê bi helwesta hesab pirsîn û tolgirtina ji dijmin têbikoşîn
ParvekeTweet

ŞENGAL – Li Şengalê di encama êrîşa balafirên biçek a bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên YBŞ’ê şehîd ketin 2 jî birîndar bûn. Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya her du Hevrêyên xwe eşkere kir û sersaxî ji malbat û Şengaliyan re xwest.

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha ye:

“Di roja çileya 21.01.2022’yan de dewleta dagirker a TC bi balafirên bê mirov û biçek ve êrîşê hêzên me kir. Di vê êrîşê de Hevrêyên me Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan gihîştin şehadetê. Her wiha di vê êrîşê de du Hevrêyên me jî birîndar bûn.

Hevrêyê me hêja fermandar Azad Êzdîn di temenê xwe yê biçûk de şahîdiya êşên gelê xwe kir. Herî dawî dema DAÎŞ’ê êrîşê Şengalê kir, Hevrêyê me êşên civaka xwe di nav dilê xwe de zivirand soza tolhildanê û ji roja destpêkê ya avabûna YBŞ’ê heyanî kêliya dawî a jiyana xwe bi fedekariyek mezin ve di kar û xebatan de cihê xwe girt. Hevrê Azad rêya tolhildan û serfiraziyê di nava hêzê gelê xwe ango di YBŞ’ê de dît, li ser vê esasê beşdarî kar û xebatan bû. Ji şervantiya xwe heyanî asta fermandariyê çarçoveya erkê ku girte ser milê xwe û helwesta ji bo bûyîna bersiva gelê xwe, her tim di nava têkoşînê de bû. Şervanek dilgerm, xwediyê helwest, dilsozê gelê xwe, wêrek û zelal bû. Fermandarekî têkoşer, xwediyê vîn, bawerî, tolhildêr, afirîner, kedkar û girêdayî doza xwe bû. Ew bi Hevrêtiya xwe ya paqij ve bû sembola hevaltiyê. Di şerê li hemberê ji dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê bigre heyanî tevahiya êrîşên li ser Şengalê di kêleka Şehîd Berxwedan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Dijwar, Şehîd Pîr Hemît û Şehîd Bêrîvanan çeper bi çeper, kozik bi kozik di cihê herî dijwar û pêş de cihê xwe girt. Bi dilekî mezin ve êşên gelê xwe hembêz kir. Hevrê Azad bi soza azadkirina Şengalê û dilgirtiya li ser şopa Mam Zekî, Mam Beşîr û Seîd Hesen û tevahî şehîdên me yên qehreman meşiyaye û her tim bûye layiqê soza xwe û erkên xwe pêk aniye. Çawa ku Hevrêyê me fermandarê hêja di her kêliya  jiyanê de girêdayî vê dozê bûye û li ser vê soza xwe têkoşîn kir, çawa ku girêdanbûna xwe ya ji bo gel û ji bo şehîdan meşa xwe ya azadiyê berdewam kir û çawa ku rêya Mam Zekî ji bona xwe hilbijart, bû sembolekî yê gel û Hevrêyên xwe, emê bi helwesta hesabpirsîn û tolgirtina ji dijmin têbikoşîn.

Hevrêyê me Enwer bi welatparêziya xwe hêj di temenê xwe yê biçûk de tevlî refên YBŞ’ê bû. Bi hêrsa afirandina jiyanekî azad ve her tim di refên pêş de cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Tevahî erkên ku girtiye ser milê xwe ji bona jiyanî bike, fedekariyek mezin raber kir. Bi vê fedekariya xwe ve bû navê berxwedêrê ciwan ê Êzîdxanê. Hevrê Enwer bi têkoşeriya xwe ve bû sembola têkoşeriya ciwanên Êzîdxanê. Di kesayeta xwe de jiyan kir û da jiyan kirin. Li hemberê hemû lîstok û şerê taybet a ku li ser ciwanên Êzîdxanê têne meşandin, bi welatparêziya xwe û bi girêdanbûyîna xwe ya bi gel re bû bersivekê şênber. Hevalê me Enwer, di meşa xwe ya azadiyê de ji bo ku bigihîje armanca xwe astangiyan nas nedikir. Hevalekî ku ji bo xwe serkeftinê her tim esas digirt bû.

