Enter your email Address

Perşembe, Aralık 25, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Vê carê jî bihara tirkan e!

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
15/01/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Vê carê jî bihara tirkan e!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Ahmet Aktaş Nivîsand

Yên Bihara Ereban da destpêkirin, gelo vê carê jî bihara tirkan didin destpêkirin?

Jixwe mirov bala xwe dide sala 2021’ê, cîhan bi hemû nakokî û dijwariya xwe derbasî sala 2022’yan bû. Her roj ew şer û pevçûnên navbera hegemonên/desthilatên cîhanê germtir û gûrtir dibin.

Van nakokiyên navbera serwerên cîhanê, ji asta parzemînî heta herêman û welatan bi berfirehî berbelav dibin.

Ji Amerîkaya Latinî, Afrîqa û Rojhilata Navîn niha derbasî Asyayê jî bûye. Mirov dikare bêjê şerê cîhanî yê 3’yemîn her diçe tûjtir û dijwartir dibe.

Weke mînak, piştî destêwerdanên Afganistan, Iraq, Sûriye, Misr, Libya, Yemen û hwd. mirov dikare bûyer û vegurînên li Haiti, Peru, Şîlî, Malî, Etîyopya, Sûdan (cara dudan li Afganistanê) û hwd. rûdanên dibin destnîşan bike.

A herî dawî jî rêzebûyera berî deh rojan a ku li Kazakistanê pêk hat!

Vê carê nêçîrvan û bazirganê şer R.Erdogan, weke carên bêrê bi lezgînî xwe ne avêt ser nêçîrê. Tenê bi dengekî nizm û piştî çend roj derbas bûn got: “Em amade ne ku alikariya birayên xwe yên Kazakistanê bikin.!”

Ji bo ku destdirêjayê li van welatên tirkî bike, gelek amadekariyên xwe kiribû û bi taybetî jî çav berdabû Kazakistanê. Mînak, yekitiyek bi navê ‘Tirk Keneşi’ di nava 5 dewletên tirkan (Tirkiye, Kazakistan, Kirgizistan, Ozbekistan û Azerbeycan) de, di 2009’an de hatibû ava kirin, berî 2 mehan (di 12.11.2021 de) li Stenbolê Kongreya wê çêkir û navê wê û rêxistina wê li gorî xwe guherî kir ‘Teşkîlata Dewletên Tirk!’

Jixwe di bûyera 2’yê çileyê de ya li Kazakistanê çêbû, mirovekî bi navê Vahşî Arman, weke mirovekî ji pêşengê vê bûyerê, ketiye nava hinek liv û tevgêrên balkêş. Lewma niha hatiye girtin li Kazakistanê. Girîngiya vî kesî çi ye?

Ev Arman, di van çend salên dawî de li Tirkiyeyê bû û danûstendinê wî li gel Sedat Peker bû, (piştî ew ji Tirkiyeyê derket), li gel Alatîn Çakici û hinek rayedarên bilind ên dewlêtê weke Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu û hwd. gelek xweş û geş û gûr bûye.

Lê wisa tê xuyakirin ku R.Erdogan û D.Bahçelî dereng man û Kazakistan jî ne pariyekî li gorî devê wan bû, erdekî mayinê wê mezin û xurt bû! Ji ber ku Putîn, berî wan amadekariyên xwe yên gelekî mezintir ên ji bo pêşerojê kiribû.

Rûsya, yekitiya bi navê Peymana Ewlekekariya Kollektîf a ku di sala 1992’yan de hatibû avakirin, di sala 2002’yan de navê wê û naveroka wê guherî û xurtir kir; Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf. 6 Dewlet endam in; Rûsya, Belerûs, Ermenistan, Tacikistan, Kirkizistan û Kazakistan.

Ji ber ku ev peyman, ji peymana dewletên tirkî ya R.Erdogan û D.Bahçeli pêşengiyê dikin bi hêztir bû, Kazakistanê, alikarî ji vê peymanê xwest. Tew peymana tirkan nehat ser zimanê wan jî!

Li aliyê din, di Asyaya Navîn de welatê herî mezin û herî dewlemend e Kazakistan e. Lewma bêgûman ‘xwazgînî’ û kiriyarên wê gelek zêde ne. Lê xwedê zane xwediyê wê yê kevn Rûsya û yê nû Çînê, dora xwe berî her kesan danîn ser vê ten(d)ûrê. (ev biwêjek gelîrî ya kurdan e; “kî berê dora xwe deyne ser tenûrê, rêza yekemîn a tenûrê dibe ya wê/î”)

Her wiha sînorê Rûsya û Çînê li gel Kazakistanê nêzî 10 hezar km ye. Hema weke ku ew dorpêç kiribin. Weke mînaka li jor hat destnîşankirin, gelek peymanên din ên aborî û hwd. jî hem li gel Rûsyayê hem li gel Çînê çêkiriye. Bi kurtayî, êdî Kazakistan nema ji dewletên din re dibe nêçîr.

Wisa diyar e, weke gelek cihên din li vir jî ‘dewla wan bi avê neket’ û ji nêçîrê destvala vegeriyan!

Her wiha plan û projeya Bihara Ereban, çi anî serê ereban û bihar çawa li wan bû zivistan li ber çavan e.

Êdî bihara tirkan çi tîne serê tirkan xwedê zane! Weke gotina dibêjin ‘hatina pêncşemê ji çarşemê ve diyar e’, ma gelo ev jî ew ê wisa ne be?

Erê, dibe ji aliyekî ve ji bo Kurdistanê neyînî hebe û dewleta AKP-MHP’ê dîsa vedigerin ser serê gelê Kurdistanê. Lê ma jixwe heta niha teqsîrî naxistine êrîşên xwe.

Belê her şikestinek wan, ji bo Kurdistanê aliyê wê yê erênî pirtir e ji yê neyînî. Ji vir û pê ve, kar û peywir dikeve ser milê şarizayî û pisporiya kurdan a dîplomasiyê. Zemînê vî karî niha berxweştir dibe.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

BEŞEK JI JIYANA AZAD

Nivîsa Pêş

Endamên Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê ji bo banga tevlêbûna mitîngê belavok belav kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Endamên Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê ji bo banga tevlêbûna mitîngê belavok belav kirin

Endamên Meclîsa Ciwanan ya HDP'ê ji bo banga tevlêbûna mitîngê belavok belav kirin

Êrîşên Îranê yên li dijî kolberan didome

Êrîşên Îranê yên li dijî kolberan didome

Manşet

  • Îranê Cezayê Darvekirinê Li Ciwanekî Kurd Birî
  • Rêber Apo: Îslama Demokratîk Vegera Li Ruhê Peymana Medîneyê Ye
  • Desteya Ciwan û Werzîşê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Lidar Dixe
  • Ciwanên li Reqqayê Çanda Xwe Bi Hunerî Zindî Dihêlin: “Xweşikbûna Jiyanê di Hunerê de ye”
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ya Kantona Tebqayê Civîna Xwe ya Salane
  • Komxebatek li ser “Sosyalîzm û Azadî” ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Hesekê hate lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebatek li ser “Sosyalîzm û Azadî” ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Hesekê hate lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrişê li hemberî şehîdgeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Reqqayê Çanda Xwe Bi Hunerî Zindî Dihêlin: “Xweşikbûna Jiyanê di Hunerê de ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwan û Werzîşê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Lidar Dixe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwan Panel Pêk tinin: ‘Di Civaka Sosyalist de Rola Ciwanan’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Li Îstîklalê 20 Ciwan Hatin Binçavkirin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Serdegirtinên Malan li Şirnexê: 3 Ciwan Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.