Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan parvekir

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/01/2022 - 12:13
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Çileya 2017’an di êrişên dewleta Tirk a qirker de yên li ser herêma Amanosê, hevrêyê me Bahoz şehîd bû. Hevrêyê me Bahoz ku bi sekna xwe ya fedayî ya li dijî dijmin û bi biryardariya xwe ya li ser îdeolojiya Apoyî bû fermandarekî mînak, em di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî wî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Bahoz wiha ye:

Nasnav: Bahoz Kanî
Nav paşnav: Abdûllîllah Yîgîtalp
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Kadriye-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Amanos

Hevrêyê me Bahoz ku piştî bi salan weke gerîlayekî azadiyê li Kurdistanê vegeriya, bi kesayetiya xwe ya kedkar û jîrbûna xwe zû hînî jiyana gerîla bû. Li gel van taybetmendiyê xwe, di hunera leşkerî û îdeolojiya Apoyî de xwe kûr kir û di demeke kurt de bû fermandarekî şareza. Bi dilsoziyeke xurt bi têkiliyên hevrêtiyê yên PKK’ê ve hate girêdan û her kêliya xwe bi kûrbûna ji bo azadiya gelê me û Rêberê me derbas kir, hewl da bibe bersiv ji bendewariyên gelê me re. Ji bo vê jî girîngiyeke mezin da perwerdeyên pisporbûna di hunera şer de û xwe li vê qadê bi pêş xist. Bi israr xwest biçe Bakurê Kurdistanê. Sala 2016’an derbasî herêma Amanosê bû û li vê qadê tevî ku demeke kurt lê ma, bi fedakariya xwe li pêş bû û li dijî operasyonên faşîzma dewleta Tirk ên li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di asta pêşengiyê de bi rola xwe rabû û bi çalakiyên serketî hêrs û kîna xwe ya li dijî dijmin nîşan da. Hevrêyê me Bahoz li Êlihê ku bi serhildanên xw epêşengî ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê re kiriye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe û pê ve şahidî ji hovîtiya dewleta Tirk re kir ku di bîra zarokên Kurd de maye, ti carî nêzîkatiyên dijmin ên ji bo şikandina rûmeta gelê me ji bîr nekir û hêrsa tolhildanê ya di dilê xwe de roj bi roj mezin kir. Hevrêyê me Bahoz ku ji ber zexta dijmin malbata wî neçar ma ji Kuridstanê koç bike, ev yek bû sedem ku bala hevalê me hîn bêhtir biçe ser nirxên Kurdîtiyê, bi vî rengî li dijî asîmîlasyon û kiryarên qirkirinê xwe parast. Hevrêyê me Bahoz li hemberî êşkence û komkujiyên dewleta Tirk a mêtinger li hemberî gelê me dikir bêdeng nema û bi banga partiya me ya ji bo tevlîbûna ciwanên Kurd di sala 2010’an de tevlî nava refên gerîla bû.

 

CESÛR KOÇER

Hevrêyê me Cesûr di Çileya 2017’an de li qada Amedê di operasyonên dewleta Tirk a mêtinger de heta nefesa xwe ya dawî li dijî dagirkeran şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Cesûr ku kesayetiya berxwedêr a Botanê heta dawiyê bi rengekî serketî temsîl kir, di salvegera şehadeta wî de em bi rêzdarî wî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Cesûr wiha ye:

Nasnav: Cesûr Koçer
Nav paşnav: Abdulkadîr Akman
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Kamar-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Amed

Hevrêyê me Cesûr ku sala 2014’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, navê xizmê xwe Şehîd Cesûr li xwe kir ku di nava refên têkoşîna şoreşê de şehîd bû. Bi vî rengî mîrateya wî wergirt, çekên şehîdên me yên nemir li erdê nehişt û têkoşîna wan dewam kir. Hevrêyê me rastiya şehîdên PKK’ê baş analîz kir û di jiyana xwe ya şoreşgerî de bû milîtanekî bi biryar ê felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan. Hevrêyê me hunera xwe ya leşkerî zû bi pêş ve bir û piştî Botanê ku gava destpêkê ya gerîlatiyê li wir avêt derbasî Amedê bû. Heta kêliya ku şehîd bibe bêrawestan pratîkeke mînak nîşan da. Hevrêyê me Cesûr li her qadê pêşengî ji jiyan û şer re kir û her tim hewl da xwe û derdora xwe bi pêş bixîne. Bi taybetmendiya xwe ya bi enerjî û kedkar, karên şoreşê çi biçûk çi jî mezin bi cidiyeteke mezin û serketî bi cih anî. Di demeke kurt de bû milîtanekî mînak. Têkoşîna şehîdên me yên pîroz ku hevrêyê me Cesûr dewr wergirt û radest kir, wê ji aliyê hevrêyên wî ve teqez bi ser bê xistin. Hevrêyê me Cesûr li Şirnexê ku di herikîna dîrokê de timî bû navenda berxwedanê ya gelê me û qadeke gelek serhildanên girîng, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me ku ji zarokatiyê ve Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û dişopand çand û exlaqa Apoyî her tim ji xwe re kir navenda jiyanê. Siyaseta tunekirinê û înkarê ya qirêj a dewleta mêtinger a li dijî gelê me bi taybetî jî li hemberî ciwanên Kurd yekser dît. Bi tevlîbûna li nava refên têkoşînê demekê karên ciwanan meşand û gihîşt wê baweiryê ku di vê pêvajoyê de divê bi rastiya Rêber Apo û PKK’ê li dijî êrişên mêtingeriyê bi xeteke xurt a berxwedanê têbikoşe.

Hevrêyên me Bahoz û Cesûr tevlî nava artêşa me ya şehîdan bû ku xwediyê rastî yê partiya me PKK’ê ye û fermana azadkirina Rêbertî û Kurdistanê didin me. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku wezîfeya şoreşê ya ku şehîdan dane me teqez bi cih bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Girtîgehan de îşkenceya faşîzma Dewleta Tirk didome

Nivîsa Pêş

Ferît Şenyaşar: Bila tu kes qala edalet, heq û hiqûqa li Tirkiyeyê neke

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ferît Şenyaşar: Bila tu kes qala edalet, heq û hiqûqa li Tirkiyeyê neke

Ferît Şenyaşar: Bila tu kes qala edalet, heq û hiqûqa li Tirkiyeyê neke

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan re serlêdanke nû kirin

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan re serlêdanke nû kirin

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîlla: Hêza Rêxistingeriyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di salvegera roja reş de pûçkirina komploya duyemîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.