Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hevala Sara rastiyeke welê ya jiyanê afirand ku kes nikare tune bike

"Hevala Sara bi kesayetiya xwe ya xurt derewên sîstema baviksalar hemû eşkere kir û nîşanî tevahiya cîhanê da ku rastî çi ye. Rastî ew e ku jin bi hebûna xwe ya azad dikare pêşengiyê ji civakê re bike û dikare civakê biparêze."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/01/2022 - 10:26
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Hevala Sara rastiyeke welê ya jiyanê afirand ku kes nikare tune bike
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîlayên jin ên li nava refên YJA Starê şer dikin, li ser xeta berxwedanê ya şoreşgera mezin Sara (Sakîne Cansiz) tevdigerin û li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin. Yek ji van gerîlayên ku li dijî êrişan têdikoşe jî Viyan Soran e.

Gerîlaya YJA Starê Viyan Soran anî ziman ku ew hêza berxwedanê ji têkoşîna Sarayan werdigirin û got, “Em hemû şervanên hevrê Sara ne. Weke jineke şoreşger, ji bo azadiya jinan hemûyan bi wêrekiyeke mezin şer kir. Bi daxwaz, îrade û berxwedana xwe tevgera jinê ya azad ava kir û li tevahiya cîhanê da nasandin. Her kesî fêhm kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe. Ya jî mirovahî nikare azad bibe. Ji ber vê yekê hevrê Sara pêşenga me ye û rêya ber bi azadiyê ve nîşanî me daye.”

Gerîla Viyan Soran bal kişand ser bandora Sara ya li ser artêşa jinê û got, “Zor û zehmetiyên heyî bi xeta têkoşînê ya hevala me Sara ji holê têne rakirin. Hevala Sara bi îrade û wêrekiya xwe li tevahiya cîhanê hate naskirin. Em hebûna xwe di kesayetiya hevala Sara de dibîonin. Me nasnameya jin a azad di şexsê hevala Sara de nas kir. Eger em îro li çiyayên Kurdistanê bûne artêşeke çekdar, ev yek bi saya keda hevala Sara ye. Wê rêya rast nîşanî me da. Ev yek ji bo me hem destpêkeke hem jî sedema me ya serketinê ye.”

Viyan Soran ragrihand ku wê şehîd Sara tenê carekê dît, lê belê mîna ku her kêliyê bi wê re bû hêz jê wergirt û got, “Bedewiya hevala Sara bandoreke mezin li min kir. Hîn jî ew heybetiya wê li ber çavên min e. Di nava civakê de gotinên weke ‘por dirêj aqil biçûk’ ên ji bo biçûkxistina jinê têne bikaranîn. Hevala Sara bi kesayetiya xwe ya xurt derewên sîstema baviksalar hemû eşkere kir û nîşanî tevahiya cîhanê da ku rastî çi ye. Rastî ew e ku jin bi hebûna xwe ya azad dikare pêşengiyê ji civakê re bike û dikare civakê biparêze.

Hevala Sara timî hêz û wêrekî da jinan ku ji xwe bawer bikin û xwedî sekneke xurt bin. Timî digot, ‘Bibin xwedî îrade û wêrekî, gavên mezin biavêjin’. Em jî weke şervanên hevala Sara di her gavê de em ê têkoşîna wê dewam bikin. Ji çiyayên Kurdistanê heta zindana Amedê û her qada Ewropayê li dijî êrişên dijmin em ê berxwedaneke dîrokî bimeşînin. Ji ber vê yekê ji bo jinan hemûyan rêya azadiyê destnîşan kir. Hevala Sara ji bo me eşqa jiyanê ye. Gelek kesan hewl dan têkoşîna hevala Sara tune bikin, lê belê wê jiyaneke welê azad a xurt ava kir ku hêza kesî têrê nekir ku tune bike.”

ÇAVKANÎ – ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bes hikaya ji me re bibêje!

Nivîsa Pêş

Girtîgehan de îşkenceya faşîzma Dewleta Tirk didome

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Girtîgehan de îşkenceya faşîzma Dewleta Tirk didome

Girtîgehan de îşkenceya faşîzma Dewleta Tirk didome

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan parvekir

HPG'ê nasnameya 2 şehîdan parvekir

Manşet

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.