Ji roja destpekê heya roja me ya îro di oxira jiyaneke azad de me bi Berxwedan, Zerdeşt, Mam Zekî, Çiya, Berîvan, Arîn, Mam Beşîr, Serhat, Êzdîn û Dijwaran ve gelek berdêlên giranbuha dan. Ji bona pêkanîna xeyal û armancên şehîdan em xwe ji berdêl dayînê gavekê bi paş ve navêjin û em soz didin wan şehîdên xwe yên qehreman ku dagirkirina xaka Şengalê wê tenê di xeyalên dijmin û hevkarên dijmin de bimîne. Dagirkirina axa pîroz ji bo dijmin wê ji xeyalekî vala zêdetir tiştek din nebe. Eger ku dijminê qirker û dagirker bi hevkarên xwe yên îxanetkar ve erişên xwe yên li dijî exlaq û mirovahiyê, difikirin ku emê dest ji doza xwe berdin, bila keliyekê ji bîr nekin ku me di nav şert û mercên herî zor û zehmet û bê derfetiyê de dest bi vê têkoşînê kiriye. Me soza li Şengalê azad jiyankirinê daye. Soza pêkanîna hêviyên gelê xwe daye. Soza pêkanîna xeyal û armancên şehîdên xwe daye. Ji bilî vê yekê em ji bona xwe tiştekî din napejirînin. Tiştekî dinê ji bona xwe maf nabînin. Ji ber ku em fedaiyên gelê xwe ne. Çawa ku Hevrêyê me Azad heyanî kêliya dawiya jiyana xwe ji bo çand, bawerî, ol û kerameta vê civakê têkoşiya û canê xwe feda kir, emê jî ji bo layiqbûna şehîdan heyanî kêliya dawî ya jiyana xwe têbikoşin.

Li ser vê esasê, di şexsê fermandarê hêja Azad û di kesayeta Hevrê Enwer de em tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin. Em bejna xwe li hember bîranînên wan ditewînin. Em ji malbatên xwe yê hêja re sersaxî û ji birîndarên xwe re jî şîfa dixwazin.”

Nasnameyên şehîdan bi vî rengî ye:

Kod: Azad Êzdîn

Nav û Paşnav: Silêman Şemo Yusuf

Diroka Dayikbûyîne: 11.02.1993-Sîba Şêx Xidir

Diroka Şehadetê: 21.01.2022-Deriyê Şilo

***

Kod: Enwer Tolhildan

Nav û Paşnav: Nacî Hecî Sebro

Diroka Dayikbûyîne: 1996-Xanesor

Diroka Şehadetê: 21.01.2022-Deriyê Şilo

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîdên Şengalê hatin oxir kirin

Nivîsa Pêş

QSD: 22 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
QSD: 22 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

QSD: 22 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

QSD: Li Eyn Îsayê 5 çete hatine kuştin û gelek cebilxane hatine bidest xistin

QSD: Li Eyn Îsayê 5 çete hatine kuştin û gelek cebilxane hatine bidest xistin

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe
  • Serdegirtinên Malan li Şirnexê: 3 Ciwan Hatin Binçavkirin
  • Êrişê li hemberî şehîdgeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin
  • HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • ‘Li Îstîklalê 20 Ciwan Hatin Binçavkirin’
  • Ciwan Panel Pêk tinin: ‘Di Civaka Sosyalist de Rola Ciwanan’

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hemayê Ciwanek Hat Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dêra Zorê Derbarê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de Daxuyaniyek Weşand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Ser Êrişên Heleb’ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Daxuyaniya Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebatek li dijî madeyên hişber û şerê taybet li Kampa Talaye hate lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.