Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Gerîla TV dîmenên amadekariya Operasyona şoreşgerî ya li Zapê parvekir

Di vê operasyona gerîla de, artêşa Tirk li gel mertalên xwe yên bi 'teknolojiya serdemê' nekarî li ber gerîla bisekinin. Ji bilî dagirkerên hatin kuştin, gelek leşkeran dest ji çeperên xwe berdan û neçar man birevin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/01/2022 - 12:27
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Operasyona Şoreşgerî di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hate lidarxistin. Li Kela Bêdewê, Cîloya Biçûk û Girê Şehîd Mûnzûr, hêzên gerîla xwe berdan nava dagirkeran û derbên giran lê xistin.

Di vê operasyona gerîla de, artêşa Tirk li gel mertalên xwe yên bi ‘teknolojiya serdemê’ nekarî li ber gerîla bisekinin. Ji bilî dagirkerên hatin kuştin, gelek leşkeran dest ji çeperên xwe berdan û neçar man birevin.

Gerîlayên ku xwe ji bo pêngavê amade dikirin, diyar kirin ku yekane armanca wan ew e ku tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd bûne hilînin û ew ê çeperan ên ku dijmin lê bi cih bûne paqij bikin.

Gerîla gotina ‘Ev berxwedan wê dema bê veguhere tevgereke êrişê û tolhildanê ya mezin” a fermandarê berxwedana Werxelê Cûmalî Çorûm bi bîr xist û destnîşan kir ku dema vê tevgerê hatiye û wê ji niha û pê ve nehêlin li qadeke Zagrosê bêhn bê ber dagirkeran.

Gerîlayê HPG’ê Tîrêj Dijwar ji kamerayên Gerîla TV re axivî û got, “Demeke dirêj e em xwe ji bo vê çalakiyê amade dikin. Ya ku ji me tê xwestin wezîfeya me hemûyan e. Armanca me ya destpêkê ew e ku di vê pêngavê de tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne hilînin. Bi taybetî em dixwazin tolê ji dagirkeran hilînin ku hevrêyên me di tunelên şer de bi gazên kîmyewî bi rengekî hovane şehîd xistin. Di vê çalakiyê de wê hêza gerîla careke din bibînin. Gerîla li her derê şer dikin û di vê pêvajoyê de bêhtir xurt bûye. Em ê jî di vê çalakiyê de wezîfeya xwe ya milîtaniyê bi cih bînin.”

Li Girê Şehîd Mûnzûr, li gel çekên giran, kamerayên mobesse, têlên hatin rêsandin û leşkerên bi teknolojiya herî dawî, komek ji gerîla bêyî ku leşkerên Tirk pê bihesin xwe berdan nava çeperên wan û piştî ku gelek dagirker ceza kirin, çek û malzemeyên leşkerî yên artêşa Tirk desteser kirin.

Li gorî çavkaniyên gerîla, ev çalakî nîşan dide ku di destê artêşa Tirk de tenê teknîk maye û bi taktîkên profesyonel ên gerîla ev teknîk jî dikare bê têkbirin.

HPG’ê beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di vê çalakiyê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin û gelek çek û alavên leşkerî hatine desteserkirin.

Gerîlaya YJA Starê Viyan Botan li ber çekên ku piştî çalakiyê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin wiha axivî, “Ji bo leşkerekî tişta herî şerm ew e ku çeka wî jê bê standin û li dijî wî bê bikaranîn.”

Botan dibêje, “Lê belê şerm bi leşkerên Tirk re nemaye” û diyar dike ku leşkerên Tirk hîn bi teqîna fîşeka destpêkê ji çeperan reviyan.

Gerîla diyar kir ku hemû gerîlayên tevlî çalakiyê bûn bi serketî li baregehên xwe vegeriyan û bi stran û govendê çalakiya xwe pîroz kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSD’ê bîlançoya sala 2021’an parvekir – Dewleta Tirk û çeteyên wê têk çûn

Nivîsa Pêş

Li Colemêrgê amadekariya êrişên dagirkeriyê – 11 herem hatin qedexe kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Qedexeyên sîstematîk û kêfî yên li Colemêrgê didomin

Li Colemêrgê amadekariya êrişên dagirkeriyê - 11 herem hatin qedexe kirin

Ji bo perwerdeya Kurdî 5 sal cezayê girtîgehê

Ji bo perwerdeya Kurdî 5 sal cezayê girtîgehê

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên PYD ê biruşor di derbarî hemleya (serî  hilde)belavkirn.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Navên kesên li Til Rifat şehîd û birîndar bûne diyar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.