Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

QSD’ê bîlançoya sala 2021’an parvekir – Dewleta Tirk û çeteyên wê têk çûn

Gelek êrişên terorîstî yên muhtemel pûç kirin û tayên gelek planên terorane beriya ku ji aliyê endamên DAIŞ’ê ve pêk werin, hatin têkbirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/01/2022 - 12:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
QSD’ê bîlançoya sala 2021’an parvekir – Dewleta Tirk û çeteyên wê têk çûn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk li ser malpera xwe daxuyanî belav kir û ev agahî dan:

“Ked û fedakariyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) sala 2021’an li dijî şaneyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek serkeftinan tacîdar bûn. Gelek êrişên terorîstî yên muhtemel pûç kirin û tayên gelek planên terorane beriya ku ji aliyê endamên DAIŞ’ê ve pêk werin, hatin têkbirin. Çendîn operasyonên terorîstî di kêliyên dawîn de hatin deşîfrekirin, gelek şaneyên wan hatin tesbîtkirin û binçavkirin. Her wiha hişyariya hêzên me rê li ber pir texrîbat û teqînan girt ku gelek madeyên teqemeniyê hatin îbtalkirin û desteserkirin. Girêdayî wê jî hêzên me li dijî şaneyên DAIŞ’ê, bi taybet li ser sînorên Sûriyê-Iraqê û herêmên çolistanî, qederek operasyon pêk anîn.

Operasyonên hêzên me yên li dijî rêxistina teror a DAIŞ’ê sala 2021’an ji her demê zêdetir xwedî girîngî ne. Di dema ku meclisên me yên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve mijûl bibûn, serkirdeyên DAIŞ’ê û endamên wê hewl dan sûdê ji mercên ewlekariyê yên nû bigirin û ji nû ve xwe bi rêxistin bikin, ne tesaduf bû ku êrişên DAIŞ’ê hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk dihatin û dubare ev pêk dihatin.

Hêzên me û dezgehên ewlekariyê bi awayekî çalak dosyaya girtiyên DAIŞ’ê bi rê ve bir û rê li ber gelek hewldanên revê girt. Her wiha gelek operasyonên terorîstî li metirsîdartirîn jêdera DAIŞ’ê li Kampa Holê kontrol kirin û li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di meha Adarê de, hemleyek hevbeş li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîn ku bi dehan endamên wê girtin û gelek çalakiyên muhtemel ên DAIŞ’ê hatin astengkirin.

Di heman demê de hêzên me gelek dorberên piştgiriya çalakiyên terorîstî yên DAIŞ’ê dikin, zuha kirin û rê li ber şantajên li ser jiyana xelkê girtin. Bi alîkariya rûspî, birêvebirên civakê û dezgehên dadweriyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rê nedan bi dehan ciwanên ku gengaz bû bikişînin nava refên rêxistina teror û dilê şêniyên herêmên germ aram kirin.

Her wiha hêzên me gelek hemleyên berfireh ên paqijiyê li dijî şaneyên terorîst li ser sînorên Iraq-Sûriyê pêk anîn ku hemleya “Wadî Al-Ecîc” a meha Gulanê bi rûxandina gelek şikeftên ku serkirdeyên rêxistina teror bi kar dianîn û çek û cebilxane lê vedişartin, bi serkeftinek mezin tacîdar bû.

Di 4’ê Sibata 2021’an de hêzên me dest bi operasyonek berfireh kir li bejahiya bajarok û gundewarên Dişîşa, di encamê de kujerên her du rêveberên gel ên bajarokê Dişîşa Saeda Hermas û Hind El Xidêr girtin û radestî dadgehên pêwendîdar kirin. Ev operasyon yek ji girîngtirîn operasyonên hêzên me bû ku tê de çeteyên DAIŞ’ê hatin şopandin û girtin.

Li jêr bîlançoya operasyonên ku hêzên me bi awayekî tekane û hevbeş bi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala 2021’an pêk anîne:

Hejmara operasyonên tekane û hevbeş ên li dijî DAIŞ’ê; 115.

Hejmara şaneyên hatine jihevkirin; 93.

Hejmara girtiyên giştî yên endamên şaneyên DAIŞ’ê, yên biguman û kesên destek dane şaneyên rêxistina terorê; 802.

Hejmara kuştiyên rêxistina terorê; 8.

Hejmara êrişên di kêliyên dawî de hatine astengkirin; 47.

Hejmara planên terorîstî yên mezin û metirsîdar ên hatine deşîfrekirin û têkbirin ku plana êrişa li ser zîndana Hesekê jî di nav de ye; 16.

Bêbandorikirina amûrên û heyberên teqemeniyê; 87.

Hêzên me ji bo xilaskirina herêm û cîhanê ji xetere û terora DAIŞ’ê û têkbirina qaşo dewleta wê bi hezaran şehîd û birîndar dane, tekezî li têkoşîna li dijî rêxistina teror dikin û radigihînin ku ew ê pabendê karê hevbeş a bi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê re bin. Her wiha tekeziyê li girîngiya zêdekirina piştgirî û piştevaniya ji hêzên me re, taybet dosyaya avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina sûcdarên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dadmendî û edalet pêk werin.

‘DEMA HÊZÊN ME OPERASYONAN LI DIJÎ DAIŞ’Ê DIKE, ARTÊŞA TIRK ÊRIŞÎ HERÊMÊN ME DIKE’

Em paşguhkirina civaka navdewletî hişyar dikin ku alîkariya civaka di dema serweriya DAIŞ’ê de zirar dîtiye bikin û bi taybet dosyaya jinûveavakirinê. Di demekê de rapor piştrast dikin ku Tirkiye gelek serkirde û endamên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin dagirkeriya wê û çeteyên wê de ne amade dike, em xetereyên êrişên ku Tirkiyê bi ser herêmên me ve pêk tîne bîr tînin ku bandoreke rasterast li têkoşîna me ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê dike. Di dema ku hêzên me operasyonên serkeftî li dijî DAIŞ’ê li dar dixistin, artêşa Tirk a dagirker jî êrişî heremên me dikir, ev bi awayekî zelal nîşan dide ku dewleta Tirk çi qasî ji tekoşîna têkbirina DAIŞ’ê aciz e û dixwaze bi êriş û gefan astengiyan li pêşiya hêzên me çêke.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Newaya Jin Hejmara Çileya 2022’an ve derket

Nivîsa Pêş

Gerîla TV dîmenên amadekariya Operasyona şoreşgerî ya li Zapê parvekir

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Gerîla TV dîmenên amadekariya Operasyona şoreşgerî ya li Zapê parvekir

Gerîla TV dîmenên amadekariya Operasyona şoreşgerî ya li Zapê parvekir

Qedexeyên sîstematîk û kêfî yên li Colemêrgê didomin

Li Colemêrgê amadekariya êrişên dagirkeriyê - 11 herem hatin qedexe kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.